ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parlamenterên Iraqê daxwaza vekişîna hêzên biyanî kirin
Li Parlamentoya Iraqê ji bo vekişîna hêzên biyanî ji Iraqê zêdetirî 100 îmze hatin komkirin. -
Hevseroka DFG’ê ya dîl girtî dest bi greva birçîbûnê kir
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ragihand ku ketiye greva birçîbûnê û got: “Tecrîda li dijî azadiya îfadeyê, heqîqetê, demokrasiyê û azadiyê tê pêkanîn û tune hesibandin çavkaniya xwe ji polîtîkayên li Girava Îmraliyê tên meşandin digire.” -
Nobeta Edaletê: Heta encam bigire em ê bidomînin
Li gelek navendan Nobetên Edaletê berdewam dike. Di çalakiyan de peyama, “Ev çalakî rêwîtiyeke serkeftinê ye û heta encam bigire em ê bidomînin.” -
Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4'emîn de ye: Şert e ku tecrîd bê rakirin
Greva birçîbûnê ya li Rêxistina Enqereyê ya DEM Partiyê di roja 4'emîn de ye ku ji bo piştgiriya bi girtiyan re destpê kir. -
Li Cizîrê Selamet Tetîka 65 salî hat girtin
Selamet Tetîk a 65 salî ku li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî û derbarê wê de cezayê girtîgehê ya 7 sal û 6 meh hatibû dayîn hat erêkirin û hat girtin. -
671 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
Li gorî ÎSÎG’ê ji sala 2013’an û vir ve herî kêm 671 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Herî zêde jî li Rihayê jiyana xwe ji dest dan. -
Bakirhan: Em piştgiriyê didin Meşa Azadiyê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Gelek saziyên me ji bo azadiya Birêz Ocalan wê di navbera 1-15'ê Sibatê de meşekê lidar bixin. Weke DEM Partiyê em piştgiriyê didin vê meşê." -
Li Stenbolê êrîşa li dêrê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Sariyer a Stenbolê êrîşeke çekdarî li dêrekê hate kirin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Berdana girtiyê nexweş Ahmet Zenger cara çaremîn hate taloqkirin
Berdana girtiyên nexweş Ahmet Zenger ji aliyê Desteya Çavdêriyê ya Îdareyê ya Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê ve cara çaran hate taloqkirin. Hincet jî bersiva Zenger a ji bo pirsa 'PKK rêxistineke terorê ye yan na?' bû. -
ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Siyasetmedarê Îtalî Montavanî piştgirî da Meşa Dirêj
Siyasetmedarê Îtalyayê Ramon Mantovanî, endamê Komîsyona Karên Derve ya Îtalyayê ya wê demê ku di dema komploya navneteweyî de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re balafira Rûsya-Romayê de bû, banga xwedîderketina meşê kir. -
Komeke DAÎŞ’î li kampa Holê êrîşî ekîba tomarkirinê kir
Komek çeteyên DAIŞ'ê yên li Kampa Holê dimînin, êrîşî cihên ku li kampê xebatên qeydkirin û nûkirinê dikin, kirin. Êrîşkaran xwestin konan bişewitînin. Di encama mudaxeleya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bûyer hate kontrolkirin. -
Nobetên Edaletê: Werin em berxwedana girtiyan mezin bikin
Di çalakiyên nobetê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin de banga xwedîderketina berxwedana girtiyan hate kirin. Tûlay Hatîmogullari got, "Daxwaza me ew e ku beriya ku rewşa girtîgehan xerabtir bibe, divê gav bên avêtin." -
Konferansa Îslama Demokratîk: Olê ji bo zordariyê bi kar tînin
Di Konferansa Îslama Demokratîk de, hat diyar kirin ku desthilatdar bi bikaranîna olê re serî li zilmê didin. -
Xizmên windayan li 4 bajaran li dijî dewleta kujer hatin ba hev
Xizmên windayan li Amed, Îzmîr, Colemêrg û Êlihê ji bo kesên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine windakirin, hatin ba hev. -
Cihên partiyan ên li ser pisûleya dengan diyar bûn
Cihên partiyên ku dê bikevin hilbijartinên herêmî yên li ser pisûleyên dengan diyar bûn. Li gorî vê AKP dê di rêza 1’emîn, CHP 18’emîn, DEM Partî 9’emîn, MHP 31’yemîn Partiya ÎYÎ 2’yemîn û Partiya Seadetê jî dê di rêza 34’emîn de cih bigire. -
‘Divê em li dijî zaliman dengê xwe bilind bikin’
Di axaftinên di Konferansa Îslama Demokratîk de hatin kirin de, hat diyarkirin ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi xerakirina Îslamê fealiyet dimeşîne û peyama “Divê em li dijî dîktator û zaliman dengê xwe bilind bikin” hate dayîn. -
Biryara cezayê girtîgehê derbarê Seroka TBB’ê Fîncanci hate erêkirin
2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” li Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci hatî birîn, hate erêkirin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Cemal Akar ê di bin çavan de hat qetilkirin daxwaza edaletê kirin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 983'yemîn a li Qada Galatasarayê de ji bo Sekreterê OZDEP'ê yê Erzînganê Cemal Akar ê ku 31 sal berê di bin çavan de hat qetilkirin edalet xwestin. -
Konferansa Îslama Demokratîk: Îbadeta herî mezin, parastina heq e
Di axaftinên di Konferansa Îslama Demokratîk de hatin kirin de, peyama “Îbadeta herî mezin, parastina heq e” hate dayîn. -
Parlamenter Sheppard ji David Cameron re nameya ‘Ji Ocalan re azadî’ şand
Endamê Meclîsa Parlamenteran û Parlamenterê Partiya Neteweyî ya Îskoç (SNP) Tommy Sheppard têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Wezîrê Karên Derve ya Qraliyeta Yekgirtî David Cameron re nameyek şand. -
Dayikên di Nobeta Edaletê de: Akşener dijminê Kurdan e
Dayikên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê berdewam dikin, diyar kirin ku Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenir jî dijmina Kurdan e. -
'Dema ku qeyûm hat tayînkirin, me negot her tişt qediya'
Hevşaredara Elbexê Leyla Balkan Atsak ku qeyûm tayînî cihê wê kirin, ev tişt anî ziman: “Ev têkoşîna gel e. Bi berxwedan û kelecana gel hêvîdar bûm. Me negot her tişt qediya." -
Bi gotinên Ramon Mantovanî rojên Ocalan ên li Romayê - 2
“Heke îro li cîhanê rêberekî rasteqîn ku hevsengî Nelson Mandela be, ew jî Serok Abdullah Ocalan e. Azadiya wî dikare dawî li şer bîne.”