ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikên Şemiyê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn
Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, car din li Qada Galatasar a Stenbolê hatin ba hev. -
DEM Partiyê namzetên 14 bajaran eşkere kir
DEM Partiyê namzetên hevşaredarên ku wê li 14 bajaran bên nîşandan, eşkere kir. Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê bûn Ozturk Turkdogan û Gultan Kişanak a dîlgirtî. -
DEM Partî xwe ji mîtînga mezin a 25'ê Sibatê re amade dike
DEM Partî 25'ê Sibatê wê 'Mîtînga Demokrasî û Azadiyê' lidar bixe. DEM Partiyê banga tevlîbûna xurt a mîtîngê kir. -
Li Bûrsayê rêveberên DEM Partî û TUHAY-DER'ê hatin girtin
Rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Îshak Tekîn û rêveberê TUHAY-DER’ê Mahmût Îpek ên li Bursayê hatibûn binçavkirin, bi hinceta “emdamtiya rêxistinê” hatin girtin. -
Yekîneyên YPS'ê li Amedê li dijî polîsan çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Jêhat Bagok ên YPS'ê ragihandin ku li navçeya Rêzan a Amedê li dijî kûlûbeya nobetê ya dibistana polîsan çalakî kirine. -
Têkildarî karesata madenê ya li Erzînganê 6 kes hatin girtin
Di lêpirsîna têkildarî karesata madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê 8 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 6 kes hatin girtin. -
Bayhan: Desthilatdarî tecrîdê bi kar tîne
Parlamenterê EMEP'ê yê Stenbol Îskender Bayhan diyar kir ku desthilatdarî hewl dide bi tecrîdê polîtîkaya zextê rewa bike û têkoşîna hevpar asteng bike û got ku karker û kedkar mehkûmî mêtingerî û şer tên kirin. -
'Divê çanda Kurdan li rojhilat bibe pêkhateyeke bingehîn û civaka Kurd bigihije mafê xwe'
Wezîra Perwerdehiyê ya Mexribê ya berê Necîma Tay Tay wiha got: "Divê çanda Kurdî li Rojhilata Navîn bibe bingeh, ji ber ku gelê Kurd ji demên kevin ve têdikoşin û êdî dem hatiye ku mafên xwe yên rewa bistînin." -
Sakik: Çareserî nîne, tecrîda girankirî heye
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir ku pêşketineke ku demokratîkbûnê nîşan bide tune ye û go: “Gel piştgirî da Meşa Azadiyê û careke din îradeya xwe nîşan da. Gel li dijî tecrîdê daxwazên xwe qîriyan.” -
ROJEVA 17'Ê SIBATA 2024'AN
Ji rojeva Kurdistan û Cîhanê sernavên sereke -
Li Stenbolê 2 kes hatin girtin
Li Stenbolê ji 15 kesên ku hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan, 2 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. -
Ji rojnamevanên binçavkirî 4 jê bi hepsa malê hatin berdan
Ji rojnamevanên ku 4 roj in li Îzmîrê hatibûn binçavkirin û ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Asliye hatin kirin, 4 jê bi cezayê hepsa malê û 2 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Jinên Tolhildêr li du bajaran çalakî li dar xistin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr da zanîn ku li Stenbol û Balikesîrê 6 wesayît, maleke polîsan û dikaneke kelûpelan şewitandine. -
Çalakvanên Nobetên Edaletê bi biryar in
Têkoşîna li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên nobetê yên li Stenbol, Amed û Wanê didome. -
Li Tambov û Saratov komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li bajarên Tambov û Saratovê yên Rûsyayê, salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi civînan hate şermezarkirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin. -
Ozturk: Divê komplo ji gelê Tirkiyeyê re rast bê vegotin
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku sosyalîstan pêvajoya Komploya Navneteweyî û piştî pêvajoyê, ji gelê Tirkiyeyê re rast û têrker venegotiye. -
Leyla Guven: Pêwîstiya me bi geşkirina ruhê serhildanê heye
Siyasetmedara girtî Leyla Guven anî ziman ku bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan têrê nake, divê ji aliyê fîzîkî ve jî azad bibe û got, "Pêwîstiya me bi ruhê serhildanan heye ku ji salên 1990'î heta salên 2000'î pêk hatin." -
ROJEVA 16'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
Li bajarê Kayolê ya Kenyayê ku 25 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hat revandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin. -
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr çalakiyên hemwext li dar xist
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Tekîrdag, Sakarya û Balikesîrê çalakiyên hemwext li dar xistin. -
Di Nobetên Edaletê de Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Di Nobetên Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li gelek bajaran hatine destpêkirin de 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakî û daxuyaniyan hate protestokirin. -
Li Sydneyê ji bo Pêngava Azadiyê di rojnameyê de îlan hat dayîn
Kurdistaniyên li Sydneyê xebatên derbarê kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didomînin. -
Girtiyên PKK û PAJK'î: Em ji bo têkoşînek hê radîkaltir û berxwedanê bang dikin
Girtiyên PKK û PAJK'î gotin, "Li dijî rastiya Komploya Navneteweyî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em banga têkoşînek ratîkaltir û mezinkirina berxwedanê dikin.”