ROJANE
Hemû Nûçe
-
Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Em ê bi hev re li Stenbolê bi ser bikevin
Namzetên Hevşaredariyê yên Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ku li Arnavûtkoyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, diyar kirin ku DEM Partî li ku be, li her cihê ku lê be û bi tevgera gel a ku hêza xwe jê digire wê siyaseta demokratîk ava bike. -
Ciwanên Wanê ji Abdullah Ocalan re name şandin
Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê di çarçoveya kampanya "#JiÎmraliyêre1000name" de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name şandin. -
Namzetên DEM Partiyê bi coşa hilbijartinê hatin pêşwazîkirin
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li Wan, Riha û Stenbolê bi hezaran kes bi pêşwaziya namzetan û vekirina buroyên hilbijartinê hatin cem hev. -
Çalakiyên Nobeta Edaletê bi biryardarî didomin
Çalakiyên Nobeta Edaletê bi mehane li gelek bajaran dewam dikin. Di çalakiyan de peyama ‘berxwedan bi biryardarî didome’ hate dayîn. -
Şandeya Haşdî Şabî li Enqereyê ye
Hat ragihandin ku şandeyeke Haşdî Şabî serdana Tirkiyeyê kiriye. -
Girtiyê siyasî Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
Yaşar Kirmizi ku ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ve di destpêka salên 1990'î ve hate girtin, piştî 32 salan hate berdan. -
Li Gemlîkê erdhej
Hate ragihandin ku li navçeya Gemlîk a Bûrsayê bi mezinahiya 3,5 pileyî erdhejek çêbûye. -
ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Amedsporê tîma Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
Amedsporê tîma Derîncespor a Kocaeliyê li sehaya wê 2 û 0 têk bir û derket rêza yekemîn. -
Nobetên Edaletê: Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome
Çalakiya Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin berdewam dike. Di çalakiyan de peyama, “Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome” hat dayîn. -
DEM Partiyê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir
DEM Partiyê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Ji bo şaredartiyên pir zimanî, azadîxwaziya jinê, ciwan, xizan, kedkar û astengdaran jî proje hatin ragihandin. -
DEM Partiyê strana hilbijartinê ya jinê da nasandin
DEM Partiyê di bernameya xwe ya li Enqereyê de strana nû ya hilbijartinê ya jinê da nasandin. -
Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn, wergeriya
Li Edeneyê mînîbuseke ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di bûyerê de ajokarê wesayitê û 14 karkerên çandiniyê birîndar bûn. -
Ji Meşa Mezin a Kolnê çend wêne
Ji Meşa Mezin a Kolnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî kirin, çend wêne... -
Qeyûm xisareke mezin li Rêya Armûşê kir
Namzetê Hevşaredariya Rêya Armûşê yê ji DEM Partiyê Cevdet Altindag diyar kir ku qeyûman xizmet ji gel re nekirin, xisareke mezin kirin û got, pirsgirêkên lezgîn û mezin li benda çareseriyê ne. -
KCK'ê Meşa Mezin a Kolnê pîroz kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo meşa li bajarê Kolnê hate lidarxistin, peyameke pîrozbahiyê weşand. -
ROJEVA 18'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
'Abdullah Ocalan nûnerê çar parçeyên Kurdistanê ye'
Di meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin, peyam hat dayîn ku Abdullah Ocalan nûnerê çar parçeyên Kurdistanê ye û vîna gelê Kurd wê tecrîdê bişkîne. -
Li Sydneyê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li navenda bajarê Sydneyê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan çalakiyek girseyî hat lidarxistin. -
Komploya 15’ê Sibatê li Stockholm û Vasterasê hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên li Stockholma paytexta Swêdê û Vasterasê hate şermezarkirin. -
Mewziyên artêşa Tirk a dagirker hê jî dişewitin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya şoreşgerî ya ku îro li Zapê hatiye lidarxistin mewziyên dagirkeran hatine şewitandin, şewat hê jî didome û 22 çek hatine desteserkirin. -
Peyama KCK'ê ji bo mîtînga Kolnê: Em bi hev re dimeşin, em ê bi ser bikevin!
KCK'ê di peyama xwe ya ji bo mîtînga mezin a li Kolnê de, bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em bi hevrêyên xwe re dimeşin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin." -
KJK'ê banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her kesî kir
Koordînasyona KJK'ê di peyama xwe ya ji bo çalakiya li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin de bang kir ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were bi ruhê seferberiyê têkoşînê bidomînin. -
Çalakvanên Nobeta Edaletê bang kirin ku li dijî tecrîdê toreke xurt bê avakirin
Di Nobetên Edaletê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran dewam dikin, bang hate kirin ku li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin. -
'Nêzîkatiyeke dijminane li hemberî girtiyên nexweş tê raberkirin'
Di çalakiyên li sê bajaran hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Salman Yildiz, Serhat Karsu û Ufuk Keskîn giran e.