ROJANE
Hemû Nûçe
-
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşan da ku CPT neçûye Îmraliyê
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşan da ku tevî ku CPT çûye Tirkiyeyê lê serdana Îmraliyê nekiriye û got: “Ev rewş me dixe fikaran ku êşkence û tecrîda li Îmraliyê dewam bike.” -
DYE û YE’yê derbarê şîrketên Tirkiyeyê de biryara pêkanînê da
Wezareta Bazirganiyê ya DYE’yê derbarê 16 şîrketên Tirkiyeyê de biryara pêkanînê da. Her wiha di lîsteya pêkanînên ku ji aliyê YE’yê ve hat ragihandin de jî şîrketeke Tirk heye. -
HBDH’ê li Kocaeliyê çalakî kir
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li Kocaeliyê li dijî kargeha faşîstekî çalakî kirin. -
Umît: Starbûyîn bi tevlîbûna YJA Starê pêkan e
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku bila hemû jinên ciwan xwe hêjayî starbûyînê bibînin; divê mirov bêtirs, bêxof û wêrek be û got: “Cihê vê yekê çiyan e. Starbûn bi tevlîbûna YJA Starê pêkan e.” -
ROJEVA 24’Ê SIBATA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
CPT bêyî serdana Îmraliyê bike vegeriya
Hate diyarkirin ku heyeteke CPT’ê di navbera 13-22’ê Sibata 2024’an de ji bo vekolana pêkanînên li ser kesên di girtîgehên ewlekariya bilind de tên kirin, serdana Tirkiyeyê kir. -
Parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî hat girtin
Parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî ya ku sewqî dadgehê hat kirin, ji ber xebatên xwe yên pîşeyî, di komeleyên ku endamtiya wê de parêzvaniya mafan dike û ji ber lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan sewqî dadgehê hat kirin, pişt re jî hat girtin. -
HBDH: Ya ku li Licikê qewimî komkujî ye, berpirsyarê vê desthilatdariya faşîst e
Komîteya Rêveber a HBDH'ê, destnîşan kir ku karesata madenê ya li navçeya Licikê ya Erzîganê 'komkujî' ye û berpirsyarê vê jî 'desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye. -
Çalakiyên Nobeta Edaletê nêzî 3 meh in didomin
Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pisgirêka Kurd re çareserî hatine destpêkirin, li hin bajaran nêzî 3 meh in didomin. -
Li Gemlîkê careke din erd hejiya
Li navçeya Gemlîk a Bûrsayê bi mezinahiya 4.1 pileyî erdhejeke din rû da. -
'Li dijî binpêkirinên li girtîgehên Egeyê divê tavilê tedbîr bêne wergirtin'
Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê têkilldarî greva birçîbûnê ya li girtîgehên li herêma Egeyê raporek weşand. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanên nû kirin. -
Besê Erzîncan: Wezîfeya me ye ku modela hevjiyana azad bixin meriyetê
Ji KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku ji bo hevjiyana azad pêwîstî bi guhertina mejî heye, ji bo vê jî têkoşîneke mezin divê û got, "Wezîfeya me ye ku modela hevjiyana azad a Rêberê xwe bixin meriyetê." -
ROJEVA 23'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
KNK: Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê derkevin!
KNK’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk vê cesaretê ji alîkarî û hevkariya hikûmet û desthilata PDK’ê digre. Armanca êrîşên dewleta Tirk eşkere ye û diyare. Dixwaze bêyî ferq û cudahiyê qirkirinê bike.” -
DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyên Bûrsayê diyar kir
DEM Partî lîsteya namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin û navçeyên Bûrsayê diyar kir. -
25 girtî ji Girtîgeha Sîlîvriyê hatin sirgûnkirin
25 girtiyên ku ji ber çalakiya çekdarî ya 6'ê Sibatê ya li Çaglayana Stenbolê li dijî polîsên Tirk, hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê pişt re jî sirgûnî girtîgehên cuda kirin. -
DEM Partî: Hin partiyên siyasî lihevkirina bajaran kirin qada şerê desthilatê
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ku namzetên hevşaredariyê yên 6 şaredariyên bajarê mezin eşkere kir, got: “Hewldana me ne ji bo hin kes bi ser bikevin an jî bi bin bikevin, hewldana me ew e ku gel bi ser bikevin.” -
Nobetên Edaletê bi biryar dewam dikin
Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran de bal hat kişandin ser grevên birçîbûnê yên girtiyên li girtîgehê. Xizmên girtiyan jî diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zextên dewletê bidomînin. -
Li girtîgehên Serhed û Derya Reş zext zêde dibin
Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ragihand ku li girtîgehên Serhed û Derya Reş mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin û zext zêde dibin. Koordînasyonê xwest, tecrîda tavilê bi dawî bibe. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdan kirin. -
Li Elmanyayê di malekê de bermahiyên dîrokî yên ku ji Sûriyeyê hatine dizîn hatin dîtin
Hate ragihandin ku li Elmanyayê di malekê de kevaleke çend hezar salî jî di nav de bermahiyên dîrokî hatine dîtin û tê texmînkirin ku ev bermahiyên dîrokî ji muzexaneyeke Sûriyeyê hatine dizîn. -
ROJEVA 22'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Delegasyona Navnetewî: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin
Endamên “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” ya li Stenbolê têkildarî hevdîtinên xwe daxuyaniyê dan û gotin: “Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.” -
Di Roja Zimanê Dayikê de êrîşên li ser Kurdî hatin şermezarkirin
Di çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdî hatin şermezarkirin.