ROJANE
Hemû Nûçe
-
Milîsên KBDH'ê qemyoneke 'faşîstan' şewitandin
Milîsên Sevda Serînyel ên KBDH'ê ragihandin ku li dijî tundiya li jinê wan li Ataşehîrê qemyoneke faşîstan şewitandine. -
Li girtiyên li girtîgeha Samsûnê êşkence tê kirin
Halîl Mûratoglû ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Samsûnê girtî ye, diyar kir ku zext û êşkence li wan tê kirin. -
Li Pirsûsê terora polîsan a li hemberî DEM Partiyê: 12 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser gelek malan de hate girtin. Hat ragihandin ku herî kêm 12 kes hatin binçavkirin ku namzetên endamtiya meclîsa şaredariyê û hevseroka navçeyê ya DEM Partiyê jî di nav de ne. -
KCDK-E’yê li dijî êrîşên qirkirinê banga mezinkirina tekoşînê kir
KCDK-E'yê bang li hemû gelê Kurd kir ku di rojên girîng de yên weke 8'ê Adarê, 21'ê Adarê û 28'ê Adarê, li dijî êrîşên qirkirinê tekoşînê mezin bikin. -
ROJEVA 6'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sebahat Tuncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
Sebahat Tuncel diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û divê tecrîd rabe û got, "Ev pirsgirêk bi bextê dewletê re nayê hiştin. Aştî karê civakê ye." -
Li Girtîgeha Tîpa S a Samsûnê êşkence li girtiyan kirin
Girtiyê siyasî Vefa Yilmaz ê ku di hucreya tecrîdê ya 3 kesan a li Girtîgeha Tîpa S a Samsûnê de tê ragirtin, bi telefonê ji malbata xwe re diyar kir ku gardiyanên bi ser hucreya wan de girtine û êşkence li wan kirine. -
Çalakvanên Nobeta Edaletê azadiya Abdullah Ocalan xwestin
Di çalakiyên Nobeta Edaletê de ku li gelek bajaran didomin, hate xwestin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. -
Ji jina kal a ku axa xwe diparêze re ceza hate xwestin
Ji Hatîce Kocalar a 75 salî re ku axa xwe diparaze, cezayê bilindtirîn astê hate xwestin. -
Odeya Bijîşkan a Amedê xelat dan Dayikên Şemiyê
Odeya Bijîşkan a Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê dan Dayikên/Mirovên Şemiyê. -
Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê êşkence: Bila tavilê heyet bê şandin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku êşkence li wan hatiye kirin û xwestin ku heyetek ji girtîgehê re bê şandin. -
Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin careke din serlêdan kirin. -
Li Enqereyê 19 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk di saetên siharê de li Enqereyê bi ser malan de girtin û 19 kes binçav kirin. -
ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êrîş pêk hat
Li dijî avahiya navçeya Înegolê ya DEM Partiyê êrîş pêk hat. Namzetê Hevşaredariyê yê Bûrsayê Îhsan Seylan got, "Êrîş ti carî nikarin me ji têkoşîna me ya bi biryar dûr bixin." -
'Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gel jî azad nabe'
Di çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li gelek bajaran hatine destpêkirin de peyam, “Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe gel jî azad nabe’ hat dayîn. -
Li girtîgeha Samsûnê êşkence li girtiyan kirin
Firat Darî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Kavakê ya Samsûnê tê ragirtin, bi rêya telefonê ji malbata xwe re got ku gardiyanan êşkence li wan kirine. -
Dadger cezayê Rojnamevan Alî Bariş Kûrt erê kir
Dadger cezayê girtîgehê yê ji bo 2 sal û 4 mehan ê derbarê Rojnamevan Alî Bariş Kûrt de erê kir. -
Serokê YNK'ê: Em ê tawîzê nedin Tirkiyeyê ku hevalên me şehîd xist
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî got, "3 hevalên min ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin şehîdxistin. Em ê tawîzê nedin Tirkiyeyê." -
Înîsiyatîfa Zarokên Agir agir berda sê wesayit û febrîqeyekê
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Kayserî, Bûrsa, Stenbol û Kocaeliyê sê wesayit û febrîqeyek şewitandine. -
Rapora Sibatê: 42 rojnamevan dîl girtî ne
Li gorî rapora meha Sibatê ya DFG’ê 42 rojnamevan dîlgirtî ne. DFG’ê got: “Em bang li hemû kesî dikin ku piştevaniya rojnamevanan bikin.” -
Tîma futbolê ya Rojava ya li Viyanayê
Kûlûba tîma futbolê ya Rojava li paytexta Awûstûrya Viyanayê li hemberî gelek kûlûban lîst. -
ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hêzên Îranê kolberek kuştin
Hêzên Îranê di saetên siharê de li Hengejale ya girêdayî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin. -
'Pêwîstî bi sîstemeke perwerdeyê ya nû û bi zimanê dayikê heye'
Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku ev sîstema dibe sedem travmayê divê bê guhertin, mafê perwerdeya zimanê dayikê bê misogerkirin û sîstemeke nû ya perwerdeyê ya xwe dispêre ûsilê zanistî bê avakirin.