ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di Nobeta Edaletê de daxwaza vekirina deriyên Îmraliyê hat kirin
Di çalakiya Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatibûn destpêkirin de careke din banga vekirina deriyê Îmraliyê hate kirin. -
Gefa kuştinê li Halîl Yakût hatiye xwarin
Halîl Yakût li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê di hucreya tecrîdê de tê dîlgirtin, îro bi rêya telefonê ji dayika xwe re gotiye ku ji aliyê serkêşê gardiyanan ve gefa kuştinê lê hatiye xwarin. -
Li Osmaniyeyê operasyona qirkirina siyasî: 7 kes hatin binçavkirin
Li Osmaniyeyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de yek jê zarok, 7 kes hatin binçavkirin. -
Serdana gora şehîda Newrozê Zekiye Alkan kirin
TJA, DBP, Dayikên Aştiyê, endamên ANYAKAYDER û DEM Partiyê serdana gora Zekiye Alkan ku sembola Newrozê ye, kirin. Di bîranînê de peyama “em li pey şopa wê û hevrêyên wê ne.” -
Di serdegirtina malan de du endamên ESP'ê hatin binçavkirin
Li Amedê di serdegirtina malan de 2 endamên ESP'ê hatin binçavkirin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdana nû
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên ên li Îmraliyê, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Milîsên HBDH’ê li Tûzlayê li dijî febrîqeyeke boyaxê çalakiya sabotajê kir
Milîsên Atakan Mahir ên HBDH’ê ragihandin ku li navçeya Tûzla ya Stenbolê li dijî febrîqeyeke boyaxê çalakiya sabotajê lidar xistin û febrîqe bi temamî şewitandine. -
Li gelek navçeyên Stenbolê agirê Newrozê hate pêxistin
Li navçeyên Sancaktepe û Sultanbeylî yên Stenbolê agirê Newrozê hatin pêxistin. Girseya gel li dora agir li hev civiya, govend gerandin û dirûşme berzkirin. -
143 roj in aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn
143 roj in agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, nayê girtin. -
Sîgûrdsson: Nabe ku tecrîd bi vî rengî dewam bike
Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li gorî hiqûq, peyman û qûralên navneteweyî ye û got ku nabe bi vî rengî dewam bike. -
ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şenyaşar: Eger kurê min neyê berdan ez ê çalakiya xwe bidomînim
Emîne Şenyaşar a ku 4'emîn fitara xwe li ber Wezareta Dadê kir diyar kir ku ger kurê wê di danişîna sibê de neyê berdan dê çalakiya xwe bidomîne. -
Girtiyê ku 2 hefte berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş ê giran Îsmet Çardak ê ku bi hinceta "ji bo ewlehiya gel xeternak e" demek dirêj berdana wî hatibû taloqkirin û 15 roj berê bi kursiya biteker hat berdan, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. -
Daxwaza bidawîkirina tecrîd û binpêkirinên li girtîgehan kirin
Çukurova TUAY-DER, ÎHD, OHD û ÇHD'ê li Nobeta Edaletê daxuyanî dan û xwestin tecrîd, binpêkirinên li Îmraliyê û hemû girtîgehên din demildest bi dawî bibe. -
Girtiyê nexweş Cemal Narhanci piştî 30 sal a dîlgirtinê hat berdan
Cemal Narhanci ku 30 salan di girtîgehên dewleta Tirk de dîl hat girtin, serbest hate berdan û vegeriya bajarê xwe Qersê. -
Rayedarên dewleta Tirk li Bexdayê hevdîtinan pêk tînin
Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan û heyeta pê re hatin Bexdayê. Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn re hevdîtin kir. -
Li hemberî girtiyên siyasî kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê
Hate ragihandin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a li Amedê serdegirtin li koxûşan hatiye kirin û kiryarên binpêkirina rûmeta mirovahiyê li girtiyan hatiye kirin. -
Girtiyan dixin hucreyên yek kesî
Feyyaz Başak ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê tê ragirtin, diyar kir ku girtiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê li hucreyên yek kesî têne bicihkirin. -
Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdaneke nû kirin. -
Tekîn Yoldaş: Armanca HBDH'ê di sala 9’an a têkoşînê de serketin e
Endamê Komîteya Rêveber ê HBDH'ê Tekîn Yoldaş, di axaftina xwe ya bi wesîleya salvegera 8’emîn a damezrandina tevgerê de got, "Armanc me sala 9’an a têkoşînê bikin sala serketinê." -
Milîsên HBDH'ê li Esenyûrtê li 'navenda fûhûşê' xistin
Milîsên Ûlaş Adali yên HBDH'ê ragihandin ku li Esenyûrt a Stenbolê li navendeke fûhûş û bazirganên narkotîkê xistin. -
Yakut: Di şexsê kurê min de hewl didin piştevaniyê ceza bikin!
Gulten Yakût anî ziman ku kurê wê Halîl Yakut ku li Girtîgeha Tîpa Y a Kirşehîrê tê rehîngirtin bi hinceta ku di erdhejê de piştevaniya mexdûrên erdhejê kiriye, hatiye binçavkirin û got: ‘’Di şexsê kurê min de hewl didin piştevaniyê ceza bikin.’’ -
ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Endamên OHD’ê çûn serdana Emîne Şenyaşar
Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe didomîne îro fitara xew li ber wezaretê vekir û derbasî Meclîsê bû. -
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 52’yan de ye
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, bi daxwaza cezakirina faîlan û berdana kurê xwe yê girtî dîsa li pêşiya Wezareta Dadê Nobeta Edaletê lidar xist.