ROJANE
Hemû Nûçe
-
Divê em weke bi sed hezaran biherikin Kolnê
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwanan, jinan û nûnerên saziyan dîmenên bangkirinê weşandin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Nezîr Dûman hatin cem hev
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Nezîr Dûman ê di binçavan de ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hatin cem hev. -
Qurbaniyên Enqereyê hatin bîranîn: MÎT’ê komkujî amade kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di merasîma bîranîna qurbaniyên Enqereyê de axivî. Di bîranînê de wiha hate gotin: “MÎT’ê ev komkujî amade kir.” -
Sabrî Ok: Meşa Kolnê wê bandorê li siberoja me bike - NÛ BÛ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, diyar kir ku divê hemû gel beşdarî meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibe û got, "Ji ber ku ev meş dê bandorê li siberoja me bike. Bi vê hişmendiyê, kelecan û motîvasyonê divê em derkevin qadan." -
Dîndar: Em ê teqez qufila Îmraliyê bişkînin
Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar diyar kir ku gelê Kurd “Meşa Azadiyê” bi xwedîderketineke mezin pêşwazî kir û got: "Em ê teqez qufila Îmraliyê bişkînin." -
Li Edeneyê 2 kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê 2 kes bi îdîaya posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pirê daliqandine, hatin binçavkirin. -
Siyasetmedarê Baskî Zûlaîka: Rêberê dîrokî yê gelê Kurd Ocalan divê azad bibe
Siyasetmedarê Baskî Igor Zûlaîka anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan fikarê dide mirov û got: “Rêberê dîrokî yê gelê Kurd Abdullah Ocalan divê azad bibe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rola xwe rabe.” -
Ji 96’ê kesên binçavkirî, 54 kes hatin girtin
Bi hinceta çalakiya Edliyeya Stenbolê ji 96 kesên ku hatibûn binçavkirin, 54 kes hatin girtin. -
Qedexeya li Çiyayê Gabarê car din hate dirêjkirin
Dewleta Tirk a dagirker ji bo 15 rojan Çiyayê Gabarê weke “herêma ewlehiya taybet” îlan kir û hemû ketinên wir qedexe kirin. -
KCK’ê banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî meşa Kolnê bibin ku 17’ê Sibatê wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin. -
ROJEVA 10’Ê SIBATA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Endamê MYK'ê yê SGDF'ê piştî êşkenceyê hate girtin
Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Muslum Koyûn ê li Eskîşehîrê di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin, hate girtin. Hat diyarkirin ku Koyûn ê ku di serdegirtinê de rastî êşkenceyê hat û li nexweşxaneya ku ji bo tedawiyê rakirine ji ser hişê xwe çû. -
Karkerên Ozak Tekstilê yên li mafên xwe digerin hatin binçavkirin
Karkerên Ozak Tekstilê ên di roja 75'emîn a çalakiya xwe ya li ber avahiya girtîgehê ya Zeytînburnuyê de, hatin binçavkirin, BÎRTEK-SEN'ê bertek nîşan da. -
Rêwiyên Azadiyê li Licê bi coş hatin pêşwazîkirin
Meşa Azadiyê ya ku gihişt navçeya Licê ya Amedê, ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin û bi coş hat pêşwazîkirin. -
Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî ne
Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî ne. -
Binçavkirina parêzerên ÇHD'ê hate şermezarkirin
Li Mersînê gelek rêxistinên hiqûqî nerazîbûn nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD'yî dan, ku piştî êrîşa çekdarî ya li ser Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hatin binçavkirin. -
Bakirhan: Em ê bi rêya 3'yemîn hîn xurt bibin, faşîzmê asteng bikin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Bi siyaseta xwe ya 3'yemîn em ê hîn bi xurtî têbikoşin. Hêzên çep-sosyalîst, Kurd û kedkar wê faşîzmê asteng bikin." -
Tîma bersivdanê ya YPS'ê li Başakşehîrê çalakî kir
Tîma bersivdanê ya Şehîd Çawrê Gelhat a YPS JIN ragihand ku li Başakşehîr a Stenbolê wesayita kesekî MHP'yî yê nijadperest şewitandine. -
Muslum Koyûn hate binçavkirin
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya SGDF'ê Muslum Koyûn di encama serdegirtina malê de ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin serdana Îmraliyê bikin careke din serlêdan kirin. -
Berdana girtiyê 31 salan careke din hate astengkirin
Berdana Alî Koç ku 31 sal in dîlgirtî ye, cara duyemîn hate astengkirin. Koç ji ber ku poşmaniyê qebûl nake, nayê berdan. -
Kîbriye Evren hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de polîsan bi ser mala rojnamevan Kîbriye Evren de de girt û ew binçav kirin. -
Sozdar Avesta: Em beşdarî meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê bibin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê kir ku wê li Kolnê bê lidarxistin û got: “Têkoşîna me wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike.” -
Yildiz Ok Orak: Sîstema tenduristiyê têk çûye
Hevseroka Şaxê Amedê ya SES'ê Yildiz Ok Orak diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP-MHP'ê sîstema tenduristiyê têk çûye û xizmeta tenduristiyê ji gel re nayê dayin. -
ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.