Li Viyanayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan stand hat vekirin

Federasyona Civaka Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) ji Parlamentoya Awûstûryayê xwest ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê.

Li Awûstûryayê 14 saziyên di bin banê FEYKOM’ê, saziyên weke Defend Kurdistan, Bundnis û Enternasyonalîstên Awûstûrya piştgirîiyê didinê, ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parlamentoya Awûstûryayê bê nîqaşkirin, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Kampanya dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike û piştre pêşkêşî Meclîsê bê kirin.

Daxwazên ji Hikûmeta Federal a Awûstûrya û Komîteya Wezîran wiha ne:

- Dawîkirina li tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bînin û bêhiqûqiyê ji holê rakin.
- Divê Birêz Ocalan demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

- Daxwazên di raporên CPT'yê de bicihanîna û biryarên DMME'yê bên bicihanîn.

-Binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tavilê ji holê bê rakirin

- Divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku 25 sal in bi komploya navneteweyî dîl tê girtin, pêk were.

Çalakvanan her wiha banga tevlîbûna meşa dirêj a ku wê li bajarên Lînz, St.Polten û Viyana yên Awûstûryayê bi dirûşmeya azadiya ji Ocalan re azadî bê lidarxistin, kirin. 
Cih û rojên mîtîngên ku wê di meşa dirêj de bên lidarxistin wiha ne:

Lînz: 15.02.2024 | 18:00 | Volksgarten

St.Polten: 16.02.2024 | 16:00 | Muhlweg 83A

Viyana: 17.02.2024 | 15:00 | Opera Karsplatz