DEM Partiyê biryar da ku wê li Stenbolê namzetan destnîşan bike

MYK'ê ya DEM Partiyê li hev civiya û biryar da ku li Stenbolê namzetan destnîşan bikin. Navên namzetan hêj nehatine eşkerekirin. Li Bolûyê namzetiya Velî Saçilik teqez bû û li Antalyayê jî navê Kemal Bulbull derket pêş.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya hevserokan Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya.

MYK’a ku bi rojeva hilbijartinê kom bû, di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo derxistina namzetan a li gelek bajar û navçeyên Tirkiyeyê civiyan û nirxandin. 
WÊ LI STENBOLÊ NAMZET BÊN DESTNÎŞANKIRIN
Li gorî çavkaniyên partiyê, di encama nîqaşên dem dirêj de biryar hat dayîn ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet bên derxistin. Di vê mijarê de li ser navan hatibe sekinîn jî ji bo navan biryareke zelal derneket. 
Başak Demîrtaş beriya niha namzetiya xwe ya ji bo Stenbolê ragihandibû. 
LI BOLÛYÊ VELÎ SAÇILIK  
Di civînê de derxistina namzetan a ji Bolûyê jî hate nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de biryara derxistina namzetan hate dayîn. Li gorî biryara hate dayîn dê Velî Saçilik weke namzet were nîşandan. 
JI BO ANTALYAYÊ NAVÊ KEMAL BULBUL LI PÊŞ E
MYK’a DEM Partiyê ji bo Antalyayê jî biryara derxistina namzetan girt. Lê namzetên ku ji vir bên nîşandan diyar nebûn. 
Hate zanîn ku navê siyasetmedar Kemal Bulbul ê demekê li bajêr parlamenterî jî kir derketiye pêş. 
Di rojên pêşiya me de dê diyar bibe ku li bajêr kî namzet werin nîşandan.