Çalakiyên Nobeta Edaletê bi biryardarî didomin
Çalakiyên Nobeta Edaletê bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî, bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehan re hatine destpêkirin, li gelek bajaran didomin.
Çalakiyên Nobeta Edaletê bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî, bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehan re hatine destpêkirin, li gelek bajaran didomin.
WAN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Wanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, bi pêşengiya xizmên girtiyan û TUHAY-DER’ê di roja 60’emîn de berdewam kir. Gelek kes çalakiya li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr hat lidarxistin ziyaret kirin. Nivîskar Heval Dîlbîhar diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin nikare pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire. Diyar kir ku gelê Kurd tevî zext û zordariyan têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne.
AMED
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Amedê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan, kete meha duyemîn. Rêveberên Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) Şaxa Amedê û endamên Meclîsa Şaredariya Rezan ku çûn serdana çalakiyê, xwestin girtiyên nexweş bên dermankirin û kesên ku cezayê wan bi dawî bûye bên berdan. Çalakiyên nobetê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berdewam kirin.
ÎZMÎR
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê hatibû destpêkirin di roja 18’an de berdewam dike. Saziyên Denîzlî, Bodrum û Bayrakli û endamên Platforma Şaxên Îzmîrê yên KESK'ê yên Îzmîrê piştgirî dan çalakiya ku pankartên Kurdî û Tirkî hatin vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" û "Li dijî tecrîdê berxwedan" hatin berzkirin.
STENBOL
Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengiya MATUHAY-DER'ê li avahiya Rêxistina Navçeya Esenyurtê ya DEM'ê pêk hat di roja 52’an de ye. Çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan berdewam dikin. Peyama ku wê nobet dewam bike hat dayîn.
EDENE
Nobeta Edaletê ya ji aliyê AATUHAY-DER'ê ve li Edeneyê hatiye destpêkirin di roja 61'emîn de berdewam dike. Ciwanan çalakî li dar xistin û bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” çalakiya xwe berdewam kirin.
MÊRDÎN
Çalakiyên Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê dewam dikin. Gelek kes çûn serdana çalakvanan. Der barê "Meşa Mezin a Azadiyê" de nîqaş hatin kirin, beşdarên Nobeta Edaletê diyar kirin ku ew ê Meşa Azadiyê berfireh bikin.
ÊLIH
Li Êlihê jî namzetên Hevserokatiya Şaredariya Êlîhê ya Partiya DEM Partiyê Gulîstan Sonûk û Mehdî Oztuzun piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
Hevserokên DEM Partiyê yê Êlihê Songul Korkmaz û Mustafa Mesut Tekik banga hestiyariyê ji bo çalakiyan kirin û ji bo bidawîkirina bêhiqûqiyê banga têkoşînê li her kesî kirin.”
MÊRSÎN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ve li Mêrsînê hatibû destpêkirin li avahiya komeleyê dewam kir.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu çû serdana nobetê û got, "Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin."
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî got, “Heta ku ev tecrîda li ser Rêberê me ranebe û grevên birçîbûnê wê bidomin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Tirkan aştiyê dixwazin.”