Cenazeyê Hasan Altûn hat veşartin
Cenazeyê Hasan Altûn ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hate veşartin.
Cenazeyê Hasan Altûn ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hate veşartin.
Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a hatiye girtin û li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe Hasan Altûn ê di 30’ê çileyê de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bû. Leşkeran Nûrhayat Altûn ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1'an a Kandiraya Kocaeliyê dihat ragirtin, anîn Goristana Karşiyaka ya Enqereyê. Altûn piştî karûbarên veşartinê hat Mala Şînê ya Dayika Fatma û tevli şînê bû.
Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK), Rêxistina Bajêr a Enqereyê, Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) malbat û xizmên Altûn tevlî merasîma cenaze bûn.
Hasan Altûn ê jiyana xwe ji dest dayî, birayê mezin ê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn e.