ROJANE
Hemû Nûçe
-
DEM Partiya wê bi awayeke awarte li hev bicive
DEM Partî têkildarî biryara doza Kobanê got, “Em ê komployên we pûç bikin.” Partiyê biryar da ku civîneke awarte pêk bîne. -
Banga ji bo Doza Kobanê: Pêşerojê radestî tarîtiyê nekin
Di çalakiyên ku li Amed û Wanê têkildarî Doza Kobanê hatin lidarxistin de ev peyam hat dayîn, “Pêşeroja welat û demokrasiyê di tariyê de nehêlin.” -
Yilmaz Yavûz ê 30 salan girtî hate berdan
Yilmaz Yavûz ê 30 salan girtî ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hate berdan. -
Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji Belûcistanê re şand
Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku alîkarî ji mexdûrên lehiyê yên li Belûcistanê re şandiye. -
Doza Kobanê: 16 siyasetmedarên girtî tevlî rûniştinê nebûn
Ji siyasetmedarên girtî 16 kes tevlî rûniştina biryardanê ya Doza Kobanê nebûn. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 38 meh in agahî jê nayê wergirtin, parêzeran serlêdaneke nû kirin. -
Doza Kobanê: Rûniştina biryardanê destpê kir
Di Doza Kobanê de ku 108 kes lê têne darizandin û 18 jê girtî ne, rûniştina biryarê destpê kir. -
Li Şirnexê herî kêm 25 kes hatin binçavkirin
Li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê hêzên dewleta Tirk a dagirker avêtin ser malan û herî kêm 25 kes binçav kirin. -
Tê payîn îro di Doza Kobanê de biryar bê dayîn
Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de ku Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tên darizandin de, biryar bê dayîn. -
Hiqûqnas Demîr: CPT bûye parçeyek ji tecrîdê
Parêzer Cemal Demîr nerazîbûn nîşanî gotina 'tecrîd nîne' ya Wezareta Edaletê da û got, CPT jî parçeyek ji tecrîdê ye. -
Li Hezroyê zeviyên gundiyan têne desteserkirin
Dewlet bi desteserkirina zeviyên gundiyên Mîrgî yê Hezroyê bîra petrolê dikole. Gundiyên li ber vê yekê rabûn gotin, "Xaka me tê desteserkirin." -
Endresen: Tecrîd mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e
Parêzerê Norwêcî Bent Endresen anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnê ye û got, "Pirsa esasî ew e ku li hemberî tecrîdê divê em çi bikin. Şert û mercên ku Ocalan lê tê ragirtin, mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e." -
ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Emîne Şenyaşar a li Enqereyê di roja 104'an de ye
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû çû serdana Emîne Şenyaşar a 104 roj in li ber Wezareta Edaletê Nobeta Edalatê didomîne bi gotina, "Hikûmet vî dengî nabihîze" berteka xwe anî ziman. -
Dayikên Aştiyê: Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin
Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê ji bo bi Wezîrê Edaletê yê Tirk re hevdîtinê pêk bînin hatin Enqereyê, bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin, "Em dayik tenê zarokên xwe dixwazin. Em edaletê dixwazin." -
Qirkirina siyasî hat protestokirin: Li qereqolê lêgerîna tazî hat kirin
Rêxistinên hiqûqê ku qirkirina siyasî ya li Îzmîrê protesto kirin, dan zanîn ku li qereqolê êşkenceya lêgerîna tazî hatiye kirin. -
Ji bo Doza Kobanê li sê bajaran çalakî hatin kirin
Li Stenbol, Enqere û Rihayê ji bo Doza Kobanê ya ku dê sibê li Edliyeya Sîncan a Enqereyê bê lidarxistin banga xwedîderketinê hate kirin. -
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran meş: Em xwedî li zimanê xwe derbikevin
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran meş hatin kirin û daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de peyama xwedî derketina li zimanê Kurdî hate dayîn. -
DEM Partî: Divê 'Doza Kobanê' bê betalkirin, hevalên me bêne berdan
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya Dem Partiyê bal kişandin ser rûniştina biryardanê ya Doza Kobanê û gotin, "Divê doz bê betalkirin, hevalên me bêne berdan." -
Li Tetwanê 12 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di serdegirtinên malan de serê sibehê 12 kes hatin binçavkirin. -
Daxwaza jinûve darizandinê ya Osman Kavala hate redkirin
Daxwaza jinûve darizandinê ya karsaz Osman Kavala cara sêyemîn hate redkirin. -
Nûrhayat Altûn piştî dîlgirtina 7 sal û nîvan hate berdan
Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn piştî dîlgirtina 7 sal û nîvan hate berdan. -
Rojnamevan Esra Solîn Dal 19 roj in di hucreyê de ye
Esra Solîn Dal ku li Stenbolê tevî gelek hempîşeyên xwe hate girtin 19 roj in li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û bersiv ji daxwazên wê re nayê dayin. -
Ji kesên li Wanê hatin binçavkirin 8 kes hatin girtin
Li Wanê ji 55 kesên di 13'ê Gulanê de hatin binçavkirin 15 kes derketin pêşberî dadgehê û 8 kes hatin girtin. -
Li Stenbol, Antalya û Îzmîrê qirkirina siyasî: Bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Stenbol, Antalya û Îzmîrê herî kêm 40 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de, endamên Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê jî hene.