ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Colemêrgê ji 11 kesên ku hatinbûn binçavkirin 6 ji wan hatin girtin
Li Colemêrgê ji 11 kesên ku di 15’ê Gulanê de di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin ji wan 6 hatin girtin û 5 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Hiqûqnasan biryarên Doza Kobanê protesto kirin
Rêxistinên hiqûqê biryarên Doza Kobanê protesto kirin û gotin: “Em van cezayan nas nakin û em ê li dijî tarîtiyê têbikoşin.” -
Biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê li gelek bajaran hate protestokirin
Di Doza Kûmpasê ya Kobanê de qasî bi sedan salan cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hate birîn. Ev biryar li gelek bajaran bi çalakiyan hate protestokirin. -
Li Girtîgehên Egeyê 934 binpêkirinên mafan
ÎHD’ê ragihand ku di sala 2023’yan de li girtîgehên Egeyê, 934 caran binpêkirinên mafan pêk hatiye. -
Gultan Kişanak: Em ê azadiya hemû hevalên xwe bi dest bixin
Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak di Doza Kûmpasê ya Kobanê de bi salan dîl hate girtin û roja 16’ê Gulanê derbarê wê de biryara berdanê hate dayîn. Kişanak li Amedê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hate pêşwazîkirin. -
Tehliyeya Karataşê ku 30 sal in girtî ye, 6 mehan hate taloqkirin
Tehliyeya Ramazan Karataşê ku ev 30 sal in li girtîgehên dewleta Tirk tê rehîngirtin, ji aliyê Desteya Îdarî û Çavdêriyê ve careke din ji bo şeş mehan hate taloqkirin. -
Biryarên Doza Kobanê wê li 3 bajaran bêne şermezarkirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku biryarên Doza Kobanê wê li 3 bajaran bêne şermezarkirin û bang li muxalefetê kir ku bide yek deng. -
Erdogan kujer û darbekar berda
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî di kêliyên cezadayînên derqanûnî yên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de cezayên du leşkerên ku di Doza 28’ê Sibatê de cezaxwarî û bavê AKP'yîyekî kujerê du muşahîdan, efû kir. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ku 38 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin. -
Fîgen Yuksekdag: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Fîgen Yuksekdag a ku di Doza Kobanê 30 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, wiha got: “Heta roja îro nekarîn çok bi me bidin tewandin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.” -
Li Cizîrê du kedkarên çand û hunerê hatin binçavkirin
Li Şirnexê Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Cahît Akil û hunermend Ûmût Reşît Çagli hatin binçavkirin. -
Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê şermezar kir û got: “Weke hemû dozen li dijî têkoşîna gele Kurd, Doza Kûmpasê ya Kobanê jî dozeke siyasî ye.” -
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re: Divê her kes helwest nîşan bide
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re wiha got: “Em cezayên ku di Doza Kobanê de ji girtiyan re hatî dayîn, qebûl nakin. Em bang li her kesê dikin ku helwest nîşan bidin.” -
Li Wanê ji 55 kesên binçavkirî, 21 kes hatin girtin
Li Wanê roja 13’ê Gulanê bi ser malan de hat girtin û 55 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan 21 kes hatin girtin û yên mayî jî bi “şertê kontrola edlî” hatin berdan. -
Ji bo Nûrettîn Kaya yê di rojiya mirinê de, kêm wext dimîne!
Ji malbatên TAYAD’î Hasan Basrî Yildiz ragihand ku rewşa girtiyê siyasî Nûrettîn Kaya yê ku 211 roj in di rojiya mirinê de ye giran e, 40 kîlo dane û di qirika wî de birîn çêbûne. -
Dûran Kalkan: Bêyî xweparastin jiyanek azad ne pêkan e
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku xweparastin hevgirtina zanebûn, rêxistin û çalakiyê di nava xwe de dihewîne û got: “Eger jiyan hebe, divê azad be. Rêya jiyana azad jî di xweparastinê re derbas dibe.” -
Biryarên doza Kobanê nîşan didin ku kûmpasa siyasî wê dewam bike
Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca anî ziman ku desthilatdariyê bersiva 'Ez ê weke şûrê demokles li ser serê we bim' da aştîxwazan û got, "Êdî hîn bêhtir pêwîstî bi têkoşîna yekbûyî heye." -
ROJEVA 17'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
KNK: Darizandin û cezadana siyasetmedarên Kurd biryareke siyasî ye
KNK’ê bertek nîşanî biryara ji Doza Kobanê derketiye da û got: “Darizandin û cezadana siyasetmedarên Kurd biryarek siyasî ye.” -
Li Amed û Edeneyê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
Li Amed û Edeneyê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” biryara ji doza Kobanê derketiye hat protestokirin. -
Gultan Kişanak: Hewcedariya me ne bi tahliyeyê bi azadî û aştiyê heye
Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak tahliye bû. Gultan Kişanak li ber girtîgehê axivî û got: “Hewcedariya me di esasê de ne bi tahliyeyê bi azadî û aştiyê heye. Em dixwazin li welatekî ku jin, gel, bawerî, nasname û ziman lê azad in, bijîn.” -
Li Stenbolê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
Rêxistinên DEM Partî yên Stenbolê bertek nîşanê biryara ji doza Kobanê derketiye dan û gotin: “Ev biryarên siyasî ne. Em hatin dawiya doza kumpasê ya siyasî. Ev dozek hiqûqî nîne. Tu eleqeya wê bi hiqûqê tuneye.” -
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 105’emîn de ye
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber wezareta dadê di roja 105’an de berdewam kir. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em vê biryarê nas nakin!
Hevserokên Giştî yên DEM'ê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de cezakirina siyasetmedaran şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew vê biryara ku dadgehên cûntaya leşkerî tîne bîra mirovan, nas nakin. -
Di Doza Kobanê de bi giştî bi sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hat birîn
Di Doza Kûmpasê ya Kobanê de ji bo Fîgen Yuksekdag 30 sal û 3 meh û ji Selahattîn Demîrtaş re jî 42 sal, bi giştî bi sedan sal cezayê girtîgehêli siyasetmedaran hat birîn. Ji bo 5 siyasetmedaran biryara berdanê hat dayîn.