ROJANE
Hemû Nûçe
-
DEM Partî: Li Curnê Reş gef li muxtar û gundiyan tê xwarin
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ragihand ku AKP beriya hilbijartinên xwecihî yên li navçeya Curnê Reş a Rihayê gef li muxtar û gundiyan xwariye û ji wan re gotiye ku ‘ger em di hilbijartinan de bi ser nekevin, em ê av û ceyrana we qut bikin.’ -
'Hakî Karer di nava pîvan û armancên PKK'ê de ye'
"Rêbertî di Îlona 1977'an de li Dîlokê pêşnûmeya Bernameya Partiyê nivîsî. Bi vî rengî di pîvan û armancên bernameyê de xwedî li rastiya Hakî Karer hate derketin. Partîbûnê bi vî rengî destpê kir." -
ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di bin çavan de hatin windakirin hatin bibîranîn
Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di bin çavan de hatin windakirin, di çarçoveya “17-31 Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên Binçavkirî a Navneteweyî, li Goristana Gazî de bi ser gorên xwe hatin biranîn. -
Şehîdên Meha Gulanê li Rûsyayê hatin bibîranîn
Li bajarên Tambov û Saratovê yên Rûsyayê, Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn. -
Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bal kişandin bi ser tecrîdê
Bi sedan kesan bi pêşengtiya xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin û bal kişandin ser tecrîdê. -
Meclîsa ÎSÎG’ê: Di 11 salan de herî kêm 2500 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) a der barê qezayên kar, di 11 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 500 karkerên ciwan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Fîgen Yuksekdag re hevdîtin kirin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana siyasetmedara girtî Fîgen Yuksekdag kirin û ev daxuyanî dan: “Dixwazin ruhê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, ceza bikin.” -
Berdana Rojnamevan Derya Ren taloqî 3 mehan hate kirin
Nûçegihana JİNNEWS’ê Derya Ren ku nêzî 2 sal in girtî ye, divê di serê meha Gulanê de hatiba berdan. Lê bi hinceteke kêfî berdana wê taloqî 3 mehan hate kirin. -
Li Tokatê teqîn: 7 kes birîndar bûn
Li navçeya Erbaa ya Tokatê di malekê de teqîn çêbû û 5 jê cendirme, 7 kes birîndar bûn. -
KCDK-E: Şehîdên Gulanê xeta berxwedanê ye
KCDK-E'yê şehîdên pêşeng ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî û got, "Şehîdên meha Gulanê li dijî faşîzm û qirkirinê xeta berxwedanê ye ku rêya me ya azadiyê ronî dike." -
Ûçar: Sîstema bêzarkirinê tê ferzkirin
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar got, bi zext û zordariyê sîstemeke bêzarkirinê li girtiyan tê ferzkirin û diyar kir ku hewl tê dayin, daxwaza azadî û wekheviyê ji rojeva civakê bê xistin. -
ROJEVA 19'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li 3 bajaran Doza Kûmpasê ya Kobanê hat protestokirin
Di çalakiyên girseyî yên li Amed, Stenbol û Edeneyê de cezarkirina siyasetmedaran di Doza Kûmpasê ya Kobanê de, hatin protestokirin. -
Parêzvanê Şaredarê AKP’yî: Bazirganiya tiryarkê li min da kirin
Parêzvanê Şaredarê Berwariyê yê AKP’yî Teyyar Ozcan ê bi navê S.B., ragihand ku Ozcan bi wesayitên şaredariyê bazirganiya tiryakê kiriye. -
Rewşa girtiyên nexweş ên bi ser ji 65 salî re, giran e
Li Enqereyê rewşa pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên bi ser 65 salî re, hat eşkerekirin. Li Stenbolê jî bal hat kişandina ser rewşa Mehmet Emîn Çam. -
Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin
Li Şirnex û Hatayê biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn, hatin protestokirin. -
Berdana girtiyê 31 salan cara çaremîn hate astengkirin
Berdana Girtiyê nexweş Alî Şen ku 31 sal in girtî ye, bi hinceta ferzkirina “poşmantî” qebûl nekiriye, cara çaremîn hate taloqkirin. -
Dayikên Şemiyê ji bo 3 kesên ji aliyê dewletê ve hatine ‘qetilkirin’, hatin ba hev
Dayikên Şemiyê aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘qetilkirin’ pirsîn. -
Li 8 girtiyan 11 roj cezayê hucreyê hate birîn
Li 8 girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê dîl têngirtin, 11 roj cezayê hucreyê hate birîn. -
HBDH’ê şehîdên 18’ê Gulanê bi bîr anî: Şoreşa Yekbûyî wê bi ser bikeve
HBDH’ê şehîdên 18’ê Gulanê bi bîr anî û peyama “Şoreşa yekbûyî wê bi ser bikeve” da. -
Qirkirina siyasî: 18 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Stenbol, Manîsa û Îzmîrê hatin kirin de, 18 kes hatin girtin. -
207 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê wergirtin
207 roj in agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, agahî nayê girtin. -
ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê -
Xizmên girtiyan li qadan in: Tecrîdê bi dawî bikin!
Xizmên girtiyan li Wan, Edene û Mêrsînê bi çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin” domandin.