ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Antalya û Eskîşehîrê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
Li Antalya û Eskîşehîrê polîsên Tirk di saetên siharê de bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 11 kes binçav kirin. -
Êrîşî avahiya DEM Partiyê ya li Bêrecûkê hate kirin
Bi çekê êrîşî avahiya DEM Partiyê ya li Bêrecûkê hate kirin. -
Gultekîn Ozturk ê ku polîs lê dabû, jiyana xwe ji dest da
Li navenda Peyas a Amedê Gultekîn Ozturk ê ku polîs bi motosîkletê lê dabû, jiyana xwe ji dest da. -
ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sevda Karaca: Hem li meclîsê hem jî li kolanan em ê vî dengî bilind bikin
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 96’an de berdewam dike. Parlamentera EMP’ê Sevda Karaca serdana çalakiya Emîne Şenyaşar kir û got: “Hem li meclîsê hem jî li kolanan em ê vî dengî bilind bikin.” -
Di nav xwarina girtiyên jin de gule derket
Di nav xwarina girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dîl tên ragirtin de gule derket. -
Li Amedê protestoya binçavkirinan
Li Amedê binçavkirina rojnamevanan hate protestokirin ku Nûrcan Yalçin û Derya Ûs jî di nava rojnamevanên hatine binçavkirin de ne. -
Rojnamevan Esra Solîn Dal hîn jî di bin tecrîdê de tê ragirtin
Rojnamevan Esra Solîn Dal a ku bi operasyona qirkirina siyasî hate dîlgirtin, bi hinceta “ewlehiyê” ji 26’ê Nîsanê heta niha bi tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin. -
Li Bêrecûkê protesto: Em rê nadin dizîtî û xiyanetê
Di hilbijartinên 31’ê Adarê yên li navçeya Bêrecûk a Rihayê de Mehmet Begît ji DEM Partiyê hate hilbijartin û di 29’ê nîsanê de îstîfa kir. Mehmet Begît hate şermezarkirin. -
Salek û 7 meh cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlar hate birîn
Li hunermend Pinar Aydinlar bi sûcdariya 'propagandaya rêxistinê' salek û 7 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdana hevdîtinê kirin. -
Ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtinê li Rêberê Gelê Kurd hat birîn
Bi hinceta “cezayê disîplînê” ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat birîn. -
Li girtîgehên li Rihayê 35 girtî hatin sewqkirin
Ji girtîgehên Tîpa T a Hejmar 1 û 2 ên li Rihayê, 35 girtiyên siyasî sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. -
Li Kocaeliyê li dijî stasyona parkê çalakiya sabotajê: 17 wesayîtên servîsê şewitîn
Milîsên Zulkuf Gezen ên HBDH’ê ragihand ku li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê li dijî stasyona parkê ya ayîdê Wezareta Edaletê çalakiya sabotajê kirine. -
Li Riha û navçeyên wê terora polîsan: Herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk di saetên siharê de li Riha û navçeyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, herî kêm 14 kes binçav kirin. -
Dadgehê 3 sal ceza weke salek û 24 meh hesap kir
Dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" 3 sal ceza li Ufuk Demîr birî, vî cezayî weke salek û 24 meh ragihan û biryara girtinê da. Demîr got ku wî ev cezayê lê birîne berê razaye lê dîsa heman ceza li wî hatiye birîn. -
ROJEVA 7'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
Ji bo bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. -
YSK’ê encamên teqez ên hilbijartinên 31’ê Adarê eşkere kir
Serokê YSK’ê Ahmet Yener, encamên teqez ên hilbijartinên 31’ê Adarê eşkere kirin. -
DEM Partî li Bêrecûkê Mehmet Begît protesto kir
Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Mehmet Begît ê demekî kin piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstîfa kirî, ji hêla endamên meclisê ve hat protestokirin. -
Xizmên girtiyan li pêşiya girtîgehan in: Deng bide azadiyê!
Xizmên girtiyan li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. -
Denîz Gezmiş û hevalên wî hatin bibîranîn: Têkoşîna wan li Kurdistanê didome
Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama: "Têkoşîna wan li Kurdistanê didome. Têkoşîna me ronî dikin û rêya me vedikin." -
Temellî: Divê demildest şandeyek biçe Îmraliyê
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî derewa Wezareta Edaletê da û got: “Divê demildest şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê.” -
Rapora Girtîgehê: Desteyên Çavdêriyê xistine şûna darazê
OHD’ê têkildarî binpêkirinên li 17 girtîgehên herêma Egeyê raporek amade kir û da zanîn ku binpêkirinên keyfî, êşkence, miameleya xerab û tecrîda l li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin. -
Dema binçavkirinê ya derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
Derhênerê hunerê yê fîlmê Bakur Koray Kesîk ku 2'ê Gulanê li Îzmîrê hate binçavkirin, ji bo cara sêyemîn dema binçavkirina wî hate dirêjkirin.