ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hevserokatiya KESK'ê: Em li 81 bajaran li qadane
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçak jî diyar kir ku ew ê ji Beşîktaş û Saraçhaneyê hemwext bi meşê biçin Taksîmê û wiha got: “Em dixwazin vê rojê bi awaz û stranên xwe yên gelêrî pîroz bikin. Em dixwazin daxwazên xwe mîna koroyekê bînin ziman." 1’Ê GULA -
Hejmara nû ya Serxwebûnê derket
Hejmara 508’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Rê ji dagirkeriyê re nîne” derket. -
1’ê Gulanê: Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
Tevî hemû qedexeyên desthilatdariya AKP-MHP’ê, karker xwe amade dikin ku bikevin qada Taksîmê. -
Karasû: Xwedîderketina li Rêber Apo wê tevahiya mirovahiyê hembêz bike
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Ev xwedîderketin wê mirovahiyê hembêz bike. Hingî wê CPT jî helwesteke rast nîşan bide. DMME jî wê bi rola xwe rabe, yan jî rola xwe bi bîr bîne. Û Rêber Apo jî bi têkoşîneke bi vî rengî azad bibe." -
'Barbar wê têk biçin, sosyalîzm wê bi ser bikeve'
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê têkildarî 1'ê Gulanê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku sîstema cîhanê ya kapîtalîst ji bilî rijandina xwîn û rondikan, ji bilî zilm, zext û tundiyê tiştek neda karker û kedkaran. -
ROJEVA 1'Ê GULANÊ YA 2024'AN
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin?
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku derewa desthilatdariya AKP-MHP’ê ya derbarê Îmraliyê de bi bersiva komîsyonê fermî bûye û ev pirs kir, “Hûn li Îmraliyê çi vedişêrin? Hûn çi ji Îmraliyê direwînin?” -
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Heri dawi kengê hevdîtin hatiye kirin eşkere bikin
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji Wezareta Edaletê re ku got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûdê ji mafên xwe digire, wiha got: "Eşkere bikin, herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin." -
Hewldana 78’an serdana Emîne Şenyaşar kir
Hewldana 78’an serdana Emîne Şenyaşar kir ku di roja 89’an de li ber Wezareta Edaletê Nobeta Edaletê didomîne. -
Rojnamevan Alayumat hat sirgûnkirin
Rojnamevan Erdogan Alayumat ê ku dîl hatibû girtin, sirgûnî Girtîgeha Marmarayê hat kirin. -
KBDH'ê di 1'ê Gulanê de li dijî sîstema kapîtalîst banga serhildanê kir
Konseya Giştî ya KBDH'ê di 1'ê Gulanê de li dijî sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêr banga serhildanê kir. -
Li gorî Wezaretê li Îmraliyê tecrîd tune ye!
Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersiv da serlêdana ji bo tecrîda li Îmraliyê û îdia kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 38 meh in agahî jê nayên girtin, mafên xwe bi kar tîne. -
Mûrat Eser û Orhan Can piştî 30 salan hatin berdan
Girtiyên siyasî Mûrat Eser û Orhan Can, piştî 30 salan hatin berdan. -
8 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li Zelal Bîlgîn hate birîn
Di rûniştina destpêkê ya doza ku aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn lê dihat darizandin, ceza lê hate birîn. -
Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
Di lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 5 kes hatin binçavkirin. -
ÎHD'ê rapora xwe ya li ser hilbijartinên xwecihî eşkere kir
ÎHD'ê rapora xwe ya li ser binpêkirinên di dema hilbijartinên xwecihî de eşkere kir û bal kişand ser êşkence, binçavkirin, astengkirin û 44 hezar hilbijêrên xeyalî. -
Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Cizîrê û bajarokê Dergûlê ya Şirnexê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin. -
Eren Keskîn: Nûçegihana MA'yê Esra Solîn Dal tecrîdkirî ye
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn li Girtîgeha Bakirkoyê serdana nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal kir. -
Ji bo daxwaza girtina polîsê ku Şahîn Oner qetil kir, biryara red hat dayîn
Doza Şahîn Oner ê ku di sala 2013'yan de li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi wesayîta zirxî ji aliyê polîs Selahattîn Korkmaz ve hat pelçiqandin, ji nû ve hat dîtin. -
Dadgeha Bilind cezayên li Kozagaçli û Tîmtîk erê kir
Daîreya Ceza ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind cezayê deh salan ê li Serokê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Barkin Tîmtîk hatibû birîn erê kir. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Dawî li êşkenceyê bînin; deriyên Îmraliyê vekin!
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku berdana Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin ji bo salekê hatiye taloqkirin. Buroyê got, "Dawî li êşkenceya li Îmraliyê bînin; divê deriyên Îmraliyê ji bo azadiyê bêne vekirin." -
Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê kargehek şewitandin
Milîsên Mehmet Akîf Dalci yên HBDH'ê diyar kirin ku li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê dikaneke mobîlya ya kesekî MHP'yî şewitandine. -
Yekane rêya çareseriya siyasî, azadiya Abdullah Ocalan e
Ji Zanîngeha Hiqûqê ya Bajarê Sydney ê Awûstralyayê doçent Dr. Vicki Sentas, diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekane rêya aştî û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e. -
‘Li Başûr destkeftiyên Kurdan tên tunekirin’
Endamê KNK’ê Refîk Gefûr diyar kir ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê li şûna ku li dijî dagirkeriyê derbikeve, berovajî wê yekê dagirkeriyê hêsantir dike û got: ‘’Li Başûr destkeftiyên ku zarokên gelê Kurd bi berdêlên mezin bi dest xistine, tên tunekirin.’’ -
Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
Polîsan bi ser mala Endama Desteya Berdevkan a TOP’ê Jûlîana Gozen de girti û ew binçav kirin.