ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dozger derbarê Leyla Zana de ceza xwest
Di doza derbarê Leyla Zanayê hatiye vekirin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza hate xwestin. -
Li dijî biryara derbarê endamên ÇHD’ê yên girtî de nerazîbûn
Platforma Azadî ji Parastinê re, têkildarî erêkirina cezayên Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Barkin Tîmtîk nerazîbûn nîşan dan. -
DEM Partî ji Serokê Meclîsê re got: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de serdana DEM Partiyê kir. DEM Partiyê ji bo destûra bingehîn a demokratîk peyama pêdivî bi paqijkirina rê heye da. -
DEM Partî li Amedê kongreyê pêk tîne
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dest bi amadekariyên ji bo Kongreya Asayî ya 1'emîn kir. -
Milîsên HBDH'ê li Kocaeliyê fabrîqeyek dan ber agir
Milîsên Karker û Edaletê yên HBDH'ê ragihand ku wan li Kocaeliyê febrîqeyeke aîdî şexsekî MHP’yî yê faşîst dane ber agir. -
Bultena tecrîdê: Li Îmraliyê ev 24 sal in tecrîd û 3 sal in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
Di 'Bultena Tecrîdê' ya ÎHD'ê de hat destnîşankirin ku 3 sal in agahî ji Îmraliyê nayê girtin û hat gotin, "agahînegirtinek mûtleq heye.” -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin. -
'Israra di tecrîdê de israra di şer de ye'
Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan weke şer bandorê li civakê dike. Dewamkirina tecrîdê tê wateya israra di vî şerî de." -
Parêzer Yûsûf Erdogan: Divê daxwazên girtiyan tavilê bi cih bêne anîn
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku ew çalakiyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê rewa û mafdar dibînin û got, "Divê dewlet ji bo bicihanîna van daxwazên rewa tavilê gavan biavêje." -
'Bi rêya tecrîdê berdêleke giran li ser civakê tê ferzkirin'
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan anî ziman ku bi sîstema tecrîdê re berdêleke giran bi civakê tê dayin. -
ROJEVA 2'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Çukurovayê 1’ê Gulanê: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye!
Li Çukurovayê bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê karker daketin qadan û mafê xwe xwestin. Girseya gel li qadan got, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Tulay Hatîmogûllari: Em ê ji bo bajarên xwe seferber bibin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir û got, “Em bi xebatên xizmetguzariyê ji bo bajarên xwe seferber bibin.” -
Mitînga Êlihê: Em dikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê
Kedkarên li Êlihê di qada 1’ê Gulanê de li hev civiyan û ev peyam dan, “Ger têkoşîna me bibe yek em ê bikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê.” -
Kedkar tevî barana zêde li Enqereyê li hev civiyan
Kedkarên li Enqereyê tevî barana zêde li qadên 1’ê Gulanê li hev civiyan. -
Xelkê Dersim û Dîlokê di 1’ê Gulanê de daketin qadan
Kedkarên ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê daketin qadan, budçeya şer protestokirin û peyama mezinkirina têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dan. -
Polîsan êrîşî karkeran kir: Herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
Polîsan êrîşî kesên ku dixwestin bi wesîleya 1’ê Gulanê ber bi Taksîmê ve bimeşin, kir û herî kêm 216 kes binçav kirin. -
Li Îzmîrê 1'ê Gulanê: Serketin wê ya berxwedêran be
Li Îzmîrê kedkar li qada yekê Gulanê gihîştin hev û polîtîkayên şer û kedxwariyê şermezar kirin. Kedkaran gotin, "Serketin wê ya berxwedêran be." -
Kedkaran bi berxwedanê bersiv dan êrîşa polîsan
Kedkarên ku ji bo ber bi Taksîmê ve bimeşin li Saraçhaneyê li hev kom bûn, bi berxwedanê bersiv dan êrîşa polîsan. Gelek kes hatin binçavkirin. -
Bakirhan li Saraçhaneyê ye: Heta ku karker ji vir neçin, em jî naçin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan tevlî meşa 1’ê Gulanê ya li Saraçhaneyê bû û wiha got: “Heta ku çîna karkeran ji vir neçe em jî dê ji vir neçin.” -
1'ê Gulanê: Li dijî êrîşan her der qada berxwedanê ye
Karker û Kedkar ji bo ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin li Parka Saraçhaneyê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin. Polîsan êrîş birin ser çalakgeran. Li dijî êrîşa polîsan jî berxwedanê destpê kir. Li Êlih û Wanê jî çalakiyên 1'ê Gulanê dewam dikin. -
Peyama MAK’ê ya 1’ê Gulanê
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyekê 1'ê Gulanê pîroz kir û di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd kir ku li dijî talûkeyan bi ‘ruhê têkoşîna Wanê’ nerazîbûna xwe nîşan bidin. -
Li Êlihê bi hezaran kes li qada 1'ê Gulanê ne
Li Êlihê bi hezaran karker û kedkar ber bi qada mîtîngê ya 1'ê Gulanê ve dimeşin. -
1'ê Gulanê: Her der berxwedan!
Rêxistinên kedê û sosyalîst li kolanên Okmeydani li hev kom bûn û ber bi Taksîmê ve dimeşin. Di çalakiyê de dirûşma "Her der berxwedan" tê qîrîn. Polîs êrîşê dibin ser çalakiyê. -
Karker ji bo bimeşin Taksîmê, li Saraçhaneyê kom dibin
Li ser banga sendîkayan, karker û kedkar ji bo ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin li Parka Saraçhaneyê kom dibin.