ROJANE
Hemû Nûçe
-
KCDK-E ji bo Xalê Emîn sersaxî xwest
KCDK-E ji ber wefata Xalê Emîn ê bi salan di nava tevgera azadiyê de ked daye, peyama sersaxiyê weşand. -
Li çar bajarên Bakurê Kurdistanê herî kêm 24 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li bajarên Erzîrom, Mêrdîn, Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê avêtin ser malan û di encamê de herî kêm 24 kes binçav kirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin. -
MAK’ê li Geverê li polîsên ku kontrola GBT’ê dikirin xist
Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), diyar kir ku wan li navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî polîsên dagirker ên kontrola GBT’ê dikirin bi teqemeniyên bi destçêkirî çalakî pêk anîne. -
Li Rihayê 4, li Balikesîrê kesek hate binçavkirin
Polîsên Tirk li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û li Balikesîrê 5 kes binçav kirin. -
Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê navendeke kar a 'kesekî faşîst' şewitandin
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê li Bûrsayê agir berdane navendeke kar a 'kesekî faşîst'. -
‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan hişyarbûnek bû’
Muharrem Aral diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina ‘Kurdistan mêtingeh e’ gel rêxistin kir û ev yek xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: “Bi pêşengiya Rêbertî gel hate birêxistinkirin û vê yekê cesaret da gelê Kurd.” -
Tarik Ziya Ekîncî jiyana xwe ji dest da
Siyasetmedar û dîroknas Tarik Ziya Ekîncî jiyana xwe ji dest da. -
3 jin hatin qetilkirin
Li Enqere û Stenbolê duh bi şev 3 jin hatin qetilkirin. -
Qeyûman Qers parsel bi parsel firotine
Turker Oksuz û Ziya Polat ku ji sala 2020'î û vir ve weke qeyûm li ser Qersê hatine danîn, bi 117 malên neguhezbar bajar parsel bi parsel firotin, şaredarî bi milyonan lîreyî di binê deynan de hiştin. -
ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di çalakiya nobetê ya Mexmûrê de Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 392’an de bi koma 77’an didome. Di çalakiya nobetê de Cejna Vejînê hat pîrozkirin. -
17 qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bîranîn
17 kesên ku beriya 31 salan li Dîgorê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Cenazeyê Endamê Koma Aştiyê li Meletiyê hate veşartin
Cenazeyê Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ê li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da, li Taxa Taruca ya navçeya Arxan a Meletiyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Milîsên YPS JIN depoya marketa zincîran da ber agir
Milîsên Şehîd Ekîn Amanos ên YPS JIN’ê ragihand ku wan li Stenbolê depoya marketeke zincîran daye ber agir. -
Li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk di saetên siharê de li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. -
Mavî yê 75 salî ku di binê çavan de krîza dil derbas kir, hate girtin
Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî ku di asta ji sedî 96 de astengdar e û di binê çavan de krîza dil derbas kir, hate girtin. -
Omer Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ji bo karibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne ku agahî jê nayê wergirtin, serî li Wezareta Edaletê da. -
ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
KNK’ê waliyê Kerkûkê Taha û YNK pîroz kir
KNK’ê bi peyamekê hilbijartina waliyê Kerkûkê Rêwar Taha û YNK’ê pîroz kir û got, “Em hêvîdar in ku ev qonaxa nû bibe qonaxeke pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin û vekirina rûpeleke nû ya xizmetkirinê.” -
Cenazeyê Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ber bi warî ve hate şandin
Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş li Îzmîrê tedawiya qanserê didît û roja Duşemê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktaş ji bo veşartinê ber bi Meletiyê ve hate şandin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 41 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin û girtiyên din ên li Îmraliyê, parêzaran careke din serlêdan kirin. -
Li Sêwasê bi mezinahiya 4.1 pileyî erd hejiya
Li gorî Rasatxaneya Kandîllî, li navçeya Karayûn a Sêwasê bi mezinahiya 4.1 pileyî erd hejiya. -
Ji milîsên HBDH'ê çalakiya sabotajê
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH'ê li Bûrsayê li febrîqeyekê çalakiya sabotajê kirin. -
Keskîn: Dayikên Kurd ên kal û nexweş di qawîşên germahiya 40 pileyê de tên ragirtin
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a ku serdana sê dayikên Kurd ên li Girtîgeha Tîma M a Êlihê tên ragirtin, kir û wiha got: “Tevî ku hemû jî nexweş in û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, di qawîşên germahiya 40 pileyê de tên ragirtin.”