ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rapora Şaxa Îzmîrê ya OHD’ê: Tecrîd belavî hemû girtîgehan bûye
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên ji meha çileya 2024’an heta meha hezîranê li girtîgehên Herêma Egeyê hatine kirin, li avahiya komeleyê eşkere kır. -
Meha Tîrmehê 144 karker li ser kar mirin
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku meha Tîrmehê 144 karker li ser kar mirin. -
Encamnameya Komxebatê: Em ê bajarên ku siyaset lê civakî bûye, biafirînin
DEM Partiyê encamnameya Komxebata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a ku di 3-4’ê Tebaxa 2024’an de li Wanê pêk anî, eşkere kir. -
Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 41 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
MAK’ê li Geverê li dijî qereqola polîsan çalakî kir
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) li navçeya Gever a Colemêrgê bi çekên ferdî û bombeyan li dijî qereqola polîsan çalakî lidar xist. Hat diyarkirin ku çalakî ji bo silavkirina pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî hatiye lidarxistin. -
Artêşa Tirk a dagirker 9 baregehên nû ava kir
Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Dihokê 184 malbat ji cih û warê xwe bûn. Artêşa dagirker li herêmê 9 baregehên nû ava kir. -
‘Di hedefa dewleta Tirk de destkeftiyên Kurdan hene’
Berrîn Sonmez diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên Kurdan tune bike û destnîşan kir ku Kurd jî weke gelekî berxwedêr û polîtîk dikare li dijî van polîtîkayan bisekine. -
Bexdayê biryara girtina Tevgera Azadî û PADÊ da
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê di demeke ku dewleta Tirk êrîşa dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê didomîne de, biryar da ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û PADÊ jî di nav de, 3 partiyên siyasî werin girtin. -
Li Osmaniyeyê 5 kes hatin binçavkirin
Li Osmaniyeyê 5 kes ji ber di dawetê de li ber muzîka Kurdî govend gerandine, hatin binçavkirin. -
ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Edene, Îzmîr û Mêrsînê çalakiyên ‘Deng Bide Azadiyê’
Xizmên girtiyan di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî" ki gelek bajaran çalakiyên "Deng bide azadiyê" lidarxistin. -
Cenazeyên 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûne, radestî malbatan hatin kirin
Cenazeyên 3 gerîlayên li herêma Herekol a Sêrtê di bombebarana dagirkeran de şehîd bûn, radestî malbatên wan hatin kirin. -
Polîtîkaya şerê taybet: Ciwanên Kurd di pencê çeteyan de ne
Krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê, zextên dewletê û çete li taxên xizan zextê li ciwanên Kurd dikin ku bikevin nav çeteyên madeyên hişbir. -
Tolhildana fermanê bi fikir û felsefeya jiyana azad pêkan e
Siyaseta ji qurbanên fermanê, qurbanên jibîrkirinê ava dikin. Ji qurbana qurban hilbijartin berdewama fermanê ye. Bi siyaseta jibîrkirin û koçberkirinê fermana nîvcomayî temamkirin e. Têkoşîna li dijî vê jî bi rêveberiya xweser pêkan e. -
Di plana dagirkeriyê de rola cerdevanan
Tevgera Azadiyê bê navber cerdevanan hişyar dikin da ku tevlî operasyonan nebin û nekevin xwîna zarokên gelê Kurd. Di vî şerê li qadên gerîla de, hin cerdevan ji leşkerên dewleta Tirk hîn zêdetir êrîşî gerîla dikin. -
ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin
Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ ya li ber girtîgeha Bakirkoyê hat lidar xistin de, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û serbestberdana girtiyan kirin. -
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Deriyên Îmraliyê vekin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di kongreya li Dîlokê de bal kişand ser tecrîdê û diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê şert e. -
ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Alpay: Redkirina Kurdî tê wateya redkirina rastiyê!
Zimanzan Necmiye Alpay destnîşan kir ku redkirina Kurdî tê wateya redkirina rastiyê û got, “Ev pêkanînên salên 1990’î tînin bîra min. Yên ku me bi dabeşkeriyê re sûcdar dikin, bi van polîtîkayên dijminatî û cihêkirinê re dabeşkeriyê bi xwe dikin. -
‘Divê girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç demildest bên berdan’
Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Mustafa Yaşar û Mustafa Aytaç giran e û peyama “divê demildest bên berdan” hat dayîn. -
Dayikên Şemiyê ji bo Silêman Cîhan edalet xwest
Dayikên Şemiyê ji bo darizandina faîlên Silêman Cîhan hatin ba hev. -
Lêgerîna edaletê ya xizmên windayan dewam dike
ÎHD û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin bipirsin, vê hefteyê jî çalakiya xwe domandin. -
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li Îzmîrê çalakî kirin
Înîsiyatîfa Zarokên Agir li Îzmîrê febrîqeyeke palet, 2 depoyên hewayê yên sar û 5 wesayît şewitandin. -
DEM Partiyê Komkujiya Êzîdiyan şermezar kir
Desteya Rêveber a DEM Partiyê got: ‘’Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Êzîdiyan a 3’yê Tebaxê destnîşan dikin ku em bi gelê Êzidî re ne û bi rêzdarî kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.’’