ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Îzmîrê Nîlay Guleser jî di nav de 6 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî 2 kes hatin binçavkirin. -
Êrîşên li ser nirxên Kurdan hatin şermezarkirin
Li Mêrsînê êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî hatin şermezarkirin û peyama, “Wê her kes rastiya Kurd, Kurdî û Kurdistanê qebûl bike" hat dayîn. -
MKG û DFG’ê biryara darvekirina rojnamevan Pexşan Ezîzî şermezar kir
MKG û DFG’ê têkildarî cezayê darvekirinê ya rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê girtiye, daxuyanî da. -
DEM Partî bertek nîşanî ‘pêla nijadperestiyê’ ya li dijî Kurdan da
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de zextên li ser ziman û çanda Kurdî bi tundî rexne kir. -
Êrîşên li ser çanda Kurdî nayên qebûlkirin
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dîndar û Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Harun Okay nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî dan û bang li hikûmetê kirin ku dest ji vê polîtîkaya xwe ya cudakar berdin. -
ÎHD’ê bang li Îranê kir ku dawiyê li cezayên îdamê bîne
ÎHD’ê li dijî cezayên îdamê yên Îranê çalakiyek li dar xist û cezayên îdamê yên li Pexşan Ezîzî û Şerife Muhammedî hatî birîn protesto kir û bang li dewleta Îranê kir ku van cezayan betal bike. -
Nivîsên Kurdî bi fermana Wezareta Karên Hundir tên jêbirin
Hate zanîn ku li Wanê nivîsên bi hişyariya Kurdî ya li ser rêyan, bi fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk tên jêbirin. -
Hevserokên DEM Partiyê êrişa Îsraîlê ya li Beyrûdê şermezar kirin
Hevserokên DEM Partiyê êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li başûrê Beyrûdê şermezar kirin û diyar kirin ku êrişa li ser sivîlan sûcê li dijî mirovahiyê ye. -
Bayik: Şerê PKK’ê li dijî dagirkerî û xiyanetkaran e
Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê li Başûr dest bi dagirkeriyê kiriye û got: “Eger alîkariya PDK’ê neba wê Tirkiye gavek jî neavêtiba Başûr. Di nava PKK û PDK’ê de şer nîne. Di nava PKK û dagirkerî û xiyanetê de şerek heye.” -
‘Ewropa di mijara Ocalan de ji standardên mafên mirovan dûr in’
Siyasetmedaran, destnîşan kirin ku Komîsyona Mafên Mirovan û CPT di mijara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi adilane tevnagere û gotin, “Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî mafên bingehîn ên mirovî binpê dikin.” -
ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li gelek navendan êrîşên li ser çanda Kurdî bi govendê hate şermezarkirin
Li gelek navendan êrîşên li ser çanda Kurdî bi gerandina govendê hate şermezsarkirin û peyama, “Govend berxwedan e, govend dîrok û nasnameya Kurd e. Em bernadin vê dîlanê.” -
RSF’ê banga berdana rojnamevan Silêman Ehmed kir
RSF’yê xwest rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve dîl hatiye girtin û cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, were berdan. -
Li Wanê çalakiya protestoyî: Em ê gav paşve neavêjin
Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bertek nîşanî binçavkirinên siyasetmedaran da. -
Herêma Omeryanê ji bo gel hate qedexekirin
Li gundên Herêma Omeryanê ya Nisêbînê ji bo 15 rojan “Herêma ewlehiya taybet” hate ragihandin. -
Ayşegul Dogan: Divê em rast îfade bikin; ev desthilatdarî dijminê Kurdan e
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser êrîşên ku li dijî Kurdan zêde bûne û got: “Tiştek din jî kete nav mevzuata me ya cezayê; Kurdbûn sûc e! Ev desthilatdarî dijminê Kurdan e.” -
Li gundên derdora Colemêrgê amadekariya operasyonê
Artêşa Tirk a dagirker li gundên derdora Colemêrgê amadekariya operasyonê dike. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin. -
Li Wanê qirkirina siyasî: 15 kes hatine binçavkirin
Li Wanê di operasyona qirkirina siyasî de 15 kes hatin binçavkirin. -
Li Erziromê di qezayekê de 4 kes mirin
Li Erziromê ambulans û wesayîtiya ticarî li hev ketin û 2 jê xebatkarên tenduristiyê, 4 kes jiyana xwe ji dest dan. -
ROJEVA 30’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî çand û zimanê Kurdî hate şermezarkirin
Nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê didome. Di nobetê de êrîşên li dijî çand û zimanê Kurdî hate şermezarkirin. -
‘Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê stran û govenda azadiyê bigerînin’
Li gelek bajarên Kurdistanê û Stenbolê girtina kesên li ber stranên Kurdî govend gerandin bi daxuyaniyan hate şermezarkirin. -
Nivîsên hişyariyê yên Kurdî li ser fermana walî hatine jêbirin!
Derket holê ku li Amedê jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî bi fermana Walî Mûrat Zorlûoglû hatiye kirin.