ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rapora Colemêrgê: Îradeya Kurdan tine tê hesibandin
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê der barê bûyerên piştî ku desteserkirina peywira Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û girtina wî, raporek eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman derbeyek li îradeya gel û demokrasiyê ye. -
Ciwanên govend gerandin hatin girtin
9 ciwanên ku li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" ji hêla dadgehê ve hatin girtin. -
Dewleta Îranê girtiyekî Kurd bi darve kir
Dewleta Îranê girtiyê Kurd Kameran Şêxe (39) bi darve kir. -
Parlamenter ji civîna komîsyonê hatin derxistin
Parlamenterên DEM Partî û Partiya DEVA’yê ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin. -
DEM Partî nerazîbûn nîşanî êşkenceya li dijî ciwanên ku govend gerandine da
DEM Partiyê, nerazîbûn nîşanî êşkencekirina ciwanên ku li ber stranên Kurdî govend gerandine û hatine binçavkirin da û destnîşan kir ku Wezîrê Karên Hundir xwedî li êşkenceyê derketiye. -
Berêz Ebas: Tirkiyeya nû Kurdistanê wek beşeke xwe dibîne
Li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser başûrê Kurdistanê, dîroknas Berêz Ebas got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê helwesta wê tune ye, her wiha dengên nerazî yên li dijî dagirkeriyê jî tepeser dike.” -
Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdanên nû hatin kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku 41 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin. -
Dibe ku girtiyê nexweşê FMF’ê gurçikên xwe winda bike
Seyfettîn Demhat nexweşê FMF’ê ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin. Hevjîna Demhat, Tûba Demhat got ku heke hevjînê wê neyê dermankirin dibe ku gurçikên xwe winda bike. -
‘Operasyonek birbirî ya organîzekîrî heye’
Parlementerê DEM Partî yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku dîmenê ciwanên li Mêrsînê govendê digerînin û dirûşman berz dikin, bizanebûn hatiye parvekirin û bi vê yekê operasyoneke birbirî ya organîzekîrî dimeşînin. -
ROJEVA 25’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê -
Nobeta li dijî desteserkirinê didome: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê dane destpêkirin di roja 43’yemîn de berdewam kir. Di nobetê de peyama, "Em ê bi berxwedanê bi ser bkevin" hat dayîn. -
DEM Partî îtîraza girtina Ozperçîn kir
DEM Partiyê li dijî girtina Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn îtîraz kir. -
Bozan: Bi dîmenê berê ciwan binçav kirin, êşkenceya psîkolojîk lê kirin
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku dîmenê ciwanên ku li Mêrsînê bi stranên Kurdî govendê digerînin, kevne û got: “Bi dîmenê berê ciwan binçav kirin, êşkenceya psîkolojîk lê kirin.” -
MKP’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê banga yekîtiyê kir
Komîteya Navendî ya Partiya Maoîst Komunîst (MKP) nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê da û bang li her kesê kir ku di nava refên berxwedanê de bibin yek. -
DEM Partiyê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê pîroz kir
Gîgirê Hevserokatiya Giştî û Berpirsyarê Komîsyona Çapemeniyê ya DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku ew Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê weke roja berxwedan û têkoşînê pîroz dikin. -
MHP bûye pirsgirêkeke Tirkiyeyê
Rojnameger-nivîskar û endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Ender Îmrek têkildarî daxuyaniyên Bahçelî axivî û got ku rewşenbîr, rojnameger û siyasetmedar wê li hemberî van gefan serî netewînin. -
‘Bila astengiyên li pêşiya azadiya Rojnamevan Karakoç bên rakirin’
Siyasetmedar, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan xwestin, astengiyên li pêşiya azadiya Rojnamevan Serdar Karakoç bên rakirin û gotin: “Em şahidê rojnamevaniya Karakoç in.” -
ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê. -
Nobeta li dijî desteserkirinê di roja 42’yemîn de berdewam dike
Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê dane destpêkirin di roja 42’yemîn de berdewam dike. -
Dagirkerî û xiyanet li Enqereyê hat protestokirin
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat bi gotina “Berpirsyariya me ye ku bi dirûşma ‘Ji şer re na, cîhaneke din pêkan e’ eniyeke xurt a li dijî şer ava bikin” banga hevgirtinê kir. -
Girtiyê nexweş Tîryakî 3 meh in dernaxin revîrê
Girtiyê nexweş Mehmet Nûrî Tîryakî yê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê tê ragirtin diyar kir ku 3 meh in wî dernaxin revîrê. -
Îddîanameya HDP’iyan piştî salekî hate qebûlkirin
Îdianameya derbarê hevserokên HDP’î yên Îzmîrê yên berê hatibû amadekirin û ji hêla du dadgehan ve hatiye redkirin, ji hêla îstînafê ve ji Dadgeha 13’emîn a Îzmîrê re hate şandin. Danişîna ewil dê di 4’ê cotmehê de bê lidarxistin. -
Senatorê Fransî serlêdan kir: Ez Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim
Senatorê Fransî Pascal Savoldelli bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ji bo ku hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike, serî li Wezareta Edaletê ya Tirk da. -
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî girtina Ozperçîn da
DEM Partiyê li hemberî girtina Hevserokê Komîsyona Hiqûq û Mafên Morovan a Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Polîtîkayên desthilatdariyê yên pevçûn û şer berdewam dikin.’’ -
DEM Partî wê bernameya xwe ya ‘ji bo ked û edaletê’ ava bike
Meclîsa DEM Partiyê encamnameya xwe ya ku 21’ê Tîrmehê li Enqereyê pêk anî, eşkere kir. DEM Partiyê ragihand ku wê bernameya têkoşîna ji bo ked û edaletê ava bikin.