ROJANE
Hemû Nûçe
-
DEM Partî: Divê demildest der barê Îmraliyê de daxuyanî bê dayîn
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin û bang li Wezareta Edaletê û Wezareta Tenduristiyê kir ku têkildarî Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin daxuyaniyên pêwîst bidin. -
Di çalakiyên 'Deng Bide Azadiyê' de êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Xizmên Girtiyan di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber girtîgehan li hev civiyan û wiha gotin: “Ji bo dawî li polîtîkayên şer ên li Kurdistanê bê anîn, em bang dikin ku dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin.” -
Meclîsa Dayikên Aştiyê ji 9 girtiyan re azadî xwest
Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo 9 kesên ku li gundê Bilêxşê yê navçeya Kercewsê hatine girtin, azadî xwest. -
Şandeya Meclîsa Bajêr a Kerkûkê li Enqereyê ye
Piştî civîna destpêkê ya fermî ya Meclîsa Bajêr a Kerkûkê, şandeyek li ser daxwaza Tirkiyeyê çû Enqereyê. Şande ji Rekan Cibûrî ku wekîlê Waliyê Kerkûkê ye û ji endamên Eniya Tirkmen pêk tê. -
Heyeta Bexdayê piştî Hewlêrê li Silêmaniyeyê ye
Heyeta Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ku ji bo lêkolînkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Bexdayê berê xwe da Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyeyê dest bi danûstandinan kir. -
DEM Partiyê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî
Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê pêşengê Zimanê Kurdî Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Em ê mîrateya ku wî ji me re hiştî bigihînin lûtkeyê û azadiya zimanê xwe bi dest bixin.” -
ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sersaxiya rojnamevan Mirad Mîrza bi merasîmekê bi dawî bû
Konê sersaxiyê yê rojanemevan Mirad Mîrza Îbrahîm ku li ber derê mala wî ya li Şengalê hatibû vedan, di roja sêyemîn de bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn. -
Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
Li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hate lidarxistin. Di çalakiyê de biryardariya xizmên girtiyan a li dijî tecrîdê, hate destnîşankirin. Peyama ‘heta tecrîd radibe, wê têkoşîn dewam bike’ hate dayîn. -
Arşîva Çapemeniya Azad li ser weşana dîjîtalê ye
Arşîva Çapemeniya Azad ji weşana dîjîtal re hate vekirin. -
Yaşar ê ji sedî 68 astengdar, bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal hate girtin
Li Stenbolê Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astendar, bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal hate girtin. Yaşar birin girtîgeha Metrîsê. -
Girtî Ozer: Destpêkê divê hêza demokrasiyê hebe
Abdulsittar Ozer ê li Girtîgeha Marmarayê dîl tê girtin, diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ji bo ku tecrîdê bikin mijara nîqaşê, divê bi rastî jî xwe veguherînin hêza demokrasiyê. -
DEM Partî: Em xwedî li mîrateya bi rûmet a 14'ê Tîrmehê derdikevin
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi bîr anî û got, "Em xwedî li vê mîrateya bi rûmet derdikevin û soz didin ku ji niha û pê ve jî di têkoşîna xwe de dewam bikin." -
NÇR / Ewropa: Divê hemû partiyên siyasî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin
NÇR / Ewropayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê da û got: “Hêz û partiyên siyasî li çar hêlên Kurdistanê divê bi erka xwe ya dîrokî rabin û bibin qelxanek ji bo parastina Kurdistanê.” -
HBDH: Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê di nava têkoşîna me ya yekbûyî de ye
Komîteya Rêveber a HBDH'ê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi bîr anî û got, "Meşaleya mezin a berxwedanê ku bi 14'ê Tîrmehê re hate pêxistin, li hemû çiya û bajar belav bûye." -
Kav: Li girtîgeha Amedê li dijî îmhayê manîfestoya berxwedanê hate afirandin
Siyasetmedar Fûat Kav anî ziman ku manîfestoya berxwedanê ya ji aliyê Mazlûm Dogan, Çaran û Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ve hate afirandin veguherî manîfestoyekê ku ji bo zindanan hemûyan derbas dibe. -
ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Xaneqînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanek hat lidarxistin
Li Xaneqînê Partiya Komînîst a Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê xwepêşandanek lidarxist. -
Rojnamevan Sadik Topaloglû hat girtin
Rojnamevan Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş ku 4 roj bûn di binçavan de bûn, hatin girtin. -
Li bajarê Silêmaniyê bi boneya çileyê hunermend Ehmed Derwêş merasîmek hat lidarxistin
Li bajarê Silêmaniyê, bi boneya çileyê hunermend û pêşmergeyê dêrîn Ehmed Derwêş merasîmek hat lidarxistin. -
Li 3 bajaran çalakî: Bila girtiyên nexweş bên berdan
Ji bo berdana girtiyên nexweş Leyla Aygun, Hanîfe Arslan û Abdulhalîm Kaya, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bang hate kirin. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta bav û kurê hatine revandin, pirsîn
Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 1007’an a çalakiya xwe de, ji bo aqûbeta Îbrahîm û Edîp Çelîk ên ku beriya 30 salan li Êlihê hatin revandin û êdî agahî jê nehatin wergirtin, hatin ba hev. -
14’ê Tîrmehê destan, çand, feraset û wêjeya berxwedanê ye
Dengê ‘berxwedan jiyane’ distire strana xwe ya serkeftin û berxwedaniyê, dîlana azadiyê digrin û wê dîlanê jî bi hezaran Kurd ji xewa giran şiyar kir. -
Dagirkeran êrîşî goristana şehîdan a li Gabarê kirin
Hat zanîn ku goristana gerîlayên şehîd a li Çiyayê Gabarê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate texrîbkirin û kevirên goran hatin şikandin. -
Salîha Zorlu: Divê qanûna pîşeyî bi şûn de bê kişandin
Hevseroka Egîtîm-Sen a Şaxa Hejmara 1 a Amedê Salîha Zorlu bertek nîşanî pêşnûmeya ku wê di Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê de guhertinê çêbike da û got ku divê demildest pêşnûme bi şûn de bê kişandin.