Li Rihayê 4, li Balikesîrê kesek hate binçavkirin

Polîsên Tirk li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û li Balikesîrê 5 kes binçav kirin.

Li navçeya Serêkaniyê polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinê de ciwan Huseyîn Kilivan, Suleyman Kahraman, Abdullah Rabîndûz û Mûhammed Bekîroglû bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin.

Li Balikesîrê jî Rêveberê Şaxê Balikesîrê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Ozgur Haciosmanoglû hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Haciosmanoglû nehate eşkerekirin.