ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tulay Hatîmogûllari: Heta ku encam ji hevdîtinê bê, em têkoşînê mezin bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Heta ku pêvajoya li Rojava zelal bibe, heta ku hevdîtinên li Îmraliyê bigihêjin heta astekê, em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya li ser bingeha demokratîk bernedin." -
Receb Hîlal Hemîda: Divê hemû hêz li hemberî siyaseta Erdogan hişyar be
Siyasetmedarê navdar ê Misrê Receb Hîlal Hemîda bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, divê welatên Ereb li hemberî siyaseta Erdogan a dagirkeriyê hişyar bin. -
Tirkiye bi rengekî hiqûqî li ‘mafê hêviyê’ nanêre
Parêzer Mehmet Nurî Denîz diyar kir ku Tirkiye ‘mafê hêviyê’ weke mafekî nanirxîne û got, “Ji ber vê yekê ji bo Birêz Ocalan ‘mafê hêviyê’ nayê bicihanîn.” -
Malbata Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbata Rêber Apo û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Daneyên enflasyonê yên ENAG'ê 2 qatî bi yên TUÎK'ê ne
Koma Lêkolîna Enflasyonê ya Serbixwe (ENAG) ragihand ku enflasyona salane ji sedî 83.40 e. Ev hejmar bi du qatî ji daneyên enflasyonê yên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) e. -
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bernameya hevdîtinên xwe eşkere kir
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bernameya hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re yên li Meclîsê têne temsîlkirin, eşkere kir. -
Eren: Azadiya Abdullah Ocalan gelek girîng e
Parlementerê Amedê Serhat Eren, anî ziman ku azadiya Rêber Apo di asteke krîtîk de girîng e. -
Serxwebûn: 2025 wê bibe sala azadiya Rêber Apo
Hejmara 516'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Sala 2025'an wê bibe sala azadiya Rêber Apo' hate weşandin. Di hejmara vê mehê de li gel nirxandinên sala têkoşînê ya 2024'an her wiha perspektîfên li ser sala 2025'an jî têne pêşkêşkirin. -
Di doza Ataman de dadgeriya Tirk ceza li mexdûr birî
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê li hevserê Hediye Ataman Ahmet Ataman hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, ku Ataman li navçeya Erdîş a Wanê ji aliyê Tîmên Tevgera Taybet ve mala wê hate şewitandin û hate qetilkirin. -
ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Endamê Meclîsa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Rohat Guvercîn ku dema ji derveyî welat vedigeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatibû binçavkirin hate girtin. -
Hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Bahçelî re bi dawî bû
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir. -
Hevdîtina heyeta DEM Partiyê û Kûrtûlmûş bi dawî bû
Hevdîtina navbera heyeta DEM Partiyê û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlûş bi dawî bû. -
Ji ber li dijî mûayeneya bi awayekî kelepçekirî derket, rastî tundiyê hat
Girtî Mazlûm Aksaç ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê girtin, ji ber di dema mûayeneyê de nexwest destên wî kelepçekirî bin, rastî tundiyê hat. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
Bîlançoya çalakiyên milîsên HBDH û KBDH’ê
Milîsên HBDH û KBDH’ê di sala 2024’an de li dijî gelek cihên girêdayî hêzên dewleta Tirk ên faşîst çalakî lidar xistin. HBDH’ê got, “Em ê di sala nû de jî li her qadê ji bo xistina faşîzmê têbikoş in.” -
Heyeta DEM Partiyê wê bi Bahçelî û Kûrtûlmûş re hevdîtinê bike
Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re li Îmraliyê re kir, dest bi tûra hevdîtina bi derdorên siyasî re dike. Heyet wê îro hevdîtinê bi Nûman Kûrtûlmûş û Devlet Bahçelî re bike. -
'Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêka mûçeyê kêmtirî jî çareser nabe'
Nivîskarê lêkolîner Sînan Ok anî ziman ku yek ji sedemên bingehîn ên krîza aboriyê ew e ku çavkaniyên welêt li ewlekariyê hatin xerckirin û got, "Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, pirsgirêka mûçeyê kêmtirîn çareser nabe." -
ROJEVA 2'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Zozan Çewlîk: 2025 wê bibe sala azadî û berxwedanê
Fermandara Biyargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk têkoşîna azadiyê ya jinan û berxwedana gelê Kurd nirxand. Zozan Çewlîk diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, wê di sala 2025’an de bibe xala werçerxê ya dîrokî. -
Senator Savodelli hişyarî da Fransayê: Nabe ku em Kurdan tenê bihêlin!
Senatorê Fransî Savoldelli, ji bo ku balê bikişîne ser êrîşên li dijî Rojava nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Nole Barrot re nivîsî û got: "Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referansek e." -
Koordînasyona Ciwanan: Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin
Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê li hemberî hewldanên hêzên derveyî Sûriyeyê her kes baldar be û got, “Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.” -
Sala derketina taktîkî ya gerîlayên azadiyê: 2024
Di dema nêzbûna dawiya sala 2024’an de, ji çar aliyên Kurdistanê heta metropolên Tirkiyeyê gerîlayên azadiyê berxwedaneke girseyî raber kirin û ji bo têkoşîneke ku di sala 2025’an de bi serketinê encam bibe, bingehekî xurt ava kirin. -
Saleke pêngava azadiyê
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” de di nava salê de bi dehan çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin; zexta raya giştî hat çêkirin, mekanîzmayên navneteweyî hatin ferzkirin û dewleta Tirk neçar ma ku gav bavêje.