ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Li hemberî cenezeyan jî dijminatiya xwe didomînin’
Parêzer Resûl Temûr, anî ziman ku desthilatdariya Tirk destûr neda cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li warên xwe bên veşartin û got, "Li hember miriyan jî dijminatiya xwe didomînin.” -
Milîsên Evîn Goyî yên HBDH li 2 bajaran çalakî kirin
Milîsên Evîn Goyî yên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Stenbol û Kocaeliyê çalakî kirin. -
Li Amerîkayê li dijî Rêxistina Sûcan a Barzaniyan serlêdana dozeke nû hat kirin
Serlêdan li Dadgega Herêma Columbiayê ya DYA’yê hat kirin û daxwaza darizandina malbata Barzaniyan û kesên girêdayî wan ku wekî “Rûxistina Sûcî ya Barzaniyan” tê binavkirin, hat kirin. -
Karabûdak: Dijminatiya Elewiyan tê birêxistinkirin
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak anî ziman ku li Sûriyeyê komkujiya Elewiyan tê kirin û li Tirkiyeyê dijminatiya Elewiyan tê birêxistinkirin. -
'Bi hişmendiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe birêxistin dikin'
Endamê Rêveber ê HPC'ê Hisên Ramazan Mihemed diyar kir ku HPC'ê weke hêza xweparastinê ya gel di nava komunan de toreke hevgirtin û ewlehiyê ava kir û bi hêza manewî ya ku di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ji rêxistinbûna gel girtiye hebûna xwe didomîn -
ROJEVA 11’Ê ÇILEYA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Akdenîzê li dijî desteserkirinê meş hat lidarxistin
Li navçeya Akdenîzê gel li dijî desteserkirina şaredariyê meşiya û peyama, “Berxwedanê” dan. -
Çalakiya li ber şaredariyê didome: Em ê destûrê nedin!
Çalakiya li ber Şaredariya Akdenîzê ya di bin dorpêça polîsan de ye didome. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku wê destûrê nedin destserkirinê û peyama "Heta ku paşve gav bavêjin em ê li vir bin." -
Li Rihayê ji bo 2 rojnamevanan û destserkirina şaredariyê çalakî hat lidarxistin
Li Rihayê nedana cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk ve balafira bûmirov hatin qetilkirin û desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hate şermezarkirin. -
Li Herêma Egeyê êşkenceya li hemberî girtiyan zêde bû
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Îzmîrê yê OHD'ê têkildarî îzolasyon, tecrîd, êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehên li herêma Egeyê daxuyanî da û diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan di sala 2024'an de zêde bû. -
Bakirhan hişyarî da desthilatdariyê: Ev rê ne ti rê ye, dest jê berde!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê da û got, "Ev rê ne ti rê ye. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji polîtîkaya qeyûm berde." -
Berxwedana li pêşiya Şaredariya Akdenîzê dewam dike
Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, berxwedana gel dewam dike. -
Ji 14 rêxistinên pîşeyî belavoka ji bo azadiya çapemeniyê
14 rêxistinên pîşeyî bi wesîleya 10'ê Çileya Roja Rojnamevanên Xebatkar daxuyaniyek dan û gotin, "Çapemenî azad e, nabe bê sansurkirin." -
Qurbaniyên komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn
Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê di meha 111'an de hatin bîranîn. Di bîranînê de hate ragihandin ku wê têkoşîna ji bo edaletê dewam bike. -
Malbatan ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya desteserkirî çalakiya şermezarkirinê
Piştî ku Hevşaredarên Akdenîzê yên ji DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan hatin binçavkirin, gel li ber şaredariyê li hev civiya. -
Hevşaredarên Akdenîzê hatin binçavkirin
Polîsan bi ser mala hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclîsê de girtin. Hevşaredar hatin binçavkirin. -
Milîsên HBDH’ê li Stenbolê çalakî lidar xistin
Milîsên Sakîne Cansiz ên HBDH’ê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Stenbolê du çalakî lidar xistin. -
ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Leyla Şaylemez hate bîranîn
Leyla Şaylemez a li Parîsê hate qetilkirin li ser gora xwe hate bîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan got, "Em ê ti carî dest ji azadiyê bernedin." -
DEM Partî: Em bang li her kesî dikin ku cidî tevbigerin
DEM Partiyê têkildarî nêzîkatiya li Rêber Apo banga cidiyetê li her kesî kir û got, "Em bang dikin ku dest ji zimanê gefxwarin û şantajê bê berdan." -
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got, "Em dibînin ku li hemberî Birêz Ocalan bi rengekî derewîn, manîpulatîf û dûrî ji hezkirin û hurmetê nêzîkatî têne nîşandan. Hewl tê dayin ku hewldanên ji bo aştî û çareseriyê bêne têkbirin." -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
Tanhan: Wezaretan berê me dan Deriyê Sînor ê Xabûrê, lê nehiştin em derbas bibin
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevanên hatin qetilkirin wan ji wezaretên karên hundir û derve destûr wergirtin û got, "Hem dibêjin biçin, hem jî asteng dikin. Vaye ji we re demokrasiya AKP'ê." -
Hewl tê dayin ku hincetek ji kuştina Dûrdû re bê peydakirin
Leşkerê bi paye yê artêşa Tirk Y.A. ku li navçeya Qelqelî ya Wanê Seyîthan Dûrdû qetil kir, bi hinceta ku "Di nava çekên artêşê de çekeke bi vî rengî nîne" hate berdan.