ROJANE
Hemû Nûçe
-
Goksûngûr: Em neçarin êdî rastiya Rêbertî ji Ewropayê re vebêjin
Hevseroka KCDK-E Goksûngûr diyar kir, ku divê ew rê û rêbazên berê yên çalakiyan bidin aliyekî û got, "Wezîfeya her Kurdê li Ewropayê ye, ku nêrînên Rêberê me ji Ewropiyan re vebêje." -
Rojeva Rojê
20'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
Ozakça ji girtîgehê derket
Perwerdekar Selîm Ozakça yê ku ev 226 roj bûn di greva birçîbûnê de û îro di derbarê wî de biryara berdanê hate dayîn, ji girtîgehê bi ambûlansê derket. -
Li du navendên Swîsreyê ji bo Ocalan çalakî
Kurdistaniyên li bajarên Bîle û Aûraû yên Swîsreyê daketin qadan, daxwaza azadiya Ocalan kirin, peyama heta ku agahiyek ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe dewam bikin dan. -
Di tevna civakî de kampanyaya ‘#İmralıKapılarınıDerhalAçın’!
Çalakiyên têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber dewam dikin, saetên şevê di tevna civakî de starda kampanyaya ‘#İmralıKapılarınıDerhalAçın’ ‘Deriyê Îmralî bi lezgîn vekin’ destpê kir. -
Li 8 bajaran ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî
Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Fransa û Elmanya daketin qadan, bal kişandin ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Polîsê Essenê êrîşî çalakiya ji bo Ocalan kir
Polîsan êrîşî çalakiya ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Essen yê Elmanyayê kirin. -
Li Kopenhag û Londrayê çalakiyên ji bo Ocalan
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê û li paytexta Ingiltere li Londrayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî didomin. -
NAV-DEM û YJK-E: Em bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibin
NAV-DEM û YJK-E’yê cih û rojên çalakiyên ku wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin kirin diyar kir û banga tevlêbûna li çalakiyan kir. -
'Heta ku ji Ocalan agahî were standin em ê li qadan bin'
Li bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo ewlehî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Kurdistaniyan gotin heta ku ji Ocalan agahî werin standin wê li qadan bin. -
KCDK-E: Em ê ji bo Ocalan jiyanê bidin rawestandin!
KCDK-E bang kir ku bi rengekî xurt her kes tevlî çalakiyên sibe yên ji bo Ocalan bibe. -
Partiya Êzidiyan, rizgarkirina Reqayê pîroz kir
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), rizgarkirina Reqayê pîroz kir. -
'Çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê têk çûn, xwe li Tirkiyeyê girtin'
Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji malpera xwe ya înternetê ragihand, ku hin serçeteyên DAIŞ'ê yên biyanî, piştî têkçûna li Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne. -
Gelek nûçegihan hatin binçavkirin
Li Enqereyê, polîsan danê sibehê avêtin ser malan û gelek nûçegihan kirin binê çavan. -
Encamnameya 17. Civata Giştî ya KNK'ê hate eşkerekirin
KNK'ê, encamên civata xwe ya giştî ya 17. bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. -
Li Awûstûrya, Fransa û Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin
Li hemberî spekulasyonên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin, duh jî li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Parîsê çalakiyên ji bo Ocalan
Li pênc herêmên paytexta Fransa Parîsê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
'Divê gelê Kurd hesab ji partiyên xwe nadin ber yekîtiyê bipirse'
Ji Komalayî Îslamî Saman Rabatî û Serokê PÎK'ê Hîkmet Serbilind destnîşan kirin, ku bûyerên diqewimin li ser Kurdan yekîtiyê ferz dikin û gotin, "Pêwîste gelê Kurd hesab ji wan partî û rêxistinên xwe nadin ber yekîtiyê bipirse." -
Rojeva Rojê
19'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Hollanda ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin
Bi armanca balkişandina ser rewş, tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya televizîyona NOS a Holandayê çalakiyek hate lidarxistin -
Li Emmerîch, Montpellîer, Viyana û Zûrîhê ji bo Ocalan çalakî
Ji bo ewlehî û tendurstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdên li Ewropayê li ser lingan in. -
Girtî ji bo Ocalan ketin nava tevgerê!
Li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û ragihand ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li hemû girtîgehan hemwext dest bi greva birçîbûnê bikin. -
TJK-E: Divê hemû gelê me biherikin Dusseldorfê
Aktivîsta TJK-E’yê Ezda Kajîn, anî ziman ku wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên bê dem bidomînin û bang li gel kir ku biherikin çalakiya li Dusseldorfê. -
KOMAW: Ji bo Ocalan divê gav werin avêtin
KOMAW bal kişand ser fikarên têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêbertiya me xala me ya herî hesas e.” -
Bexda biryara girtina Kosret Resûl da
Dadgeha Resafe ya Iraqê, di derbarê Alîkarê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Reslûl Elî de, ji bo polîsên Iraq û artêşa wê gotiye ‘dagirker’ biryara girtinê dane.