Girtî ji bo Ocalan ketin nava tevgerê!

Li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û ragihand ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li hemû girtîgehan hemwext dest bi greva birçîbûnê bikin.

Li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’ê yên li girtîgehên li Kurdisan û Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyaniyek da û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan, diyar kir ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirine. Kaya destnîşan kir ku wê li hemû girtîgehan 21’ê Cotmehê roja Şemiyê hemwext çalakî bê destpêkirin.

‘DIVÊ BI LEZGÎN HEVDÎTIN PÊK WERE’

Di daxuyaniya girtiyan de ev tişt hate gotin:

“Em baş dizanin ku darbeya AKP/Qesrê di sala 2015’an meha Nîsanê starta wê daye. Bi nehibandina ‘Pêvajoya Çareseriyê’ya li Dolmabahçeyê , di vê pêvajoyê de tecrîda li ser Rêbertiya me giran kirin, di 7’ê Hezîranê de gihişte heman astê. Ev pêvajoya darbeyê ya li dijî Rêbertiya me tecrîda da destpêkirin, hêla ku encamên 7’ê Hezîranê neyê qebûlkirin û welat ber bi hilbijartina pêşwext ve bir. Di berdewama vê de 24’ê Tîrmeha 2015’an Qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bombekirin, ji nû ve pêvajoya şer dan destpêkirin. Li dijberî konsepta tinekirinê ya di bin navê ‘Plana Tinekirinê’ gelê Kurd û gerîla bi berxwedana xwerêveberiyê bersiva vê da.

Nûçeyên demên dawî yên li ser medya û tevnên civakî çi dikin armanc? Ev nûçe ji aliyê kê ve tên servîskirin? Daxuyaniya ku têkildarî van nûçeyan a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate kirin, ji hev dûr in. Têkildarî vê mijarê hikûmetê jî daxuyaniyeke têrker nedaye, her daxuyaniya tê kirin jî em nizanin bê çiqas rast in. Divê bi lezgîn zemînek bê avakirin ku malbat û parêzer û heyeteke siyasî bi Rêbertiya me re bicive.

‘EM Ê ASTA ÇALAKIYA XWE ZORTIR JÎ BIBIN’

Di vê rewşê de fikar û metirsiyên me zêdetir dibin. Têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêbertiya me ti agahî nîne. Yekparebûna nirxên me yên madî û menewî ku Rêbertiya me ye, ji bom e tê wateya jiyîn û mirinê. Weke girtiyên PKK’yî û PAJK’ê yên girtî, em vekirî û zelal dibêjin; em bi mirinê girêdayî Rêbertiya xwe ne! Divê bi lezgîn şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê zemîn bê avakirin. Eger ku ev tişt pêk neyên, em ê çalakiyê xwe bigihînin astekî jortir. Hemû hevrêyên me yên li girtîgehan di astekî jor a hestyarî tevlî çalakiyê bibin. Divê pêvajoyê de tevgerkirina rêxistinî û disiplînî, wê berxwedanê bigihîne serkeftinê.”

JI BO GEL Û RAYA GIŞTÎ BANG

Li ser vî bingehî bang li hemû malbat, mirovên xwe yên welatparêz; rewşenbîr, raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me, bi lezgîn bikevin nava pêvajoya berxwedanê, bi ruhê seferberiyê rabin serhildanê û bi topyekûn rabin ser lingan.”