ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li piştî xwepêşandanên nîjadperestî yên li Elmanyayê, AKP heye!
Derket holê, xwepêşandanên dij bi Îsraîlê yên li Elmanyayê hatin lidarxistin, ji aliyê saziyên ser bi rejîma AKP'ê ve hatine organîzekirin. -
Li Îranê erd hejiya
Li eyaleta Kirmanê ya Îranê bi dijwariya 6.2 pileyan erd hejiya. -
'Li dijî provokasyona polîsan bila gelê me bê Strasboûrgê'
Polîsan êrîşî çalakiya li Strasboûrgê kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Komîteya amadekar bang li gelê Kurd û dostan kir ku berê xwe bide Strasboûrgê. -
Dîktatoriya Erdogan li Stockholmê hate nîqaşkirin
Binpêkirina mafên mirovan û hiqûqê ji aliyê AKP'ê ve, li Stockholmê di semînerekê de hate nirxandin. -
'Li girtîgehan her tişt derveyî mirovahiyê ye!'
Girtiyên siyasî yên li Girtîgehên Tîpa Fyê ya Bolûyê, Tîpa T’yê ya Duzceyê, Tîpa T’yê ya Îzmîrê û Tîpa F’yê ya Kandirayê namea şandin û diyar kirin ku bi Rewşa Awarte re hemû mafên wan hatine desteserkirin. -
Girtiyên siyasî bi lez û bez hatin sirgunkirin
Girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mûşê sirgunî Girtîgeha Tîpa T’yê ya Îzmîrê hatin kirin. Girtiyan diyar kirin ku girtîgehê nehiştiye ew rahêlin cil û bergê xwe jî. -
Sefîrê Swîsreyê li ser rewşa Ocalan bi rayedarên Tirk re rûnişt
Konseya Federal a Swîsreyê ragihand, ku Sefîrê Bilind ê Swîsreyê yê li Enqereyê, li ser rewşa tenduristiya Ocalan bi rayedarên Tirkiyeyî re rûniştiye. -
Gelo êrîşên hewayî, ji bo nixumandina hejmara leşkerên mirî ye?
Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk li ser hev daxuyaniyan dide û îdîa dike ku di her operasyona bi balafirên şer de 80-100 gerîla jiyana xwe ji didin. -
Navê Erdogan di dozê de weke 'navê sereke' derbas bû
Doza li DYA, ku rêveberê Halkbanê Hakan Atîlla lê tê darizandin û Reza Zarrab jî şahidiyê dike, didome. Navê Erdogan vê carê weke 'navê sereke' derbas bû. -
ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Kanûna 2017'an. -
Hevdîtina Pûtîn-Erdogan bi dawî bû
Serok Dewletê Rûsya Pûtîn ê li gel Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan civiya, wiha got: “Wê xebatên me li ser esasê cîrantiya baş bidome.” -
Rojeva Rojê
11'ê Kanûn 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Yukselê polîsan dîsa êrîş kir: 9 kes hatin binçavkirin
Çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ ya li Rêya Yuskelê di roja 398’an de didome. Polîsan êrîşî çalakiyê kir û 9 kes bi derbkirinê binçavkir. -
Saziyan ji bo çalakiya Strasboûrgê banga lezgîn kirin
Saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî, bang li her kesê kir ku 12’ê Kanunê li pêşiya Konseya Ewropayê kom bibin. -
Heyeta HDP’ê li Manîsayê ye: Ligel qirkirina xwe ya siyasî ew têk diçin!
Osman Baydemîr û Ertûgrûl Kurkçu yên HDP’yî beşdarî rûniştina li Manîsayê bûn û diyar kirin ku AKP ligel qirkirina siyasî tu encam bi dest nexistiye. -
Li Danîmarkayê mîtîng: Heta ku tecrîd ranebe wê kaos nesekine
Li Danîmarkayê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî hate xwestin û faşîzma AKP’ê hate protestokirin. -
HDK-A Kongreya xwe ya 1. li Mannheîmê li dar xist
Kongreya Demokratîk a Gelan li Elmanyayê (HDK-E) kongreya xwe ya 1. li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê pêk anî. -
KNKê encamên civîna xwe ya nûnertiya Başûrê Kurdistanê eşkere kir
KNK'ê li ser civîna xwe ya Nûnertiya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û encamên vê civîna ku 8'ê Kanûnê hate lidarxistin, eşkere kir. -
Gerîla Bîlal Saridaş hate bîranîn
Li banliyoya Drancy a Parîsê, yek ji gerîlayên HPG'ê Bîlal Saridaş (Serdem) hate bîranîn. -
Baydemîr: HDP'ê serî netewand, wê serî netewîne!
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Osman Baydemîr tevlî rûniştina doza li endamên partiya wan ên li Manîsayê hate vekirin bû û got, "HDP'ê serî netewand, wê netewîne." -
Pîrozbahiya li Gîessenê: Em bi saya PKK'ê dibînin û dibihîzin
Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê, bi wesîleya sala 40'î ya PKK'ê şahiyek hate lidarxistin. -
Şehîdên Bestayê li Essenê hatin bîranîn
Di şexsê yek ji fermandarên HPG û YJA Starê Delal Amed de gerîlayên li herêma Bestayê di meha bihurî de şehîd bûn li bajarAê Essen ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Freemuse: Tirkiye zilmê li hunermendan dike
Forûma Muzîka Azad a Cîhanê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên li dijî hunermendên mûxalîf da. Forûmê rewşa Ferhat Tûnç weke mînak nîşan da û dest bi kampanyayê kir. -
Qeyûm xweziya xwe li sîstema feodal anî
Mûrat Hoş ku weke qeyûm li Şaredariya Erdîşê hate bicihkirin, bi anîna sîstema feodalîzmê gef li esnaf û ajokarên taksiyê yên li navçeyê xwar. Hoş bi taksîkaran re civîn çêkir û ji wan re got, "Eger hûn bi ya min nekin, ez ê sîstema feodalîzmê bîninim." -
Li Rennesê çalakiya ji bo Ocalan
Li bajarê Rennesê yê Fransayê ji bo balkişandina li ser tenduristî û ewlehiya Rêbêre Gelê Kurd Adbullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.