Sefîrê Swîsreyê li ser rewşa Ocalan bi rayedarên Tirk re rûnişt
Konseya Federal a Swîsreyê ragihand, ku Sefîrê Bilind ê Swîsreyê yê li Enqereyê, li ser rewşa tenduristiya Ocalan bi rayedarên Tirkiyeyî re rûniştiye.
Konseya Federal a Swîsreyê ragihand, ku Sefîrê Bilind ê Swîsreyê yê li Enqereyê, li ser rewşa tenduristiya Ocalan bi rayedarên Tirkiyeyî re rûniştiye.
Parlamenterê ji Partiya Karker a Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Denîs de la Reûsîlle, çend roj berê fikarên xwe yên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîbû ziman û bi pêşniyar pirsekê xwestibû ku rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî serdana Ocalan bike. Konseya Federal a Swîsreyê jî bersiv da vê pêşniyar pirsê.
Konseya Federal ragihand ku Swîsre timî bi Tirkiyeyê re di nava hevdîtinên dualî de ye û got, "Weke endamekî Konseya Ewropa, Rêxistina Ewlekariyê ya Ewropayê, Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê, em rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û piştgiriyê didin xebatên van saziyan."
SEFÎRÊ BILIND REWŞA TENDURISTIYÊ YA OCALAN JI RAYEDARÊN TIRK PIRSÎ
Konseyê wiha dewam kir: "Sefîrê me yê bilind ê li Enqereyê di dema dawî de firsend dît, ku li ser rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan bi rayedarên pêwendîdar ên Tirkiyeyî re rûnê."
Konseyê di bersiva xwe de got, "Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî, bi qebûlkirina rayedarên welatên pêwendîdar re dikare serdana girtîgehan bike. Serdanên bi vî rengî niha li Tirkiyeyê nayên kirin. Ji ber vê yekê, Swîsre nikare di vê mijarê de dest li Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî werde."
CPT SAZIYA ERKDAR E
Konseya Federal da zanîn ku saziya erkdar a serdana Ocalan bike CPT ye û diyar kir ku mafê CPT bi rengekî bêsînor heye ku xwe bigihîne hemû girtîgehên li Tirkiyeyê. Konseya Federal serdanên CPT ên heta niha li Îmraliyê kiriye bi bîr xist û wiha dewam kir: "CPT herî dawî 28-29'ê Îlona 2016'an serdana Ocalan kir. Yek ji armancên bingehîn ên vê serdanê jî ew bû ku ji rayedaran re ragihîne ku mafê Ocalan e parêzer û malbatê bibîne. CPT piştî vê serdanê, agahiyên wergirtî û binpêkirina mafên mirovan ên dîtiye, bi raporeke berfireh weke agahî û pêşniyaran pêşkêşî dewleta erkdar dike. Piştre eger dewleta pêwendîdar bixwaze, CPT rapora xwe eşkere dike. Lê belê rapora serdana dawî hê nehatiye eşkerekirin."