ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Swêd û Elmanyayê ji bo Efrînê çalakî didomin
Li bajarên Munchen û Bremenê yên Elmanyayê û li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Efrîn wê dersê bide faşîzmê!
Girtiyan gotin, "Berxwedana Efrînê wê dersê bide faşîzmê" û ji bo piştgiriyê bang kirin. Girtî wê ji bo Efrînê nameyan ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û saziyên navneteweyî re bişînin. -
'Rewşa Tirkiyeyê: Sal bi sal xwezî bi par e'
Projeya Dadmendiyê ya Cîhanê got Tirkiye ne li gorî hiqûqê diçe û got, ‘’di nav 113 welatan de di rêza 101’ê de ye.’’ -
Yilmaz ê CHP’yî: Konsolosxane teslîmî DAÎŞ’ê hate kirin
Konsolosê Berê yê Mûsilê Ozturk Yilmaz li xwe mikur hat û got di sala 2014’an de konsolosxane teslîmî DAÎŞ’ê hate kirin. -
AKP-DAÎŞ li mizgeftan didin
Artêşa Tirk a dagirker îro carek din li mizgefta Selehedîn Eyubî ya li Cindirêsê da. -
Gelo sekna Fransayê ya li hember dagirkeriyê hatiye guhertin?
Di helwesta Fransayê de ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê guhertin xuya dike. Lê li şûna ku êrîşa li dijî Kurdan red bike, balkêş e ku der barê 'dagirkirina xaka Sûriyeyê' de hişyariyan dide. -
Artêşa Tirk a dagirker li Çelê derb xwar!
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin û leşkerek hate kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. -
Partiya Çep a Swêd: Heta dawiyê em bi Efrînê re ne
Parlamentera Partiya Çep Yasmîne Posîo Nîlsson li dijî êrîşên dewleta Tirk hewlest nîşan da, got ew li rex gelê Efrînê ne. Nîlsson xwest ku li ser Tirkiyê biryara pêkirinê were standin. -
Partiya Berxwedanê ya Efganîstanê: Em li gel Efrînê ne
Partiya Berxwedanê ya Efganîstanê berxwedana bêhempa ya Efrînê silav kir û got "Em bawer dikin wê Efrîn vê ezmûnê jî serketî derbas bike û serketinê bidest bixe." -
Fermandarê DYA'yî Votel: Divê cîhan minetdarê QSD'ê be
Fermandarê DYA'yî Joseph Votel got, divê cîhan minetdarê QSD'ê be û destnîşan kir ku desteka wan a ji bo QSD'ê wê dewam bike. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 13'AN DE YE
Artêşa Tirk a dagiker, tevî komên xwe yên çete ku ji nava çeteyên DAÎŞ-El Nûsrayê daye hev, bi rengekî bê navber êrîşî Efrînê dike. Bi rêya bloga me ya zindî hûn dikarin rewşa dawî ya li Efrînê bişopînin. -
Ji bo azadiya Ocalan ji 3 milan ve wê ber bi Strasboûrgê bimeşin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana ji gelek welatan gelek akademîsyen û nûnerên saziyan, bi sedan kes ji 3 milan ve wê ber bi Strasboûrgê ve bimeşin. -
KNK'ê ji bo çalakiyên 3’yê Sibatê banga tevlêbûnê kir
KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdistaniyan kir ku 3’yê Sibatê derkevin meydana û got, "Ji bo doza mezin a Kurdistanê dengekî gur bidin û bi vî dengê bilind erîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk protesto bikin." -
Efrîn dike yek û ronî dike -GOTAR
Faşîzma AKP-MHP´ê hewl dide bi dagirkirina Efrînê temenê xwe dirêj bike, lê berxwedan Efrînê wê bibe destpêka dawiya wê. Nifira mazlûman wê cihê xwe bigire, faşîzma AKP-MHP´ê wê ber bi goristana zaliman ve werin birêkirin. -
'3'ê Sibatê em ji bo Efrînê bibin milyonek kes û dakevin qadan'
Nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî bang kirin û gotin, "3'ê Sibatê em ji bo Efrînê bibin milyonek kes û dakevin qad û kolanan." -
'3'ê Sibatê em ê ji bo Efrînê li hev bicivin'
Platforma Jinan a Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir. -
Êrîşa li dijî Efrînê wê bibe mijara Meclîsa Federal a Elman
Di rûniştina îro ya Meclîsa Federal a Elman de wê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê werin nirxandin. -
Cîger: Erdogan DAÎŞ'ê ji bo Ewropayê amade dike
Siyasetmedara Bakurê Sûriyeyê Zelal Cîger li ser planên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê axivî û diyar kir berxwedana serdemê ya li Efrînê ji bo van planan asteng e û van planan pûç dike. -
Kurdistanî li dijî êrîşên dewleta Tirk her roj li qadan e
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û komkujiya li sivîlan dike, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. -
ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Sibata 2018'an. -
Rojnamevan Ceyhan hate girtin
Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Ceyhan ê ku têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê parvekirin di tevna civakî de kirîbû, hate girtin. -
Rojeva Rojê
31'ê Çile 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
Bi hezaran kesan bal kişandin ser qetlîama li Efrînê
Li Ewrûpayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin. -
Hevseroka KCD Guven hate girtin
Hevseroka KCD’ Leyla Guven a ji ber nerazîbûn û daxuyaniyên li dijî operasyona dagirkirina Efrînê ku 9 roj bûn di bin çavan de hate girtin. -
Tûncel: Ez li pişt gotinên xwe me
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel di parastina xwe ya rûniştina dozê de ev peyam da; “Ez weke siyasetmedarekê li pişt gotinên xwe me.”