ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Kurd ên Ewropa ji bo çalakiya 3’yê Sibatê banga tevlîbûnê kirin
Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, ji bo meşa piştgiriya 3’yê Sibatê ya ji bo Efrîn û çalakiyên 10’ê Sibatê ya li dijî komploya navneteweyî ya li ser Ocalan bê lidarxistin, banga tevlîbûna xurt kir. -
Navenda Olof Palmeyê: Êrîşên li ser Efrînê bidin sekinandin
Anna Sûndstrom a ji Navenda Olof Palmeyê nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da “Tehamula Erdogan ji destkeftiyên Kurdan re tune.” -
Çapemeniya cîhanê cih da êrîşkariya dewleta Tirk
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê cihekî berfireh di çapemeniya cîhanê de digire. Gelek saziyên ragihandinê diyar kirin ku çeteyan cilên artêşa Tirk li xwe kirine, çekên nû girtine û mîna Erdogan dipeyivin. -
FEDA: Efrîn hesreta Elewiyan e; em destekê bidin
FEDA'yê ragihand ku jiyana li Efrînê hatiye afirandin hesreta Elewiyan e û ji bo Efrînê banga piştgiriyê kir. -
Siyasetmedarên jin ên girtî ketin ber lêpirsîna 'Efrînê'
Siyasetmedarên jin ên HDP û DBP'yî yên girtî, ji ber ku ji bo Efrînê ketine greva birçîbûnê, ketin ber lêpirsînê. -
Şer bi ruhê Arînan tê kirin
Ji fermandarên YPJ'ê yên Efrînê Yekbûn Basret got, "Li hemû eniyan li dijî dewleta Tirk a hevkarê DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin heye." -
AKP li girtîgehan ketiye tirsa Efrînê!
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê li ser kincên ‘yek reng’ û protestoyên Efrînê lepirsîn hate destpêkirin. Girtî û malbat li berxwedanê rawestiyane. -
Malbata Hisênpenahî li dijî cezayê îdamê di greva birçîbûnê de ye
Bavê Ramîn û Efşîn Hisênpehanî, Mihemed Hisênpenahî ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya kurên xwe, dest bi greva birçîbûnê kir. -
El Xiznewî: Kiryarên qirêj ên DAÎŞ’ê û Erdogan weke hev in
Şêx Murşid Meşûq El-Xiznewî diyar kir ku şerê dewleta Tirk li ser Efrînê dijminatiyeke eşkere ye û ji erkê Kurdan e ku li gorî ola Îslamê berevaniya xaka xwe bikin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 12'AN DE YE
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAÎŞ-El Nûsra yên li dijî Efrînê di roja 12'an de ye. Hûn dikarin agahiyên dawî yên li ser 'Berxwedana Serdemê' ya li Efrînê ji bloga me ya zindî bişopînin. -
Li meclîsa federal dîplomasiya HDP'ê ya ji bo Efrînê
Heyeteke HDP'ê ku ji akademîsyen û parlamenteran pêk dihat, duh li meclîsa federal a Elman bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt û qala rewşa Efrînê kir. -
Serçeteyê AKP'yî Kulunk çeteyên xwe li Tirkiyeyê civand
Wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ku weke şefê çeteyên li Ewropayê yên rejîma Erdogan tê naskirin, derket holê ku beriya êrîşa li ser Efrînê, çeteyên xwe yên li Ewropayê li Enqereyê civandiye. -
HSK: Li Efrînê di êrîşan de 65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ragihand, ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ve herî kêm 65 sivîl mirine û pêwîstiya sivîlan bi alîkariyeke cidî ya însanî û tibî heye. -
ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Çileya 2018'an. -
Li gelek bajaran bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
Li gelek bajarên Elmanya, Swêd û Fransayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. -
Rojeva Rojê
30'ê Çile 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Wekîlên Partiya Çep peyama hevpar dan ku ew ê bi Efrînê re bin
Wekîlên Partiya Çep a Elmanyayê ji bo piştgiriyê bidin Efrînê û êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin bi hev re wêneyek girtin û bi wî wêneyî peyamek dan. -
Roth: Divê tu kes çekan nefiroşe Tirkiyeyê
Heyeta HDP’ê îro li meclîsa Elmanyayê ya federal têkildarî Efrînê hin hevdîtin kir. Alîkara Serokatiya Meclîsê Claûdîa Roth got ku, “Divê tu kes çekan nefiroşe Tirkiyeyê.” -
AFP: Li Efrînê jin ji bo şervanên Kurd seferber bûn
AFP’ê alîkariya jinên Kurd ên ku bi banga Kongreya Starê alîkariyê bi şervanên YPG, YPJ’ê re dikin, kir nûçe. -
Di fûtbola Tirkiyeyê de nijadperestî: Ji Denîz Nakî re ‘ceza’
Ji Denîz Nakî yê di Amed Sporê de ye cezayê 3 sal û 6 mehan ji futbolê menkirinê û 273 hezar TL cezayê pereyan hate birîn. -
Konferansa DBP’ê: Li Efrînê wê azadiya jinê bi ser bikeve!
Konferansa Rêveberiya Herêmî ya DBP’ê didome. Di konferansê de hate gotin bi êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de azadiya jinê bûye hdef û hate gotin, ‘’Desthilatdariya AKP’ê wê di bin Efrînê de bimîne.’ -
Li derveyî welat çalakiyên Efrînê didomin: Erdoganê kujer!
Kurdistaniyên li Elmanya û Rusyayê dijîn û dostên wan, êrîşên dagirker ên li dijî Efrînê şermezar dikin. -
Bîlgen: Çi dibe bila bibe em ê berxwedanê hilbijêrin!
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser derewên AKP’ê û medyaya wê yên li ser mijara Efrînê û wiha got; “Li dijî bêheqî, girtin, çavtirsandin û zextan em ê berxwedanê hilbijêrin û em ê deng derxînin.” -
Girtiyên li girtîgeha Xarpêtê faşîzma li girtîgehê vegotin
Derkete holê ku gelek girtiyên nexweş û yixtiyar ên li Girtîgeha Xarpêtê di hucreyên yek kesî de têne hiştin. -
KCDK-E: Divê her kesên bi rûmet tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê bibin
KCDK-E destnîşan kir ku her kesên bi rûmet divê tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê yên ji bo Efrînê bibin