Cîger: Erdogan DAÎŞ'ê ji bo Ewropayê amade dike

Siyasetmedara Bakurê Sûriyeyê Zelal Cîger li ser planên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê axivî û diyar kir berxwedana serdemê ya li Efrînê ji bo van planan asteng e û van planan pûç dike.

Siyasetmedar Zelal Cîger derbarê êrîşên li ser Rojava û Efrînê yên dewleta Tirk û çeteyên wê û li ser armanca van êrîşan ên li ser Rojhilata Navîn nirxandinên girîng kir.

Cîger diyar kir ku ev berxwedan wê bike ku di sedsalên pêş me de gel bikaribe xwe rê ve bibe û qedera xwe bi xwe diyar bike û got ji bo vê jî divê hemû pêkhateyên Sûriyê û gelê Kurd bi hev re şer bikin û vîna xwe biparêzin.

Cîger got dewleta Tirk bi domdirêjî dixwaze Peymana Enqerê sazkar bike û got dewleta Tirk û bi tayetî jî Erdogan ji bo xwesteka xwe ya dagikirinê bi welatên Ewropa bide qebûlkirin DAÎŞ’ê bi kar tîne. Bi vê sedemê jî cih, nasname, çekan dide DAÎŞ’ê û ji bo siberoja DAÎŞ’ê wan li dijî welatên Ewropa bi kar tîne.

Cîger li ser êrîşên li ser Efrînê û nêzîkbûna salvegera sala sedemîn ya Lozanê bi bîr xistû got: “Tişta ku niha pêwîst e em li ser bisekinin planên dewleta Tirk in ku niha li Rojhilata Navîn hewl dide ku pêk bîne. Ez bawer im di serê her kesekî de pirsa ‘çima êrîşî Efrînê dikin?’ heye. Êrîşê wê herêma ku di bin serweriya Sûriyê de ye. Di heman demê de tê pirsîn bê ka wê piştî vê erîşê çi biqewimin. Dema ku dewletek an jî hikûmetek dagirker gavek diavêje hesabê piştê wî jî dike. Li gel van hesaban jî ev gav wê bi xwe re çi bîne hesabê wê tê kirin. Ji bo em van pirsan em fêm bikin divê em careke din bizivirin dîrokê û rastiyên îro yên ku têne jiyîn têne çi wateyê em ê baştir fêmbikin. Gavên ku deshilat diavêjin, bi siyaseta rojanê mirov nikare pênase bike. Ev gavên tên avêtin jî ne gavên rojane ne. Niha sala 2023’ yan wê bibe sedsaliya peymana Lozanê. Wekê dîrokî em bibîr bînin sala 1923’yan peymana Lozanê pêk hat. Pêwîstî pê heye ku lihevhatina Lozanê û avabûyîna komara Tirk bi xwe re çi anî li ser wê dive were sekinandin. Piştî çend salên din sedsala Lozanê wê tijî bibe. Di pêşengiya AKP’ê de dewleta Tirk hesabê vê yekê pir baş dike. Ji ber ve jî planê wan berfireh e. Di Rojhilata Navîn de dema Împaratoriya Osmanliya de gelek Ereb di bin dagirkeriya Tirkiye de bûn. Bi tifaqa Lozanê dema nexşeya corafî hate diyarkirin, sinorên dewletan hatin diyarkirin. Edî li gorî vê li hevhatinê bi Îngîlîzan, Fransa, Emerîka dewletên hegemon her wekî din re ji bo erdnîgariya Rojhilata Navîn dîzaynekî nû dest pê kir. Ji ber vê jî dewleta Tirk carekî din dixwaze wê dizayna ku wê demê hatibû kirin biguherîne.”

EFRÎN HEM DERÎ YE Û HEM JÎ ASTENGÎ YE

Zelal Cîger, bi berdewamî bal kişande ser wê ku Şoreşa Rojava ji bo dewleta Tirk û çeteyên wê tê çi maneyê û girîngiya Efrînê çiye, vegot: “Ji bo van guhertinan Efrîn him ji bo Rojavayê Kurdistanê hem jî ji bo Rojhilata Navîn deriyekî girîng e. Di serî de em çima weke derî dibînin em bibêjin; dewleta Tirk ger ku li ser Efrînê re bikaribe bikeve Helebê, ji wê derê bi hesanî dikarê xwe bigihîne Şamê. Dema gihiştê Şamê dikarê êdî rehet bigîhîje Ûrdûn, Lûbnan, Sudan, Erebîstana Suudî, Misir û Tunusê. Ji bo wî deriyêk vedibê. Deriyê Rojhilata Navîn vedibê. Eger Rojava ji bo xwe bike derî pêwîstî pê heye ku astengiyên pêşiya xwe rabike. Niha şoreşa Rojava ji bo xwe astengiya herî mezin dibîne. Destpêkirina şoreşa Rojava heta roja me ya îro ji bo planên dewleta Tirk pêk neye bûye astengiyek. Ji ber vê rastiyê îro dewleta Tirk erîşekî hovane û dij morovî dike.”

DEWLETA TIR AMADEARIYA SEDSALIYA LOZANÊ DIKE

Cîger, bal kişand li ser plan û amedekariyên dewleta Tirk a ji bo sedsaliya Lozanê û wiha pêde çû: “Dibe ku her kes vê rastiyê neyîne ziman. Lê belê rastiyekî bi vî awayî heye. Em bala xwe bidinê dewleta Tirk li Misrê destekê dide Birayê Misilman, li Tûnisê dide Partiya Adalet û Pêşketinê, niha diha Artêşa Azad a Suriyê, ev tê çi maneyê? Îro Artêşa Azad a Sûriyê girtiyê gel xwe û hemberî Sûriyê bikar tînê. Li gel van bi siyasete xwe a bi der ve de jî dixwazê têkîliyên xwe berfireh bike. Ji ber vê plana dewleta Tirk di Rojhilata Navîn de bibe dewleta herî mezin. Di pêşerojê de, di sedsaliya Lozanê de amadekariya vê rastiyê dike. Dixwazê di vê sedsaliyê de Rûs, Emerîka û dewletên heremê bide milekî, bi xwe derkeve pêş û bibe yekem dewlet. Bi taybetî jî di demeke wiha de ku Rojhilata Navîn di nav şerekî mezin de ye û di astekî şoreşê de ye dixwazê vê pêk bîne. Ji xwe di NATO de cih digire li gel vê jî dixwazê xwe di Rojhilata Navîn de bike dewleta herî mezi û di milê aborî de jî bibê dewleta herî bi hêz. Ji ber vê jî amadekariya xwe ya pêşerojê dike. Ji ber ku di siyaseta Tirkiyê de aloziyek û tengasiyek mezin heye ji ber vê jî êrîşê Efrînê dike û dixwaze ji xwe re rê veke.Di hevpeymana Lozanê de tê zanîn deriyê Bozfor, Derdenêl, deriyên li ser Behra Reş û Behra Spî milê Marmara hebûn. Di van deriyan de gumrik nedihate girtin. Lê plana dewleta Tirk çi ye? Sedsala Lozanê de edî dixwaze ji van deriya gumrikê bigire. Van deriyên esasî de gumrik girtin tê wateya ku dewleta Tirk di miê aborî de pir xurt bibe. Li gorî vê jî amadekariya xwe dike. Dewleta Tirk bê hesab îro gav navejê. Rastiyekî bi vî awayî heye. Projeya dewleta Tirk li ser Rojhilata Navîn projeyeke mezin e. Eger dewleta Tirk van pêk bîne edî ne Rusya ne jî Emerîka nikare hakîmiyeta xwe gorî tê xwestin li ser dewleta Tirk ne jî li ser dewletên heremê bike. Helwesta dewleta Tirk îro li hemberî Emerîka û Rusya datîne jî vê rastiyê derdixe pêş. Seknekî bi vî awayî datîne; di Rojhilata Navîn de bê dewleta Tirk tu gavek nayê avîtin. Her kesekî dibe hesabê vê bike û li gorî wê gavan biavêjin. Dixwaze vê rastiyê ferz bike. Ji bo vê pêk bîne gelê Kurd û şoreşa Rojava ji bo xwe wek xeteriyekî dibîne.”

DEWLETA TIRK DIXWAZE HEVPEYMANA ENQERÊ NÛJEN BIKE

Cîger, li ser hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî axivî û di derbarê hevpeymana Enqerê û hatina sedsala Lozanê de jî ev tişt got: “Di 1926’an de hevpeymana Enqerê de (ya ku di navbera îngîlîz û Tirkan de çêbû) li ser Musulê nêrîn hebûn. Ji ber ku tifaqa Lozanê de hate gotin ku parçê başûr li ser Iraqê be. Ji ber Iraq û Kurdistana başûr bi hev re diket bin desthilatdariya Îngîlîzan. Wê demê dewleta Tirk nerazîbûn nişan da ku divê Musul bibe bajarekî Tirkiyê . Lê belê li wir li hevdû nekirin heya 1926’an. Di sala 1926’an de li hev hatin. Di li hevhatina 1926’an de xalekî bi vê awayî heye. Dibêje “eger ku di Iraqê de parçêbûyîn çêbû wê demê wê Musul bi Tirkiyê re bê girêdan. Mûsûlê bi xwezayî dibe axa dewleta Tirk. Ji ber vê jî planên li ser başûr jî tê fêmkirin. Hebûna wî ya leşkerî a li Başîka û deverê din ê başûrê Kurdistanê amadekariya vê planê ye. Zextên li ser başûr çêdike hemû ji bo Mûsûlê bixe destê xwe dike. Dewleta Tirk niha dixwaze hevpeymana Enqere pêk bîne.Bi pêşengiya AKP, dewleta Tirk hesabê xwe li ser van çêdike û bi vî awayî tevdigere. Siyaseta hikumeta AKP’ê divê em bi hesanî negirin dest. Ji ber siyaseta 2023’an ji niha de tê meşandin. Planên hikumeta AKP’ê li ser Rojhilata Navîn demdirej in. Dibe ev were zanîn.”

DEWLETA TIRK DAÎŞ’Ê JI BO EWROPAYÊ AMADE DIKE

Siyasetmedar Zelal Cîger, rewş û polîtîkayên dewleta Tirk a di derbarê DAÎŞ’ê de bibîrxist, dewletên Ewropayê şiyar kir û wiha domand “Di vir de pirsgirika dewleta Tirk a hêza pêkanînê heye. Niha dewleta Tirk lewaz e. Lê belê li gel vê jî ji bo planên xwe pêk bîne rewşa Rojhilata Navîn ji bo wî derfetek e. Minak ketina DAÎŞ li Rojhilata Navîn li ser dewleta Tirka ve pêk hat. El Qaîde, Nusra, DAÎŞ ev hemû li ser dewleta Tirk li Rojhilata Navîn belav bûn. Dewleta Tirk cih,nasname û çek da wan. Ev rastî di şoreşa Rojava de pir zelal derket holê. Dema ku em îro li Sûriyê û Iraqê temaşe dikin sedî nod û pênc DAÎŞ li van deran tine bûye. Lê gelo DAÎŞ bi kûderê de çû? Îro herkesî vê pirsê dike. Em mêze bikin DAÎŞ îro li kû heye, li Tirkiyê heye. Kampê wan li Tirkiyê ne. Dewleta Tirk îro DAÎŞ2ê bi îhtîmalek mezin ji bo Ewropayê amade dike. We li hemberî Yekîtiya Ewropa bide şixulandin. Tehdîta ku Erdogan li ser Ewropa dide meşandin girêdayê vê rastiyê ye. Vê dibejê heger tiştê ku ez dixwazim pêk neyên, ez ê wê demê berê DAÎŞ’ê bidim welatê we. Di pêşerojê de wê vê rastiyê pêk jî bîne. Wê di welatên derve de teqînan pêk bîne. Planên Erdogan niha li ser Ewropa ev e. Ewropa dibe vê rastiyê bibîne. Ev rastî ji bo Ewropa, Emerîka û Rusya jî xeteriyek e. Van dewletan çiqas alîkarî bidin dewleta Tirk ewqas ew bixwe dikevin di nav xeteriyê. Planên Tirkî li ser giştî Rojhilata Navîn û welatên derve dibe bên zanîn û eşkere kirin. Hikumeta AKP’ê îro DAÎŞ’ê mezin dike, diparêze, wê di pêşerojê de jî weke Hîtler faşîzma herî mezin bikar bîne. Erdogan dixwaze bi tehdîta DAÎŞ’ê di Rojhilata Navîn de bibe hêz û ji bo astengî jî çênekin dewletên derve bi DAÎŞ’ê tehdît dike. Weke dewletekî mezin yê Rojhilata Navîn dixwaze xwe derxe pêş. Ev xeteriyekî mezin e li ser Rojhilata Navîn û gelên Rojhilata Navîn. Ji ber vê jî divê em vê planê bizanibin û deşîfre bikin.”

EFRÎN BI BERXWEDANÎ Û TÊKOŞÎNA XWE DERÎ LI VÊ PLANA QIRÊJ DIGIRE

Zelal Cîger, diyar kir ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ve wê hem xwe him jî Rojhilata Navîn û cîhanê bibarêze û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “ Îro yê pêşiya vê planê disekine û astenge gelê Kurd e. Ji ber ve jî dewleta Tirk erîşên herî hovanê li ser destkeftiyên gelê Kurd dide meşandin. Ji bo vê jî dixwaze şoreşê bin bixe û tune bike qetlîam, hovîtiyên herî mezin bi kar tîne. Lê ev yek girêdayê têkoşîn û berxwedana gelê Kurd e. Ger ku berxwedana gelê Kurd wiha berdewam bike wê plana dewleta Tirk were pûçkirin. Berxwedaniya ku îro YPG-YPJ-QSD û 7 salî heta 70’ê salî ya ku gelê me dide meşandin cihê rêzgirtinê ye, slavkirinê ye û gelekî pîroz e. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaniyekî bi vî awayî meşandin ne tenê parastina gelê Kurd û Efrînê ye. Parastina hemû gelê Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Planên dewleta Tirk dema em digirin dest û derdixin holê, îro Efrîn bi berxwedanî û tekoşîna xwe derî vê planê digire û pûç dike. Ji bo vê rastiye jî pêwîst dike herkesek îro li derdora serkeftin û berxwedaniya Efrînê kom bibin û bibin yek. Gelê Efrînê îro berxwedaniya serdemê dide. Ev berxwedaniya di sed salên pêşiya me de wê bibe sedem ku edî gel bixwe, xwe bi rê ve bibe bi vîna xwe azadiya xwe avabike. Ji ber vê rastiyê divê hemû pêkhateyên li Sûriyê li gel Kurdan bi hevre şer bikin û vîna xwe biparêzin. Pêwîst dike em tekoşîna xwe hîn xurtir bikin ku em bikaribin şerê tê krin û desthilatdariya heyî bi dawî bikin û planên dagirkeran pûç bikin.’’