ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Îranê erd hejiya
Li navçeya Gonaveh a eyaleta Buşehr a li başûrê Îranê, erdhejek bi dijwariya 5 pileyî rû da. -
Kurd li her derê li qadan e: Dagirkerî wê têk biçe
Dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin. Kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropayê dan û gotin, ne gelê Kurd, lê belê hêzên ku Efrîn dagir kirine wê têk biçin. -
Wekîla Swêdê: Divê civaka navneteweyî li ber dagirkeriyê rabe
Parlamentera Ewropayê ya ji Partiya Hawirdorê û Keskan a Swêdê Bodil Cebellos destnîşan kir ku cihê şermê ye ku cîhan li pêşberî dagirkirina Efrînê bêdeng e. -
Li ser komkujiya Parîsê ji nû ve gilî hate kirin
Li ser komkujiya Parîsê ku 9'ê Çileya 2013'an sê jinên şoreşger ên Kurd hatin kuştin, ji nû ve gilî hate kirin. -
Qurbaniyên komkujiyan li Swîsreyê hatin bîranîn
Li bajarên Zurich, Lozan û Bielê yên Swîsreyê, mirovên di komkujiyên meha Adarê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
Guldexwîn jî ketiye ber qedexeyê
Guldexwîn ku tovên wê ji Êlihê belav bûye, li çiyayên Kurdistanê şîn dibe. Emrê Guldexwînê tenê mehek e. Ji ber qedexeya ku dewleta Tirk li herêmê ragihandine, wênevan nikarin wêneyên wê bikişînin. -
Piştî du salan dest bi tedawiyê kirin, lê rewşa wî giran e...
Girtiyê nexweş Selami Keleş ku du sal in nexweşê epilesi ye, piştî ku serî li AYM'ê da hate tedawîkirin. Lê belê rewşa Keleş giran bûye, bi tena serê xwe nikare li ser piyan bimîne û gelekî kêm kiriye. -
Fransiyan bang kirin: Em Efrînê rizgar bikin
Li Fransayê, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, akademîsyen, hunermend û parêzvanên mafên mirovan bi sernavê "Em Efrînê rizgar bikin" bang kirin. -
ROJEVA 19'Ê ADARA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê adara 2018'an. -
Şehîdên Efrînê li Stuttgartê hatin bîranîn
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Stuttgartê çalakiyek li dar xist û şervanên di berxwedana Efrînê de şehîd bûn bi bîr anî. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li dijî dagirkeriya Tirk li Ewropa gel dadikeve qadan
Li gelek bajarên Ewropa Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê li qadan in û kolanan naterikînin. -
Li Fransayê Kurdistanî ji bo Efrînê dibistanan boykot dikin!
Hevserokatiya Konseya Demokratîk a Kurd ya Fransayê (CDK-F), ji ber dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê bang li Kurdistaniyan kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan û dibistanan boykot bikin. -
Li Cenevreyê di 19’ê Adarê de greva birçîbûnê dest pê dike
Platforma Xwedîderketina li Efrînê, diyar kir ku wê ji bo Efrînê pêvajoyeke din a berxwedanê dest pê bike û ragihand ku wê di 19’ê Adarê de li Cenevreyê greva birçîbûnê ya bêdem dest pê bike. -
Li Stenbolê ji bo 3 şervanên YPG’ê konê sersaxiyê hate danîn
Li avahiya HDP’ê ya navçeya Bagcilar a Stenbolê ji bo 3 şervanên YPG’ê ku li EfrÎnê jiyana xwe ji dest dabûn, konê sersaxiyê hate danîn. Polîsan kesên beşdarî konê sersaxiyê bûn asteng kirin û nasname kontrol kirin. -
Şaxa Ciwanan a SP a Swîsreyê: Em dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nakin
Şaxa Ciwanan a SP a Swîsreyê JUSO di civîna xwe ya salane de têkildarî Efrînê biryar stend û peyam da ku ‘Em ê tu carî dagirkeriyê qebûl nekin’. -
NAV-DEM: Çalakiyên me wê şev û roj bidomin
Hevserokatiya NAV-DEM’ê li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê daxuyanî da û bang kir ku ew ê li her derê şev û roj çalakî were lidarxistin. -
Li Selanîkê protestoya Efrînê
Li Selanîkê ya Yewnanîstanê êrîşên dagirker ên ser Efrînê hatin şermezarkirin. -
Li Danîmarkayê Newroz hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn li paytext Kopenhagenê, bi dirûşma, 'Her der Efrîn e, her der berxwedan' Newroz pîroz kirin. -
Li Erzîngan û Tarsûsê êşkenceyê li girtiyan dikin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Erzînganê û Tîpa T a Tarsûsê ya bi Nimroya 2 diyar kirin ku zext û zordariyê û êşkenceyê li wan dikin. -
Keştî noqî avê bû: 14 koçber mirin
Li Derya Egeyê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. Di bûyerê de 14 kes mirin. -
3 girtî di greva birçîbûnê de ne
Sê girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Karamanê ku serjimartina li ser piyan qebûl nekirin, ev 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Dagirker li Swêdê hatin şermezarkirin
Dewleta Tirk a dagirker li bajarên Göteborg û Västerås ên Swêdê bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Newroza li Ticino û Delémontê diyarî berxwedana serdemê hate kirin
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Lugano yê Kantona Ticino ya Swîsreyê diyarî berxwedana serdemê ya li Efrînê hate kirin. Li Delémontê jî Newroz hate pîrozkirin. -
Partiya Keskan: Ev bêdengiya li ser Efrînê divê êdî biqede
Partiya Keskan a Elmanyayê ji NATO'yê xwest, ji bo nirxandina êrîşên giran ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bicive. Hevseroka Partiya Keskan Annalena Baerbock got, "Ev bêdengî divê êdî biqede."