ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nerazîbûneke tund nîşanî biryara Fransayê hate dayîn
Wezareta Karê Derve yê Fransayê duh notek ji sazî û dezgehên çapemeniyê re şand û di notê de diyar dike ku ‘Nûçegîhanan neşînin Sûriyeyê’. Rojnamegeran nerazîbûneke tund nîşanî vê biryarê dan. -
Li Ermenîstanê mîtînga ji bo Efrînê
Kurdên li Ermenîstanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mîtîngek li dar xistin. -
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 300'î de ye
Nobeda li ber Konseya Ewropayê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, di hefteya 300'î de ye. -
Pentagon: Ji bo vekişîna me ji Minbicê işaretek nîne!
Pentagonê ragihand ku bûyerên bi dagirkirina Efrînê re rû dane wan dixin nava fikaran û li dijî gefên ku li Minbicê tên xwarin jî ev hişyarî da: "Hemû alî dizanin ku leşkerên DYA li wir in û ji bo rûnedana şer em ê hemû tedbîran bigirin." -
ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Adara 2018'an. -
Li Fransayê malbatan destek dan boykota dibistanê ya ji bo Efrînê
Hevserokatiya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F), ji bo zarokên Efrînê banga boykotkirina dibistanan kir. Malbatên Kurd ên li banliyoya Villiers Le Bel a Parisê dijîn destek dan bangê. -
Li Mannheim û Paviayê çalakiyên ji bo Efrînê
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê û bajarê Pavia yê Îtalyayê, ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Ewropayê Kurdistanî ji bo Efrînê li qadan in
Çalakiyên Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê bê navber berdewam dikin. Di çalakiyên li Fransa, Swîsre, Norweç, Danîmarka û Yewnanîstanê de dagirkeriya Tirkan û bêdengiya hukûmetên Rojava hate şermezar kirin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Duisburgê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Elmanya Duisburgê bi çalakiya xeleq a ku ji sedan kesan pêk dihat, dagirkeirya dewleta Tirk a li Efrînê hate protesto kirin. -
Polîsê Cenevreyê ji bo bi dawîkirina greva birçîbûnê ya li NY zextê dike
Polîsê Cenevreyê ji bo bidawikirina greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê li pêşiya NY zextan dike. -
Li Los Angelesê endamên STK’ê serdana çalakiya nobetê ya ji bo Efrînê kir
Li bajarê Los Angeles yê DYA çalakiya nobetê ya ji bo Efrînê hatibû destpêkirin didome. Rêxistinên Civaka Sivîl serdana çalakiyê kirin û dosya pêşkêşî berpirsan kirin. -
Li YE ji bo Efrînê ‘fikar’ heye lê pratîk tune
Nûnera Bilind a Polîtîkaya Têkiliyên Derve û Ewlekariyê ya YE Mogherini têkildarî dagirkeriya li Efrînê diyar kir ku ew bi ‘fikar’ in. -
YE û Brîtanya di mijara Brexit de li hev kirin
Li Brukselê beriya civîna YE ku wê di rojên pêşiya me de were kirin daxuyanî hate dayîn û hate ragihandin ku derketina Brîtanya a ji YE di mijara Brexit de bi rêjeyeke mezin li hev kirine. -
Li Bremenê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin
Kurdistaniyên li bajarê Bremena Elmanyayê dijin ji bo piştevaniya ‘Berxwedana Serdemê’ daketin qadan û çalakî li dar xistin. -
Li Brukselê ji bo Efrînê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
Li pêşiya Parlementoya Ewrûpayê ya Brukselê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Salih Muslum di çalakiyê de axivî û dewletên Tirk bi zimanekî tund rexne kir. -
Li Stockholmê ji bo Efrînê greva birçîbûnê hate destpêkirin
Gelê Kurd ji bo êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê protesto bikin li pêşiya avahiya parlementoya Stockholmê ya Swêdê greva birçîbûnê dan destpêkirin. -
NAV-DEM: Divê hemû kes berê xwe bide çalakiyên ji bo Efrînê
NAV-DEM’ê diyar kir ku berxwedana li Efrînê ketiye qonaxeke nû û wiha got; “Di vê em karê xwe li aliyekî bihêlin, berê xwe bidin çalakiyên ji bo Efrînê.” -
Li pêşiya Neteweyên Yekbûyî greva birçîbûnê hate destpêkirin
Parlementer û hevşaredar ji ber êrîşên li ser dagirker ên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê greva birçîbûnê dan destpêkirin. -
Asselborn: Êrîşa li ser Efrînê li xala 51'ê nayê
Wezîrê Karên Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ji Spiegel Online re axivî û işaret bi derewên Tirkiyeyê yên li ser dagirkirina Efrînê kir. Asselborn got, divê NATO li niyeta rasteqîn a Enqereyê bipirse. -
Tirkiye û Kurdistan ji Newrozê re amade ne
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji bo tevlêbûna Newrozê ya bi giyanê Efrînê yê berxwedanê bang hatin kirin. -
Cockburn: Yên ketine nava Efrînê çeteyên DAÎŞ'ê ne
Nivîskarê rojnameya Independent Cockburn di nivîsa xwe de diyar kir ku endamên OSO yên Efrîn dagir kriine, çeteyên berê yên DAÎŞ'ê ne. Cockburn got, "Ew, Kurdan û hindikahiyên ne misilman weke dijminê divê ji holê bên rakirin dibînin." -
Nokerî û teslîmkarî nexweşiyeke ku derman jê re nîne
Xeteriya herî mezin a ji bo Kurdan qirker mêtinger nîne. Xeteriya herî mezin ew kes in ku êrîşên qirker mêtingeran normal û meşrû nîşan didin. Ew kes in ku li dijî qirkerî û mêtingeriyê daxwaza teslîmbûnê dikin. -
Şehîdên Efrînê li Nürnbergê hatin bîranîn
Kurdistanî û dostên wan ên li Nürnbergê dijîn, şehîdên Efrînê bi bîr anîn. -
Şoreşgerên Ewropî: Desteka me ya ji bo gelê Efrînê wê bidome
Şoreşgerên Ewropî nerazîbûn nîşanî desteka welatên xwe ya ji bo dagirkirina Efrînê dan û bang li gelên Ewropayê kirin ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin.