ROJANE
Hemû Nûçe
-
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hate binçavkirin
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Barış Karabıyık ku ji bo dayina îfadeyê ji emniyetê bang lê hate kirin, li navçeya Kozan a Edeneyê hate binçavkirin. -
Kurdistanî ji bo Efrînê li qadan e
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, li gelek bajarên Ewropayê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi çalakiyan hatin şermezarkirin. -
Şehîdên Efrînê li Swêdê hatin bîranîn
3 şervanên QSD'ê yên li Efrînê bi lehengî li dijî leşker û çeteyên Tirkan li ber xwe dan û şehîd bûn, li bajarên Söderhamn û Gävle yên Swêdê hatin bîranîn. -
Wezîrê berê: Qedexekirina xwepêşandanên Kurdan sûc e
Wezîrê berê yê Karên Hundir ê Elmanyayê Gerhart Baum helwesta polîsên Elman a li dijî Kurdan rexne kir û got, "Qedexekirina xwepêşandana li dijî destûra bingehîn e." -
Partiyên Elman ji Merkel xwestin ku ji bo Efrînê xwe tev bide!
Li meclîsa federal a Elmanyayê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê rûniştinek hate kirin. Partiyên hikumetê û mûxalefetê di rûniştinê de destnîşan kirin ku ev êrîş li dijî hiqûqa navneteweyî ye. -
'Ya ku 30 sal berê li Helebçê hate kirin niha li Efrînê tê kirin'
KNK'ê qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anî û hişyarî da ku xeteriya komkujiyê li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. KNK'ê êrîşên li ser Efrînê bi bîr xist û got, mîna Helebçeyê heman tişt li ser Kurdan tê ferzkirin. -
DYA îdîaya Çavuşoğlu ya li ser Minbicê derewand
Wezareta Karên Derve ya DYA diyar kir, berevajî îdîaya Çavuşoğlu li ser Minbicê li hev nehatiye kirin û bi bîr xist ku Efrîn jî dikeve ber agirbesta li Sûriyeyê. -
Êrîşên li ser Efrînê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê têkildarî êrîşên qirker û dagirker ên artêşa Tirk a li ser Efrînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn, Kurdistanî û dostên wan li Bremen û Nûrnberg û Viyanayê çalakî lidar xistin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Kurdistanî ber bi Sefaretxaneya Rûsya ya Zurîh ve dimeşin
Bi sedan kesên ku li Zurîhê kom bûyî, ber bi sefaretxaneya Rusya ve dimeşin. -
Şahidên Cizîrê li Tribunala Navneteweyî ne: Bi saxî şewitandin
Di Tribunala Navneteweyî ya li Parîsê darizandina sûcên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd hate darizandin. Şahidên di bodrûman de qala hevalên xwe kir ên ku hatine şewitandin. -
Expressen: Li Efrînê wê ev pitik bimirin
Expressen a li Swêdê yek ji rojnameya herî xwedî tîraj e, ragihand ku di encama bomberdûmana balafirên şer ê artêşa Tirk 13 pitikên ku zû ji dayik bûne, bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne. -
Li Siwêdê ji bo piştgiriya Efrînê 23 kîlometre meşiyan
Kurdistaniyên ku li navçeya Gavle ya Siwêdê konê agahdarkirinê vedan, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşek 23 kîlometre dirêj lidar xistin. -
Partiya Çep a Swêdê: Divê li Efrînê pêşiya qirkirinê were girtin
Rayedarên Partiya Çep a Swêdê bi pêşniyaznameyên ku dane parlementoyê û bi daxuyaniyên ku dane çapemeniyê hişyariyê dikin, dibe ku dewleta Tirk û çeteyên OSO li Efrînê komkujiyekê pêk bînin. -
Parlementoya Ewrûpayê ji Tirkiyeyê xwest bila ji Efrînê derkeve
Pêşnûmaya biryaran a Parlementoya Ewrûpayê ya têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hate erêkirin. Di pêşnûmayê de banga ‘Ji Efrînê derkeve’ li Tirkiyeyê hate kirin. -
Li Swêd û Norveçê ji bo Efrîn li kolan in
Li bajarê Goteborg ê Swêd û Stavanger ê Norveçê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hikûmeta Tirk û Rûsya hatin protestokirin, berxwedan hate silavkirin. -
Sydneyê piştgirî da Efrîn: Lezgîn bikevin nava tevgerê!
Li Sydneyê ji bo Efrînê civîneke ya çapemeniyê hate lidarxistin, li dijî qetlîamên dewleta Tirk a dagirker banga lezgîn a ketina tevgerê hate kirin. -
Li Tribûnala navneteweyî şahid têne guhdarîkirin
Li paytexta Fransayê Parîsê, li Tribunala Navneteweyî (Dadgeha Gel a Domdar) şahid têne guhdarîkirin. -
Kurdên li Rûsyayê ji bo Efrînê li ser piyan e
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan şermezar dikin. -
Rêveberiya HDP'ê: Em ê agirê Newrozê ji bo Efrînê dadin!
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê diyar kir, ku bi Efrînê re bêhtir eşkere bûye ku koalîsyona AKP-MHP'ê dijminê Kurdan e û destnîşan kir ku wê agirê Newrozê îsal ji bo gelê Efrînê dadin. -
Dewleta Tirk li Parîsê tê darizandin
Tribunala Navneteweyî ya ku dewletaTirk û rayedarên wê lê tên darizandin li Parîsê dest pê kir. -
KCDK-E plansaziya Newrozê eşkere kir
KCDK-E destnîşan kir ku pîrozbahiyên îsal ên Newrozê gelekî girîng in û ji bo serketina Efrînê banga tevlîbûneke xurt kir. -
Li Fransa û Îtalyayê kampanya Heyva Sor a ji bo Efrînê
Kampanyaya saziyên Kurdan ên ji bo Efrînê ji Japonyayê heta Kanadayê li gelek welatan didome. -
Kurdên li Elmanyayê ji bo Efrînê şev û roj li ser piyan e
Li bajarên Munchen, Frankfurt û Salzgitterê yên Elmanyayê bi şev û roj çalakî tên lidarxistin. -
Li ber NY, PE, YE û NATO'yê wê ji bo Efrînê çalakî werin kirin
Platforma Xwedîderketina li Efrînê, li dijî êrîşên li ser Efrînê ji bo ku hêzên navneteweyî tevbigerin biryara rêze çalakiyan da. Wê li ber Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlamenta Ewropayê (PE), NATO û Yekîtiya Ewroapyê (YE) çalakî bên kirin.