ROJANE
Hemû Nûçe
-
NAV DEM: Wê 17’ê mehê Newroz li Hannoverê bê pîrozkirin
NAV DEM: Newroz wê 17’ê mehê li gorî plansaziya hatî ragihandin li Hannoverê bê pîrozkirin. Newroz a ku yek ji cejna herî pîroz a Kurdan e, divê wê rojê di serî de hemû Kurd neçinkar û deriyên karê xwe bigirin û bi malbatî vê cejnê pîroz bikin. -
Kurdistanî li Miçurnîskê ji bo Efrînê li ser lingan e
Meclîsa Gel a Mîçurnîskê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê protesto kirin. -
QSD: Li Efrînê şer giran e, 30 leşker û çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şerê heta niha didome de herî kêm 30 leşker û çete hatine kuştin. -
Aktivîstên Rûs li Saînt Petersbûrgê ji bo Efrînê çalakî lidar xistin
Li bajarê Saînt Petersbûrgê aktivîstên Rûs li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê protesto kirin. -
Li Sydneyê dîplomasiya Efrînê
Li paytexta Avûstralyayê Sydenyê şandeyeke ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi wekîlê partiya Lîberal Julîan Leeser re bi rojeva Efrînê rûnişt. -
Li Elmanya û Fransayê çalakî: Efrîn ne bi tenê ye!
Li bajarê Munîh ê Elmanya û li bajarê Fransa Marsîlyayê çalakiya Kurdistaniyan a ji bo Efrînê didomin. -
Rêxistina Deport Racism Organization ji bo Efrînê semîner da
Li navçeya Lovrionê ya paytexta Yewnanîstanê Atînayê ji bo piştgirîdayîna Berxwedana Efrînê ji aliyê Rêxistina Deport Racism Organization ve semîrek hate dayîn. -
Li Torinoyê maketa balefira şer a Finemeccanisê hate şewitandin
Li bajarê Torinoyê yê Îtalyayê maketa balefira şer hate şewitandin a ku li pêşiya fabrîkaya ku bi Tirkiyeyê sûce şer dike. -
Endamên Platforma Efrînê bi Serokkomarê Elman re rûniştin
Dema ku Serokkomarê Elman Frank-Walter Steinmeier li bajarê Duisburgê serdana dibistaneke UNESCO û kargeheke bi navê 'Türk Gelinlik' dikir, çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de Platforma Efrînê hevdîtin bi Serokkomar re kir. -
Temelli: Hûn li Efrînê dagirker in!
Hevserokê HDP’ê Sezai Temelli xwest ku di cih de dawî li dorpêça ser Efrînê were û gote hikûmetê, "Hûn li Efrînê dagirker in." -
‘Komkujiyên Helepçe, Qamişlo û Gaziyê li Efrînê didome’
Kongreya Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a Ewrûpayê (KCDK-E) bi wesîleya komkujiyên Helepçe, Qamişlo û Gaziyê daxuyaniyek da û diyar kir ku vê polîtîkaya qetlîamê li Efrînê didome. -
Polîsên Elman li Stuttgartê avêtin ser malên piştevanên Efrînê
Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê, polîsan avêtin ser malên endamên Însiyatîfa Piştevaniya Kurdistanê ya Stuttgartê ku piştgiriyê didin Efrînê. -
Li Mêrsîn û Amedê binçavkirin û şîddet
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Mêrsîn û Amedê hatin kirin, gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina li Amedê de şîddeta fîzîkî li kurê rêveberê DBP’ê hate kirin. -
Li Elmanyayê polîsan bi ser çeteya AKP’ê de girt
Îro li Elmanyayê polîsên Elman li sê eyaletan bi ser çeteya rejîma Erdoğan, ‘Osmanen Germanîa’ (Osmaniyên li Elmanyayê) de girtin. Polîsan bi ser 41 mal û kargehên endamên rêxistina çete ya Erdoğan de girtin. -
'Dagirker wê nikaribe li hemberî îradeya gelê Efrînê bi ser bikeve'
Bayik got, gelê Efrînê ax, keramet, nasname û nirxên xwe diparêze û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevî ku bi çekên giran û piştgiriya hêzên navneteweyî êrîş dike, lê wê li hemberî îradeya gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ/QSD'ê bi ser nekeve. -
Li Stenbol, İzmir û Mêrdînê bangên ji bo tevlêbûna Newrozê
Ji bo pîrozbahiyên Newrozê li her bajarî amadekarî didomin. Ji bo pîrozbahiyên ku ji bo Efrînê wateyeke wê ya girîng heye, banga tevlêbûnên xurt hate kirin. -
Li Fransa û Elmanyayê çalakiyên Efrînê: Artêşa Tirk bicehime!
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê têne şermezarkirin. Çalakgeran soz dane yên ku di berxwedanê de jiyana xwe dest dane ku ‘bi teqezî bi ser bikevin’. -
TEV-DEM: Dewleta Tirk dest bi guhertina demografiya Efrînê dike
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê hişyarî da ku dewleta Tirk dest bi guhertina demografiya Efrînê dike û ji bo vê jî wê koçberên li kampa Etmayê li gundên Efrînê bi cih bike. -
Humanité: Bêdeng bin, Erdoğanê dîktator qetil dike!
Rojnameya Humanité ya Fransayê têkildarî qetlîama li Efrînê û bêdengiya welatên Ewrûpayê nivîskî rexneyî ya edîtor belav kir. -
Êrîşên li ser Efrînê li Tambov û Göppingenê hatin şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Tambov ê Rûsyayê û bajarê Göppingen ê Elmanyayê hatin şermezarkirin. -
Duran Kalkan: Eyaleta 17’an a Elmanyayê Tirkiye ye
Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Duran Kalkan têkiliyên Tirkiye-Elmanya û polîtîkaya Elmanyayê ya PKK-Kurdan nirxand. -
Ciwanên Azad: Em li dijî provokasyonan hişyar bin
Koordînasyona Ciwanên Azad işaret bi mafdfariya çalakiyên li Ewropayê yên ji bo Efrînê kir û bang li gel û ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku li dijî provokasyonên AKP û MÎT'ê hişyar bin. -
Dostekî Kurd bi tena serê xwe ji bo Efrînê çalakiyê dike
Dostê Kurd ê Îtalyanî Andrea, li ber şaredariya bajarê Ivreayê ji bo Efrînê dest bi çalakiya rûniştinê kir. -
Li 6 bajarên Swêdê dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li bajarên Stockholm, Örebro, Gävle, Malmö û Helsingborg ên Swêdê êrîşên dewlet Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin. -
Ji Nûçe Ciwan daxuyaniya ji neçarî
Nûçe Ciwan ragihand ku ji 10'ê Adarê ve ajansa wan dibe hedef, lewma neçar mane di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin.