ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bûldan: Em ê jinên deng didin AKP û CHP’ê qane bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê de axivî û destnîşan kir ku ew wê jinên ku deng bidin AKP û CHP’ê qane bikin. -
HDP, CHP, Îyî Partî û Saadetê Plaftorma Hilbijartinê ya Adil pêk anîn
Li Enqereyê HDP, CHP, Îyî Partî û Partiya Saadet ji bo ewlekariya hilbijartinê Platforma Hilbijartinê ya Adil pêk anî. -
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana ‘ewlehiya hilbijartinê’ red kir
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana betalkirina têkildarî ewlehiya hilbijartinê red kir a ku ji aliyê CHP’ê ve hatibû kirin. -
Li Girtîgeha Wanê êrîşî girtiyan hate kirin: 3 girtî birîndar bûn
Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê ya ku her dem bi êşkenceyê tê rojevê, gardiyanan êrîşî girtiyan kir. Di êrîşê de 3 girtî birîndar bûn û girtî rakirin nexweşxaneyê. -
Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re cara 760’an jî hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi wî re bikin cara 760’ê ye ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Serdozgeriyê bi heman hincetên berê ev daxwaz jî red kir. -
Tirkiyeyê bi pereyên Yekîtiya Ewropayê wesayitên zirxî kirî ye!
Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Berfirehbûn û Têkiliyên Cîrantiyê Berpirsyar Johannes Hahn got, alîkariya malî ya beriya ji bo endametiyê ji Tirkiyeyê re dihate dayin, hatiye kêmkirin. -
Bûldan: Jin wê mohra xwe li 24'ê Hezîranê bixin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiya li jinan û got, "Jin wê mohra xwe li hilbijartinên 24'ê Hezîranê bixin." -
HDP bi şev û roj di nava gel de ye
Civîn û kombûnên HDP'ê yên li Amed, Mereş, Meletî û Rihayê dewam dikin. Li Mêrdînê xebatkarên AKP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatin destgîrkirin. Li Dersimê jî ji bo ewlekariya sindoqan bang hate kirin. -
Danezana aboriyê ya HDP'ê
HDP'ê danezana xwe ya aboriyê eşkere kir. Di danezanê de hate ragihandin ku AKP'ê welat xistiye nava krîzê û işaret bi bernameya aboriyê ya HDP'ê hate kirin. -
YSK bernameya hilbijartinê bi derengî dixîne
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a ku dema biryara hilbijartina zordest hate dayîn digot ku ‘Em amade ne’ a niha jî bernameya hilbijartinê bi derengî dixîne. Hê jî hejmara hilbijêrên li 18 bajaran nayê zanîn. -
Guven: Kurdên deng dane AKP'ê li dora HDP'ê dicivin
Namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku dîl girtî ye, diyar kir ku Kurdên beriya niha deng dabûn AKP'ê ji ber sûcên dewletê yên li Kurdistanê kiriye êdî li dora HDP'ê dicivin. -
Li Iraqê tevlîheviya piştî hilbijartinê dewam dike
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm îdîa kir ku betalkirina beşek ji encamên hilbijartina 12'ê Gulanê li dijî Destûra Bingehîn e. -
Îmret: Ev hilbijartin wê paşeroja civakê diyar bike
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret di çarçoveya karê hilbijaritnê de li Darmstadtê di civîna gel de axivî û got, "Ev hilbijartin ji bo diyarkirina çarenûsa civakê, gelekî girîng e. -
Koç: HDP wê ji 7'ê Hezîranê bêhtir dengan bi dest bixe
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li ser karê hilbijartinê yê li Ewropayê aghaî da û diyar kir ku ew bi 8 hezar kesî kar dikin. Koç got, "Armanca me ew e ku ji 7'ê Hezîranê gelekî zêdetir dengan bigirin." -
ROJEVA 31'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Gulana 2018'an. -
Li Baselê piştgirî ji Dayikên Şemiyê re hate dayin
Meclîsa Jinê ya HDK-A Baselê, di Hefteya Têkoşîna li dijî Windayên Destgîrkirî ya Navneteweyî de, ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê çalakiyek li dar xist. -
Cenazeyê Mawa li Brukselê hate veşartin
Cenazeyê pitika Kurd a 2 salî Mawa ku di dema şopandina polîsan a wesayîtê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Belçîkayê hate veşartin. -
Li Riha, Amed û Êlihê xebatên hilbijartinê didomin
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomin. Li Amed,Riha û Êlihê namzetên HDP’ê serdana dikandar û gundan kir. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
HDP li Parîsê çû serdana esnafan
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye di çarçoveya hilbijartinên 24’ê Hezîranê de serdana esnafan hate kirin. -
HDP li Wanê bi rûhê seferberiyê kar dike
Rêxistina HDP’ê ya Wanê li navçeyên Şax û Serayê buroyên hilbijartinê bi merasîmeke girseyî vekirin. -
Demîrtaş ji The Natîonalê re axivî: Divê em dengê xwe biparêzin
Namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş diyar ku rola HDP a di hilbijartinan de roleke krîtîk û sereke ye û bal kişand ser vî tiştî ku divê deng werin parastin. -
Malpera ajansa Rojnewsê şevê din hate girtin
Malpera Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê şevê din rastî êrîşên sîber hat û weşana ajansê ji bo demekê rawestayeye. -
Sakik bû namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Manîsayê
Li şûna Lezgîn Botan ku cezayê girtîgehê lê hate birîn, HDP'ê Sirri Sakik di rêza yekemîn de li Manîsayê namzet nîşan da. -
Îngilîziya pirtûka Sakîne Cansiz li Londonê hate nasandin
Îngilîziya pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê "Jiyana min timî şer bû" (Sara My Whole Life Was a Struggle), roja 29'ê Gulanê li paytexta Îngilîstan Londonê bi civînekê hate nasandin.