ROJANE
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, Alî Haydar Kaytan bi bîr anî û got, "Hevalê Fûat ew hevalê me bû ku heqîqeta Rêbertî herî baş fêhm dikir û ji hevrêyên xwe re bi rengê herî baş vedigot."
Li "Komxebata aboriya demokratîk û birêxistinkirina aboriyê" di axaftinan de işaret bi pêwîstiya bi rêxistinkirina aboriyê hate kirin û hate destnîşankirin ku divê gavên pratîkî bêne avêtin.
Fîlozof Giorgio Agamben nameyek ji Rêber Apo re şand û got, "Li girtîgehê jî hûn azad in; hûn azadî bi xwe ne."
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek anî ziman ku girtina komedyen Denîz Goktaş nîşaneya karakterê otorîter a rejîma li Tirkiyeyê ye û got, "Li dijî zalimên em ê bi bikenin."
Dema dawî, bûyerên li dora ewlekariyê û dîplomatîk ên ji Iraqê heta bi Sûriyeyê, ji NATO'yê heta bi Yekîtiya Ewropayê, nîşan dide ku hewl tê dayin meseleya Kurd di nava mîmariya ewlekariya herêmî ya nû de jinûve bê pênasekirin.
Hemû Nûçe
-
Saçilik: Ji azraîl ruh û ji AKP’ê nemînin benda kadro yê
Namzetê HDP’ê Velî Saçilik, serdana Kanan Gungordu kir yê ku ev 48 roj e li pêşiya şaredariya Zeyntînbûrnûyê di çalakiya rûniştinê ya ‘Ez karê xwe dixwazim’ de ye. Saçilik axivî û got; “Ji azraîl li benda ruh û ji AKP’ê jî benda kadroyê nemînin.”
-
-
-
Temellî: Îro roja lihevkirinê ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Êlihê bû. Temellî got ku, “Îro roja lihevkirinê ye. Deng bidin banga Demîrtaş, heke kêşe yek be, ew ê çareserî jî hevpar be.”
-
-
-
-
-
-
Wezîrê Tirk Çavûşoglû li DYA ye
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê serdana DYA kir. Di rojeva wî de, dijminatiya li Kurdan a AKP'ê, peymana S-400 a bi Rûsyayê re îmze kiriye, mûxalefeta li firotina balafirên şer ên F-35 û gelek mijarên din hene.
-
-
Îlahiyatnas Tûrgay: Partiya ku nêzî rêgezên Quranê ye, HDP ye
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê îlahiyatnas Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay got, ya girîng ne ew e ku mirov navê Îslamê bilêv bike, ya girîng ew e ku mirov li gorî Îslamê bijîn. Tûrgay destnîşan kir ku partiya nêzî rêgezên Quranê ye HDP ye.
-
-
-
Ciwanan li Swêd û Elmanyayê afîş daliqandin
Ciwanên Kurd dawiya hefteyê li 3 bajarên Swêdê ji bo boykotkirina Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Li bajarên Korbach û Bad Arolsen ên Elmanyayê jî afîşên ji alên YPG/YPJ'ê hatin daliqandin.
-
ROJEVA HILBIJARTINÊ
Hûn dikarin hemû nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê di ajansa me de têne weşandin ji vê derê bişopînin.
-
-
-
-
-
'Ji hêviya HDP'ê ditirsin'
Parlamentera HDP'yî Besîme Konca di civînên hilbijartinê de axivî û got, "Di rêya azadiyê de hêvî afirî. Ya ku îro jê ditirsin ev hêvî ye."
-
-
Li Antalyayê êrîşî HDP’ê kirin
Li Antalyayê komekê bi kevir û daran êrîşî standa HDP’ê kirin. Di êrîşê de wesayîta anonsê hate derbkirin û HDP’yiyek jî birîndar bû.
-
-
Bûldan: Demîrtaş bûye kabûsa Erdogan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Kuçukçekmece û Kanaryayê tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bû. Bûldan li vê derê axivî û got ku, “Ev welat bi darê zorê nayê birêvebirin.”