ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Kocelî û Malatyayê jî êrîşî HDP’yiyan hate kirin
Komeke bi dirûşmên “Degîrmendere wê ji bo we bibe goristan, em ê we tevan bikuji” êrîş birin ser HDP’yiyên ku li Deyermandere ya Koceliyê stand vekiribûn, kirin. Di êrîşê de 6 HDP’yî birîndar bûn. Li Meletiyê jî bi kevir û daran êrîşî HDP’yiyan kirin. -
Li Pirsûsê terora AKP’ê: Bi çekan 7 kes birîndar bûn
Li Pirsûsê AKP’yiyan êrîşî esnafan kirin, 7 kes birîndar bûn. -
Temellî: Ew ê Elbak ji sedî 97’an zêdetir dengan bistîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dema ku ji Geverê dihat Wanê li ser rê çû Elbakê. Temellî diyar kir ku li Elbakê ew ê ji sedî 97’an zêdetir dengan bistînin. Namzetên HDP’ê yên parlementeriyê li gelek bajaran bi gel re civiyan. -
Bûldan: Gelê me wê ji bo sindoqan bedena xwe bike mertal
Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê de daxuyanî da, diyar kir ku Erdogan sûc kiriye û bang erkê li YSK, YE û AGÎT’ê kir. Bûldan anî ziman ku 2023’ê wê HDP Tirkiyeyê bi rê ve bibe. -
NAV-DEM’ê Cejna Remezanê pîroz kir
NAV-DEM’ê Cejna Remezan ya Alema Îslamê pîroz kir û bal kişand ku 24’ê Hezîranê ji bo alema Îslamê fersendeke. -
Li Wanê leşker mudaxeleyî hilbijartinê dikin, ferman dan muxtaran
Li navçeya Tûşbayê ya Wanê beriya hilbijartinê leşkeran xwarin da muxtaran. Di xwarinê de leşkeran têkildarî ewlehiya hilbijartinê û sindoqên ku ew ê werin veguheztin ferman da muxtaran. -
Lêkolînerê Misrî Seîd: Dengê Kurdan di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de diyarker e
Lêkolînerê Misrî Kerîm Seîd tekez kir ku wê Kurd di hilbijartina 24’ê Hezîranê yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de ser bikeve û wê 13 ji sedî deng bi dest bixe. Seîd bibîr xist ku Erdogan tengav bûye û partiya wî di aloziyan de ye. -
Desteya hilbijartinê qebûl kir ku Demîrtaş tevlî mîtîngan bibe
Ji bo ku Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş karibe tevlî hin mîtîngan bibe, serlêdan hatibû kirin. Desteyên hilbijartinê ev daxwaz qebûl kir. HDP serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê û li Wezaretê da. -
Partiyên Çep ên Swîsreyê piştgirî dan HDP'ê
Partiyên Çep ên li Swîsreyê, beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê daxuyaniyek dan û piştgirî dan HDP'ê. -
Artêşa Iraqê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê da
Berdevkê Navenda Operasyonên Hevpar ên Iraqê Yahya Zubeydî ji Radyoya Dengê Amerîkayê re axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê da. -
HDP'ê ji bo mîtînga li Stenbolê banga tevlîbûnê kir
HDP wê 17'ê Hezîranê li Halk Pazari ya Kadikoyê mîtîngê li dar bixe. Ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Ji bo Penahî ji Hamaney re daxwazname hate şandin
40 hiqûqnas, siyasetmedar û rojnamevanên ji Îranê û Rojhilat ji bo ku cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisên Penahî were betalkirin, bangî lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney kirin. -
HRW: Li Efrînê dest li ser milkên sivîl datînin, talan dikin
Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan ragihand, li Efrînê ya dagirkirî komên bi ser Tirkiyeyê ve dest li ser mal û milkên Kurdên sivîl datînin û talan dikin. -
HDP: Tiştên ku Erdogan dike sûc e
Rêveberiya HDP'ê bal kişand ser fermanên Erdogan ên li ser Demîrtaş dide dadgerî û YSK'ê û diyar kir ku ev yek sûc e. -
Dîktator fermana 'Demîrtaş' da YSK'ê
Erdogan li xwe mikur hat ku derbarê namzetê serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîtaş ferman daye YSK'ê. -
Ji bo hevdîtina Ocalan a cejnê serlêdan hate kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya her sê girtiyên li Îmraliyê, ji bo hevdîtina cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Divê teqez em biçin ser sindoqan!
Namzetê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr di derbarê hilbijartin û dengdanê de axivî û got: “Ji bo ku li welatê me ji nû ve aramî, dadwerî, hiqûq û aştî serwer bibe divê teqez em biçi ser sindoqan û dengê xwe bidin. " -
Namzetê Meraşê Bakir: Ji bo vegera ji sirgonê HDP
"Tenê ku rewşeke demokratîk çêbibe dikarin vegerin Meraşa ku vala bûye. Li Meraşê, ku tê xwestin hemû raçînka wê were tinekirin, bi civaka xwe re em dikarin dîsa aramiya civakî ava bikin." -
Demîrtaş bersiv da Erdogan
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya Twitterê bersiv da Erdogan ku li ber namzetiya wî ya Serokkomariyê rabû. -
Dengdana li Swîsreyê sibe dest pê dike
Platforma 'Na ji Dîktaroriyê re': Ji bîr nekin; dengek dikare dîktatorekî bîne xwarê. Em dengê xwe ji roja dawî re nehêlin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. -
Jelpke: Polîsên Elman ji bo Erdogan dixebitin
Parlamentera Partiya Çep Jelpke nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsên Elman a li ser saziyên Kurdan da û got, "Ev êrîş ji bilî desteka ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdogan nayê ti wateyê." -
Li Swêdê hevdîtinên dîplomatîk ên HDP'ê
HDP'ê beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê li Swêdê karekî berfireh ê dîklomatîk dike. Li ser hilbijartinan û rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê agahiyan dide nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî. -
AvEG-Kon: Dengek ji bo HDP'ê, yek jî ji bo Demîrtaş
AvEG-Konê bang li dengdêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê kir: "Em dengekî xwe bidin HDP'ê, yekî jî bidin Demîrtaş. Bi vî rengî em hesab ji dîktatoriya AKP/Qesrê bipirsin." -
ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Hezîrana 2018'an. -
'Em ê xwedî li dengê xwe derkevin'
Pervîn Bûldan li Mersînê ji gel re axivî û diyar kir ku li dijî fermana Erdogan a ji bo hiştina HDP'ê li binê bendê, wê xwedî li dengê xwe derkevin.