ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Brukselê hate şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li paytexta Belçîka Brukselê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. -
HDP li gelek bajaran daket qadan
HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek cihan çalakî li dar xist. -
Bûldan: Tarsûs, Mersînê biryara xwe da wê piştgiriya HDP’ê bikin
Bûldan li Tarsûsê axivî û wiha got; “24’ê Hezîranê wê bibe dîroka wan ya dawî. Piştî 24’ê Hezîranê Tirkiye dikare bibe welatekî ku gelên Tirkiyeyê bi hev re bijîn, HDP bibe desthilatdar û Demîrtaş jî bibe serokkomar.” -
Demîrtaş: Ew ê yan demokrasî bi ser bikeve yan jî rejîma yek zilam
Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ew ê ya demokrasî yan jî ew ê rejîma yekzilamiyê bi ser bikeve. -
HDP çû serdana DÎSK’ê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, namzeta HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Hevseroka HDP’ê ya bajarê Stenbolê Esengul Demîr çûn serdana DÎSK’ê. -
Erdogan ferman da: HDP’ê asteng bikin
Serokkomarê Tirk û namzetê Serokkomariyê yê AKP’ê R. T. Erdogan di civîna Serokên Taxan de axivî û HDP kir hedef. Erdogan got ku, “Ji bo ku HDP di binê bendê de bimîne, çi ji destê we tê, bikin.” -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
PES û S&D’ê xwest Demîrtaş serbest were berdan
Serokê Partiya Sosyalîstên Ewrûpayê (PES) Sergeî Stanîshev û serokê Koma Sosyalîst û Demokratên Parlementoya Ewrûpayê (S&D) Ûdo Bûllman xwestin bila namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş serbest were berdan. -
Ji bo beşdarbûna Demîrtaş a mîtînga Sêrtê serlêdan hate kirin
Parêzer Şakîr Demîr ji bo namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş beşdarî mîtînga Sêrtê bibe serlêdan kir. -
Bûldan: Em mizgîniya çûyina AKP’ê û hatina HDP’ê didin we
Hevseroka Giştî ya HDP’ê li navçeya Seyhanê ya Edeneyê di civîna HDP’ê de axivî û wiha got; “Em mizgîniya çûyîna AKP’ê û hatina HDP’ê didin we.” -
NAV-DEM’ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina li Berlînê da!
NAV-DEM: Hikumeta Elmanyayê ji AKP’ê re dixebite û digire ser saziyên Kurdan! -
Temellî: Zanîngeh ên me ne!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, tevî namzetên parlamenteriyê yên partiya xwe, ku bi biryarnameyan ji kar hatine derxistin, li ber Zanîngeha Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. -
Doza komkujiya Enqereyê: Têkoşîna me hînê nû dest pê dike
Malbatan bêhiqûqiya di Doza Komkujiya Enqereyê de tê kirin şermezar kirin. Parêzer Ozdogan got, "Dadgeh berpirsyaran dibîne. Lewma bi lez û bez dixwaze biryarê bide." -
Jesta ji bo Erdogan: Polîsên Elman avêtin ser saziyên Kurdan
Dewleta Elman têkiliyên xwe bi rejîma Erdogan re ji nû ve xurt dike. Polîsên Elman jî êrîş birin ser saziyên Kurdan ên li Berlînê. Polîsan danê sibehê deriyên komeleya NAV-DEM'ê û buroya Civaka Azad şikandin û ketin hundr. -
Demîrtaş: Ji bo Erdogan dem nemaye!
Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji bo Erdogan got, 'dema wî zêde nemaye' û destnîşan kir ku guhertin şert e û ev jî nêz e. Demîrtaş diyar kir, dagirkirina Efrînê û tifaqa bi MHP'ê re wê tercîha Kurdên AKP'yî jî biguherîne. -
Temellî serdana TUSÎAD'ê kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bi heyetekê serdana TUSÎAD'ê kir. -
Daxwaza pêkanînan ji kongreya DYA hate kirin
Pêşnûmeyek pêşkêşî Kongreya DYA hate kirin û hat xwestin ku li ser rayedarên Tirk pêkanîn were ferzkirin. -
Doza 10'ê Cotmehê: Yên ku 400 wekîl dixwestin, berpirsyar in
Di rûniştina Doza Komkujiya Enqereyê de malbatan işaret bi rola dewletê kirin û nerazîbûn nîşanî dozger dan. -
Rapor: Elmanya divê demekê çekan nefiroşe Tirkiyeyê
Enstîtûyên aştiyê yên navdar ên Elmanayê bi raporeke hevpar ji hikûmeta Elman xwestin ku demekê çekan nefiroşin Tirkiyeyê. -
Endamên HDP û Partiya Şoreşger hatin destgîrkirin
Li Enqere û Îzmîrê, di serdegirtina malan de endamên HDP'ê û serokê bajêr a Partiya Şoreşger hatin destgîrkirin. -
Rewş li Îmraliyê her tim awarte ye!
Dadweriya Înfazê ya 1. a Bûrsayê biryareke nû da û hemû pêwendiyên nivîskî, mafê telefonê, serdana xizm û parêzeran li hemû girtiyan qedexe kir. Parêzer li ber vê biryarê rabûn, lê daxwaza wan nehat qebûlkirin. -
Her dengê ku nehatî avêtin wê ji AKP’ê re biçe
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser hilbijartina 24’ê Hezîranê nivîsî. -
HDP'yî li her derê bi girseyî tên pêşwazîkirin
Ji Botanê heta Egeyê, HDP'yî doh bi şev jî li qadan bûn û ji bo hilbijartinê xebitîn. -
Ebadî: Hilbijartin wê neyê dubarekirin
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî diyar kir ku wî daxwaza jinûvekirina hilbijartinên giştî red kiriye. -
NAV-DEM'ê ji bo dengdanê bang kir
NAV-DEM'ê bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê kir ku dengê xwe bidin û got, "Em ê bi hev re ji nava vê tarîtiyê derkevin û hêviyê mezin bikin."