ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Roja dawî ye, bila her kes dengê xwe bide'
Endamê HDK-Belçîka Mûstafa Pazarcik bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li derveyî welat kir ku biçin navendên dengdanê û dengê xwe bidin. -
Namzetê HDP'ê yê Elewî Ozen: Elewî wê dengê xwe bidin HDP'ê
Ji namzetên HDP'ê yên li Stenbolê Zeynel Ozen diyar kir ku di nava desthilatdariya heyî de jiyana ewlehiya ne ewle ye û destnîşan kir ku Elewî wê dengê xwe bidin HDP'ê. -
ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Hezîrana 2018'an. -
Bûldan: Natirsîn û serî natewînin!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Edenyê axivî, nerazîbûn nîşanî Erdogan ê namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş tim dike hedef da û got: “Yekan e tirs û xofa wan HDP û Demîrtaş e.” -
Bûldan: 24’ê Hezîranê wê AKP biçe, HDP bimîne
Bûldan a di mîtînga HDP’ê ya Mêrsînê de axivî, nerazîbûn nîşanî hedefkirina Erdogan a HDP’ê da û got: “Ez soz didim we wê 24’ê Hezîranê AKP biçe, HDP bimîne.” -
Temellî: 24’ê Hezîranê wê AKP bikeve!
Temellî bibîr xist ku mîna 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê gotin bi kîn û nefet bi kar tînin, dixwazin ji xwîn, şer û rondikên çavan hêzê bigirin. Wan gotin: “Kobanê ket, ha dikeve”. Kobanê neket, ew wê 24’ê Hezîranê bikevin. -
Lı Wanê xebatên HDP’ê bi coş didomin
Li Wanê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bê navber didomin. Hevserokên HDP’ê û DBP’ê li gel namzetên parlemeteriyê li navçe û navenda Wanê serdana esnaf û gel kirin. -
Li Îzmîrê 307 rewşenbîran jî gotin: HDP û Demîrtaş
Li Îzmîrê 307 reşenbîr û demokratan bi weşandina deklerasyoneke hevpar ragihandin ku wê 24’ê Hezîranê destekê bidin HDP’ê û namzetê hevserokatiyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Namzetên HDP’ê lez dane xebatên hilbijartinê
Ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li navçeyên Amedê mîtîng hatin lidarxisitn. Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin hate diyarkirin ku AKP bi Tansû Çîller ve peyam didin Kurdan. -
Onder: Em ê bi hev re qezenç bikin
Parlamenterê Enqerê Sirri Sureyya Onder bi namzetên HDP’ê re serdana dikandarên li Ûlûsê kir û wiha got; “Beriya niha em diçûn, niha gel dema me dibîne tên gel me.” -
NY ji bo Penahî banga rawestandina darvekirinê li Îranê kir
Rejîma Îranê ragihandibû ku wê piştî cejnê girtiyê Kurd Ramîn Hisên Penahî wê bêdeng darve bike. Raportorên Taybet ên Înfaza Bêdaraz a Neteweyên Yekbûyî, têkildarî biryara Rejîma Îranê hişyarî da û daxwaza rawestina lezgîn ya biryarê kir. -
Li Swîsreyê hilbijêr dengê xwe didin HDP’ê
Hilbijêrên ku li Swîsreyê dijîn di roja 4’emîn a dengdanê de çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. -
Li Sûriyeyê di êrîşa hewayî de 52 alîgirên rejîmê hatin kuştin
Li gorî bîlançoya dawî, li herêma Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa hewayî de herî kêm 52 şervanên alîgirê rejîmê mirine ku piraniya wan biyanî ne. -
Li Enqere û Semsûrê gelek kes hatin destgîrkirin
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Enqere û Semsûrê 9 kes hatin destgîrkirin. -
NAV-DEM'ê bang kir: Ji bo dengdanê em bilezînin
NAV-DEM'ê got, "Derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê wê bibe sîleyek û li rûyê dîktatoriya Erdogan bikeve" û bang li her kesî kir ku bi ruhê seferberiyê dengê xwe bidin. -
Demîrtaş: 24'ê Hezîranê wê bibe roja xelasiyê
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgeha Edîrmeyê ku lê dîl girtî ye, mesajeke nû şand. -
Karasû: Gladyoya Erdogan li ser kar e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser êrîşên dema dawî yên rejîma AKP-MHP'ê û got, "Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî êrîşan hê bi rêxistinî û zanebûn li ber xwe bidin." -
AKP'ê karê xwe yê hilbijartinê şidand: 17 kes hatin destgîrkirin
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê tenê çend roj man. Rejîma AKP-MHP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî zêde kir. li Edeneyê di serdegirtina malan de 17 kes hatin destgîrkirin. -
Divê raya giştî ya Kurd dest li polîtîkayên nokeriyê werde
Nokeriya PDK'ê ne bes e, tê gotin ku zext li hin kesên li nava YNK'ê jî tê kirin ji bo tevlî vê nokeriyê bibin. Xuya ye Tirkiye dixwaze bi destê PDK'ê bandorê li herêma YNK'ê jî bike. -
'Divê her kes bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê û got, ji bo faşîzm bê têkbirin divê her kes bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe. -
Ciwanên Azad ji bo boykotkirina Tirkiyeyê çalakî li dar xistin
Ciwanên Azad li bajarê Gavle yê Swêdê, ji bo boykotkirina Tirkiyeyê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin. -
Tûran: Eger HDP nebe wê her tişt xerabtir bibe
Namzetê HDP'ê yê rêza duyemîn ê Mersînê Ridvan Tûran destnîşan kir ku eger HDP li Meclîsê nebe wê her tişt hîn xerabtir bibe. -
Li deriyên gumrukê dengdana bi sextekarî
Welatiyekî Tirk ê ji bo dengdanê çû Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê li Dusseldorfê, eşkere bû ku bi navê wî li Deriyê Gumrukê yê Esenbogayê beriya 8 rojan dengê hatiye dayin. -
ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Hezîrana 2018'an.