ROJANE
Hemû Nûçe
-
Mihemed Elî: Li herêma me aramî, edalet û hêvî heye
Endamê Komîteya Serokatiyê ya MSD'ê Hesen Mihemed Elî ku li aliyê Reqa û Dêra Zorê dixebite, diyar kir ku li dijî dagirkeriya Tirk û DAÎŞ'ê ew tedbîrên nû digirin û li aliyê din jî hewl didin sîstemeke nû ava bikin. -
'Hemû girtîgeh bûne Îmrali'
Ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Kenan Maçoglu got, polîtîkayên şer ku 5'ê Nîsana 2015'an hatin sazkarkirin, bandora xwe li ser girtîgehan jî kir û domand,''Girtîgeh bûne Îmrali? Erê, tam jî wiha bû''. -
Tevgera Ciwanên Şoreşger destek dan greva birçîbûnê
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin û bang li ciwanên Kurd kirin ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev bicivin. -
Kurkçu: Rapora komîsyonê, gundiyên Roboskî sûcdar kir
Kurkçu: Di bûyerê de diviyabû 34 caran cezayê muebbetê bihata dayîn. Lê rapora ku bûyer weke sûc nedît, gundiyên Roboskî yên li her du aliyên sînor ên welatê wan parçe kirine mal dibirin û dianîn, weke 'yekane sûcdar' nîşan da. -
ROJEVA 28'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Kanûna 2018'an. -
64 jê bêdorveger, herî kêm 600 girtî di greva birçîbûnê de ne
Plaforma Azadiyê ya li Dijî Tecrîdê diyar kir ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Ocalan 64 jê ya bêdawî û û bêdorveger, herî kêm 600 girtî di greva birçîbûnê de ne. -
Temellî: Kes nikare îradeya me desteser bike!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî diyar kir ku Tirkiye di navbera tecrîd û demokrasiyê de maye û Leyla Guven silav kir. Temellî got: “Em ê careke din nîşanî vê desthilatdariyê bidin ku ew nikarin îradeya me desteser bikin.” -
ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin, êrîşeke nîjadperestî ye
ÎHD'ê rapora xwe ya li ser cînayeta nîjadperestî ya li Sakaryayê eşkere kir. Hevseroka Giştî Eren Keskîn got, ya ku hatiye kirin êrîşeke nîjadperestî ye. -
Li Îzmîrê operasyonên qirkirinê: 7 kes hatin destgîrkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsan girtin malên rêveber û xebatkarên HDP’ê û gelek kes destgîr kirin. -
Li Torontoyê bîranîna Roboskî û Mereşê
Qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê li bajarê Torontoyê hatin bîranîn û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Soro: Rûsya dixwaze xeyalên xwe yên du sed salan pêk bîne
Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro, ku siyaseta Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn baş dişopîne, polîtîkaya Rûsyayê ya li Sûriyeyê û bandora siyasetên li herêmê ya li ser Sûriyeyê nirxand. -
ROJEVA 27'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Kanûna 2018'an. -
2 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyên siyasî Mehmet Erbey û Suleyman Benzer bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. -
Li Îzmîrê 13 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
13 girtiyên li girtîgehê herêma Egeyê tên ragirtin, li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Tirkiye yek ji 10 welatên pêşîn e, yên ku dikarin qirkirinê bikin
Di nav welatan de yên ku dikarin qirkirinê bikin, Tirkiye ket nav 10 welatên pêşîn. -
Greva birçîbûnê ya li Stavrapolê di roja duyemîn de ye
Kurdên li navçeya Novoaleksandrovkî ya bajarê Stavrapol ê Rûsyayê, 2 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. -
Rûniştina doza nûçegihan Kobulan hate taloqkirin
Rûniştina doza nûçegihan Yasîn Kobulan hate taloqkirin. -
DAÎŞ tevgeriya!
Piştî gefên Erdogan ên li ser Bakurê Sûriyê DAÎŞ li Iraqê li Kerkûk û Diyalayê ku weke 'deverên nîqaş li ser wan' têne binavkirin, tevgeriya. -
Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re nehat qebûlkirin
Serlêdana cara 775'an a parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê, nehat qebûlkirin. -
Li Girtîgeha Bûrhaniyeyê 4 girtî 6 rojin di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê, 4 girtiyên jin 6 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne. -
HDP: Heta ku bepirsên Roboskî werin darizandin wê têkoşîn bidome
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo salvegera 7'an a Komkujiya Roboskî ji Ferhat Encu re name şandin. Hate gotin, heta ku berpirsên Komkujiya Roboskê werin darizandin wê têkoşînê bidomînin. -
TKEP/Lenînîst: Dewleta Tirk hewl dide ku xwînê biherîkîne
TKEP/Lenînîst li dijî gefên Erdogan ên derbarê dagirkirina Rojava helwest nîşan da û got, ''Em nehêlin ku rejîma faşîst Rojava bike gola xwînê''. -
Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Pforzheîmê ne
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê pêk tê, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê koma ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê ye. -
ROJEVA 26'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Kanûna 2018'an. -
Li Stenbolê 8 kes hatin girtin
Di serdegirtina malan a roja Şemî ya li Stenbolê de 8 kesên ku hatibûn destgîrkirin hatin girtin.