Rûniştina doza nûçegihan Kobulan hate taloqkirin

Rûniştina doza nûçegihan Yasîn Kobulan hate taloqkirin.

Rûniştina doza nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi îdîaya ku 'propagandaya rêxisinê kiriye'' li  Dadgeha Cezayê Giran a 30'î ya Stenbolê hate dîtin.

Kobulan got ji ber xebatên nûçegihaniyê ew tê darizandin.

Parêzerê Kobulan jî diyar kir destpêka lêpirsîna miwekîlê wî ne hiqûqî ye.

Dozger bi îdîya ku 'propagandaya rêxistinê kiriye'' xwest ku Kobulan were cezakirin.

Rûniştin taloqî 8'ê Adara 2019'an bû.