ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Stenbolê 8 kes hatin girtin
Di serdegirtina malan a roja Şemî ya li Stenbolê de 8 kesên ku hatibûn destgîrkirin hatin girtin. -
Girtiyê greva birçîbûnê Teymûr hate sirgûnkirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyê siyasî Abdullatîf Teymûr ê di greva birçîbûnê de bi hinceta cezayê disîplînê vê sibê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê hate kirin. -
Li bajarokê Telefer ji ber teqînê du kes mirin
Hate ragihandin ku li navenda bajarokê Telefer a parêzgeha Nînowa wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. -
Temellî: Divê heyetek tavilê biçe Îmraliyê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir, divê heyetek tavilê biçe Îmraliyê û got, "Ya tecrîd ya jî demokrasî." -
Omer Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, ji bo karibe biçe Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, serî li Wezareta Edaletê da. Omer Ocalan got, tecrîda li Îmraliyê ketiye rewşeke krîtîk. -
Meaşê kêmtirîn hate diyarkirin: Karker îsal dîsa birçî ne!
Meaşê kêmtirîn hate eşkerekirin. Ji bo sala 2019’an meaşê kêmtirîn 2 hezar û 20 lîra ye. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 775'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Di rînga girtîgehê de êrîşî girtiyên PKK’ê kirin
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi organîzekirina girtiyên edlî êrîşî girtiyên PKK’ê kirin. -
Qurbaniyên komkujiyan li Bîelefeldê hatin bîranîn
Qurbaniyên ku di komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê de hatin kuştin, li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Qurbaniyên komkujiya Mereşê li Hambûrgê hatin bîranîn
Kesên ku sala 1978'an li Mereşê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê 8 roj li pey xwe hişt
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûnê dest pê kir, 8 roj li pey xwe hişt. -
ROJEVA 25'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Kanûna 2018'an. -
Ji bo qerta Newrozê ya Onlu yê HDP’yî fezleke hate amadekirin!
Ji bo qerta pîrozbahiya Newrozê ya Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu fezleke hate amadekirin. -
Rojnameger Sayilgan: Wê çapemeniya azad xwe stûxwar neke
Doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan hate taloqkirin. Sayilgan got; “Ji heyetê tu daxwaz û daxwaza berdanê nîne. Em, çapemeniya azad me tu caran stûyê xwe xwar nekiriye.” -
Ji bo doza Çîçek Otlû banga tevlîbûnê hate kirin
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî ji bo doza Seroka ESP'ê Çîçek Otlû banga tevlîbûna girseyî kir. -
Bîlgen: Nêzîkatiya desthilatdariyê rê li ber kujeran vedike
Wekîlê HDP'ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser êrîşa nîjadperestî ya li Sakaryayê ku kurdek hate kuştin û kurê wî birîndar bû û got, desthilatdarî bi helwest û daxuyaniyên we rê li ber dijminahiyê û kujeran vedike. -
Kurd li Krasnîkutê di greva birçîbûnê de ne
Li navçeya Krasnîkutê ya bajarê Saratovê ya Federasyona Rûsyayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirinaRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin. -
Çalakvanên Strasboûrgê: Em li dora Rêberê xwe bicivin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ku ji hêla 'Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî' dest pê kir, di roja 8'an de ye. Çalakvanan banga kirin û gotin, "Em li dora Rêbertiyê xwe bicivin." -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Leîpzîgê hate pîrozkirin
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê hate pîrozkirin. -
Komkujiyên Mereş, Roboskî û Ûlûcanlarê hatin şermezarkirin
Komkujiyê Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê ya li Ûlûcanlarê, li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin. Mirovên ji ber êrîşa çeteyên faşîst û dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
'Eger tiştekî neyînî biqewime, wê berpirsyar CPT be'
Ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, Kurdistanî ji gelek welatên Ewropayê hatin qada çalakiyê. Kurdistaniyan gotin, eger rewşeke neyînî ji ber çalakiyê rû bide, wê CPT ji vê berpirsyar be. -
'Hesabên xwe hemû li ser êrîşa li dijî Rojava kirine'
Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy got, polîtîkayeke Tirkiyeyê ya ji bo hilweşandina desthilatdariya Esad nemaye û diyar kir, hesabên xwe hemû li ser êrîşa li dijî Rojava kirine. -
ROJEVA 24'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Kanûna 2018'an. -
Şehîdên Kobanê li Mannheîmê hatin bîranîn
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo bîranîna şehîdên Kobanê civînek hate lidarxistin. -
Aslan: Divê em deng bidin dengê girtiyên di girtîgehan de
Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan di kongreya DBP’ê ya Navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê de axivî, û bal kişand li ser grevên birçîbûnê. Aslan got ku; “Divê em deng bidin dengê girtiyên di girtîgehan de.”