Qurbaniyên komkujiyan li Bîelefeldê hatin bîranîn
Qurbaniyên ku di komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê de hatin kuştin, li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Qurbaniyên ku di komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê de hatin kuştin, li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ji hêla Dergaha Elewiyan a Bîelefeldê û Yekîtiya Hêzên Demokratîk ve hate lidarxistin û kesên ku di komkujiyên Mereş, Roboskî û 19 Kanûnê de hatin kuştin, hatin bîranîn. Şahidê komkujiya Mereşê Azîz Tûnç û Niyazî Oztaş tevlî merasîmê bûn. Merasîma ji bo bîranîna qurbaniyan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi nîşandana sînevîzyona li ser komkujiya Mereşê dewam kir.
Piştre Niyazî Oztaş axivî û got, "Di dema komkujiya Mereşê de ez hê 18 salî bûm. Zilma li Dayika Taybet û Cemîleyê hate kirin çi be, tişta li Mereşê, li Roboskiyê, di zindanan de jî hate kirin ew e. Komkujiya li Mereşê hate kirin, bi navê 'ol' hatiye kirin. Komkujiya Benî Kûreyza ye."
Oztaş diyar kir, divê her kes xwedî li çanda Elewitiyê derkeve û got, "Weke ku li Sûrê, li Cizîrê, li Efrînê hate kirin, komkujiya li Mereşê jî hate kirin komkujiyeke siyasî ye. Fermana vê komkujiyê ji Enqereyê ji hêla rayerdarên demê ve hate dayîn."
Azîz Tûnç jî diyar kir ku dixwazin komkujiya Mereşê weke ku bûyereke herêmî be nîşan bidin û got, "Bila tu kes vê neke. Ev ne bûyereke herêmî ye. Vaye bûyera Mereşê, bûyera Sêwazê, bûyerên 6-7’ê Cotmehê hwd. Divê em jibîr nekin ku ev komkujî ne. Dewletê komkujiya Mereşê ji bo ku bikaribe ‘paqijiya etnîkî û baweriyê’ bike pêk anî."