Nûnerê Ewropayê yê PYD’ê Zuhad Kobanî li bajarê Goteborg a Swêdê beşdarî konferanseke der barê geşedanên Suriyeyê û Rojhilata Navîn de bû. Kobanî diyar kir ku ev salek û nîve li Rojhilata Navîn geşedanên girîng pêş dikevin û gel bi daxwaza wekhevî û azadiyê radibin ser piyan. Kobanî wiha pê de çû: “Hêzên emperyalîst ku li Rojhilata Navîn kontrol ji destê wan çû û ji vê tirsiyan ku ev geşedan bi kar anîn û hewl dan ku herêmê li gorî teşe bikin.” Kobanî destnîşan kir ku ew naxwazin pevçûnên li Suriyeyê li hemû Kurdistanê belav bibin û got ku ew li dijî hemû zext û zordariyan jî di vê xetê de israr dikin.
Kobanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Welatên rojava ji bo ku pêşî li radîkalbûna têkoşîna gelên Rojhilata Navîn bigire piştgiriyê didin Îslama nerm. Hewl didin hin rêveberiyên li gorî xwe ava bikin. Li welatên Rojhilata Navîn 3 hêzên mezin hene. Rejîmên statuko, emperyalîst û gelên azadxwaz. Gel li hemberî statukoyê û rejîmên zextkar serî hildan. Rojava û Ewropayê ku ev dîtin jî dîsa piştgirî dan Îslama nerm. Îslama nerm bi kar anîn û xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve bi teşe bikin. Gelek aliyê din jî bi nêzîkatiya dê ji Bihara Ereban statukoperest biçin dê Rojhilatana Navîn xweş bibe nêzîk bûn. Di asta ku niha de aşkere bû ku Bihara Ereban bi guherîna pergalên bi encam nebûye.”
Kobanî destnîşan kir ku ligel ku li Suriyeyê nêrînên siyasî yên cuda hene jî projeyên şênber tune û wiha got: “Projeyên demdirêj yên Tevgera Azadiya Kurd hebûn. Em li dijî pêkhatina şerên li Kurdistanê derketin. Hin aliyan bi israr hewl dan me bixin nava vî şerî. Digotin ya hûn li aliyê me ne yan jî li aliyê rejîmê. Digotin çima hûn tevli şoreşê nabin. Li gel hemû zext û sûcdarkirin em di xeta xwe de bi israr bûn. Ji ber ku me ew wekî şoreşê nedidît. Lê armanca wan ne ku pergalê xera bikin, bû bidestxistin bû. DYA û Ewropayê gelek nûçeyên spekulatîf belav kirin û hin avabûn wekî nûnerên gelê Suriyeyê îdia kirin.”
Kobanî bi lêv kir ku gelê kurd li gel hemû zext û zordariyan Meclisên Gel, dibistanên xwe, komîteyên parastinê û rêxisibûna xwe berdewam kirine û got ku ji bo ku qezencên xwe biparêzin û zêdetir pêşve bibin jî yekitiya kurdan gelek girîng e. Kobanî wiha berdewam kir: “Me bi awayekî serbixwe di partiyên kurd yê Rojava û rêxistinan re îtîfaq kiriye û li Hewlêrê jî peymana di navbera kurdan hatiye îmzekirin jî ji bo yekitî û berjewendiya kurdan girîng dibînin.”
Kobanî da zanîn yekitiya kurdan hin hêzan û Tirkiyeyê nerehet dike û wiha got: “Ji bo yekitiyê xera bikin hin hewldanên wan hene. Divê hemû kurd ji van lîstikên ku yekitiyê xera dikin dûr bikevin.”
Di berdewamiya axaftinê de wiha got: “Encûmena Nîştîmanî ya Sûriye (ENS) bi erênî li daxwazên xweseriya gel a kurd nanêre. ENS di mijara dahatûya kurdan de ne zelal e. Naxwazin statuyê bidin kurdan. Ev di konferansa Qahîreyê de diyar bû. Li wir hate xwestin PYD beşdarî kongreyê bibe an na hate nîqaşkirin. Ev geşedan jî nîşan dide ku divê gelê kurd zêdetir têbikoşe. Niha serweriya di destê Kurdan de ye. Lê li pêşiya me demek zehmet heye. Hin hêz dibêjin PYD li her derê serdets e. Dixwazin bi vê aloziyê derbixin. Ev jî PYD’ê hedef nîşan dide. Ji bo me ne Komara Ereb ya Suriyeyê an jî Komara Kurd a Suriyeyê. Ji bo me Suriyeye demokratîk esas e. Ji bo vê em xebatê xwe dimeşînin. Diyaloga me bi gelên din û ereban re didome. Lê divê em li dijî hêzên dewlet Tirk baldar bin. Li Rojava dê ne du hêz, yek hêz pêk were. Em li Başûr encama du hêzan dibînin. Li Rojava kurdan yek hêz ava kir. qezencên mezin hene lê niha her tişt neqediyaye. Divê em baldar bin.”