Zindana mirinê: Misilmiyê
Zindana mirinê: Misilmiyê
Zindana mirinê: Misilmiyê
Li girtîgeha Misilmiyê ya navendî a bajarê Helebê ewlehiya jiyanê nemaye. Girtîgeh nêzî saleke ji aliyê Artêşa Azad hatiye dorpêç kirin. Artêşa rejîmê û çekdarên Artêşa Azad ku derdora zindanê kirine qada şer, girtiyên zindanê wek mertalên zindî bikar tînin. Girtiyên ku birîndar dibin li şûna ku bêne derman kirin têne kuştin, yên ku dikevin destê komên çekdar de jî têne serjêkirin. Jiber kêmbûna av, xwarin û dermanan gelek girtiyan jiyana xwe jidest dane.
Girtiyê bi navê Esber Hacî Ebdo yên ji gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindrêsê ya Efrînê û 6 sal di zindana Misilmiyê dihat ragirtin, di encama lihevhatinekê de hate berdan. Piştî hate berdan rastiya zindana Misilmiyê, nêzîkatiyê Artêşa Sûriyê, êrîşên Artêşa Azad yê ser girtiyan û trajediya hatiye serê wî Hacî Ebdo ji ANHA'ê re vegot.
‘MISILMIYÊ ZINDANA MIRINÊ YE’
Hacî Ebdo got, "niha li zindana Mislimiyê qasî 4 hezar girtî her roj bi mirinê rû bi rû ne, av, xwarin û derman tineye. Xwarinê heşt rojan carekê didin girtiyan, gelek nexweşiyên mîna Zerik, dibin sedema mirina girtiyan."
Hacî Ebdo trajediya hat serê xwe wiha vegot “Her roj li Zindanê Komkujî pêk tên, segvanên rejîmê ji aliyekî û ji aliyên din êrîşên komên çekdar dibin sedema kuştina bi dehan girtiyan. Kesên tên kuştin li hewşa zindanê têne veşartin.”
NAHÊLIN GIRTÎ WERIN CEM HEV
Li gorî Hacî Ebdo dibêje rayedarên zindanê ditirsin ku girtî li dijî wan serî hildin, lewma ew nahêlin ku girtî li hev bicivin. Dema girtî tên cem hev wan bi lêdan û ava şid ji hev belav dikin. Her wiha ji bilî kanala fermî ya dewletê hemû kanalên televizyonê hatine qedexekirin.
BIRÎNDARAN DIKUJIN
Hacî Ebdo diyar kir ku her roj bi kêmanî 10 girtî bi nexweşiyan yan bi guleyan tên kuştin, yên ku birîndar dibûn li şûna ku bêne derman kirin tên kuştin, her wiha yên ku xwarinê jî dixwazin carna di bin lêdanê de jiyana xwe jidest didin. Hacî Ebdo diyar kir ku gelek girtiyên Kurd ji Efrîn, Kobanê û Tileranê jî jiyana xwe ji dest dane.
GIRTÎ WEKE MERTALÊN ZINDÎ TÊN BIKARANÎN
Ebdo got, “ Ji dîmenên herî bi êş dema ku hêzên rejîmê me wek mertalê zindî bikartanîn bû. Ji bo ku xwe li dijî êrîşan biparêzin em dikirin mertal.”
Hacî Ebdo dibêje dema derketiye dîtiye di nava komên êrîşkar de tabûrên Ehrah El-Şam, Lîwa El-Tewhîd, El-Fecir û tabûrên Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê jî hebûn. Di nava tabûran de kesên Çeçen, Efgan, Ereb û Kurdên ji başûr jî hebûn.
'EHRAR EL ŞAM ÎŞKENCE LI ME KIR'
Hacî Ebdo da zanîn ku hêzên rejîmê beramberî xwarinê her carê 10 girtî ber didan û got, "Heyva Sor a Sûriyê xwarin ji leşkerên rejîmê re derbasî zindanê dikirin, wan jî 10 girtî berdidan."
Hacî Ebdo got ku piştî ew hatin berdan Heyva Sor ew radestî Lîwa Ehrar El-Şam kirine û got “Em 18 rojan li ba Ehrar El- Şam girtî man, li wir jî em bi hovîtî hatin îşkencekirin."
'LI BER ÇAVÊN MIN GIRTÎ SERJÊ DIKIRIN'
Hacî Ebdo diyar kir ku zindanên komên çekdar ji yên rejîmê xirabtir bûn, li ber çavên me girtî serjêdikirin.