Zenderlîoglu: Tu aliyê hiqûqî yê vê dozê tune

Zenderlîoglu: Tu aliyê hiqûqî yê vê dozê tune

Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu ku tevlî doza KCK’ê ya Stenbolê ku li Kopleksa Girtîgeha Sîlîvriyê pêk tê bû, diyar kir ku tu aliyê hiqûqî yê vê dozê tune.

Husamettîn Zenderlîoglu diyar kir ku kesên bi hinceta endam û rêveberê KCK’ê hatine girtin, der barê wan de tu sûcdariye şênber tune. Zenderlîoglu wiha pê de çû: “hikûmeta AKP’ê ji bo ku gelê kurd û partiya me bê deng bike û li gorî xwe bi rê ve bibe, bi hezaran mirov kiriye zindanan. Hikûmeta AKP’ê bi bêhiqûqiyek mezin ji bo pêşniyarên li gorî xwe bi gelê kurd bide qebûlkirin bi hezaran hevalên me girtin. Ev rewş tê zanîn û li rayagitşî ya cîhanê, tikriyeyê ya kurd rastî bertekan tê. Bi hevkariya Dadgehên Rayeya Taybet gelek xebatkarên partiyan, bi hezaran demokrat, welatparêz di destê desthilatdariya AKP’ê de dîl tên girtin. Di salên komarê de Dadgehên Îstîlalê ji bo muxalîfan bê deng bike hebûn û niha jî yên Rayeya Taybet hene. Îro yên ku tên darizandin ne ku ji ber KCK’ê ne. Ji ber ku kurdin tên darizandin.”

Zenderlîoglu balkişand ser nîqaşên rayeyên Dadgehên Rayeya Taybet û nîqaên sînorkirina peywirê û wiha got: “Ev dadgeh di dema desthilatdariya AKP’ê de ketiye meriyetê. AKP li gorî hewcedarî û konjektorelên xwe bi qanûn û hiqûqê dilîze. Di dozê îro de ligel ku belge û delîlek şênber tuneye jî bi şahidên veşarî girtinan didomîne. AKP li gorî hewcedariyên xwe tevdigere.hikûmeta AKP’ê ya ku niha ketine nava lêgerîneke nû dê tu sererastkirnekê neke. Dê bi makyaj û kilifan dubare bike. Gelê me dê bersiva herî baş bide AKP’ê. Tirsa AKP’ê jî ev e.”