Şevê din komek ciwanên ku li Kolana Çukurova ya Taxa Anadolu, bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî salekê ye tê meşandin şermezar bikin meş pêk anîn rastî êrîşa polîsên AKP’ê hatin. Di êrîşa hovane de zarokê 11 salî M. A. bi bombeya gazê ji sere xwe bi giranî birîndar bû. M.A. piştî rakirin nexweşxaneyê, xistin bin emeliyatê.
Şevê din li Kolana Çukurova ya Taxa Anadolu ya navçeya Yuregîra Edeneyê komek ciwan, bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya zêdeyî salekê didome şermezar bikin, meş pêk anîn. Pişti komê dirûşme avêtin kirin û dest bi meşê kirin polîs hatin cihê bûyerê û bi bombeyên gazê êrîşî girsê kir. Komê jî bi keviran bersîv da polîsan û alozî derket. Di aloziyê de zarokê 11 salî M. A. bi bombeya gazê ya li serê xwe wî ket bi giranî birîndar bû. M.A. birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê. M.A. ku bi giranî birîndar bû û xwîn çû ser mejiyê wî rakirin emeliyatê. Hate zanîn ku rewşa M.A. girane. M.A. ku serê sibê emeliyat bû hate hînbûn ku, hestiyê serê wî şikestiye û xwîn çûye ser mejiyê wî.
Bavê M. A. Mustafa Akay anî ziman ku, kurê wî bi bombeya gazê bi giranî birîndar bûye û şevê bê navber vereşiya ye. Akay anî ziman ku, serê kurê wî deriziye û rewşa wî girane."