Guhertinên ku desthilatiya AKP’ê di daraza Tirk de pêk anîn, heta niha neketine meriyeê. Her ku diçe rewşa zarokan xirabtir dibe. Weke her carê dîsa li Mêrsînê zarokek Kurd li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat darizandin.
Halîl Karahan ê 16 salî, li Sêrtê ji dayîk bûye bi hinceta “endamê rêxistinê ye” û “bi navê rêxistinê suc kiriye” di 26’ê çile de hatibû girtin. Di çarçoveya “şahidê nepen” de Karahan bi hinceta beşdarî mitînga di 9’ê cotmeha 2011 de ya bi boneya protestokirina Komlpoya Navneteweyî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama wê de ji Sûriyeyê derket, li taxa Dmeîrtaş a navçeya Toroslara Mêrsînê bûye û çalakiyê li dar xistiye, hat tawanbarkirin. Lê tişta sosret ew e ku Karahan di wê demê de di girtîgehê de bû. Her çendî ev yek bi belgeyan hatibû piştrastkirin jî, dadgeha Tirk careke din biryareke skandal dabû û Karahan hatibû girtin.
SKANDAL LI SER SKANDALÊ
Li vê skandala daraza Tirk yeke din jî hate zêdekirin. Îdîanmeya ku têde ji Karahan re 40 sal cezayê girtîgehê tê xwestin hat qebûlkirin û Karahan ne li Dadgeha Zarokan, lê Dadgeha Cezayê Giran hat darizandin. Karahanê bi awayeke negirtî di 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran de hate darizandin, sucdarkirinên li hemberî xwe qebûl nekirin û diyar kir ku wî ne molotof avêtiye û ne jî endamê rêxistinê ye.
Parêzerê Karahan, Eyup Sabrî Oncel jî van sucdarkirinên li hemberî miwekîlê xwe red kir û bi bîr xist ku miwekîlê wî zarok e, divê di dadgeha zarokan de bê darizandin. Dîwana Dadgehê daxwazên parêzer nirxand û diyar kir ku ew ê di rûniştina piştî vê ya dozê de biryar bidin bê dê Karahan di dadgeha zarokan de bê darizandin an an. Rûniştina piştî vê di 10’ê cotmeha 2012 de ye.
DI GIRTÎGEHÊ DE BEŞDARÎ ÇALAKIYA BI MOLOTOFAN BÛYE!
Parêzerê Halîl Karahan û endamên Lijneya Rêberiya Navendî (LRN) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eyup Sabrî Oncel diyar kir ku di dema ew sucê diavêjin stûyê Karahan de, Karahan di Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê de bû. Oncel got ku miwekîlê wî bi awayeke neheq hatiye girtin û ne di dadgehên zarokan, lê di dadgehên cezayê giran de hatiye darizandin û nerazîbûn nîşanî vê yekê da.
16 SALÎ YE, 3 CARAN KET GIRTÎGEHÊ
Oncel destnîşan kir ku her çendî hin guhertinên qanûnî çêbûn û bi taybet sererastkirinên di 3’yemîn Pakêta Darazê de pêk hat, lê dîsa jî miwekîlê wî ne li gorî huqûq û wijrdanê bi cezayên giran hat darizandin û diyar kir ku miwekîlê wî her tim li rastî neheqiyan tên . Prz. Oncel got ku her çendî miwekîlê wî 16 salî ye, heta niha 3 caran ketiye girtîgehê.
Rejîma AKP’ê di sala 2010 de guhertina ku zarok dikarin pê di Dadgehên Zarokan de bên darizandin pêk anî. Lê di pratîkê de tu tiştek tune ye. Polîsên Tirk di nêçîra zarokan de berdewam kirin. Dozgerên Tirk ji bo zarokên Kurd daxwaza cezayên astronomîk kir û Dadgehên Zarokan jî di girtinan de berdewam kir. Tirkiye di ware zarokên ji ber siaysetê hatine girtin de mezingirîn girtîgeha cîhanê ye.